
OSMAN KAPAN
Ew çendek bû bê hizuriyek di hinavê wî de, hişê wî wî tevlî hev dibû. Ew bê hizurî çi bû,çima ev demek bû ku ew bêhizurî, hatiye li ser textê bextewarîya wî rûniştiye û hişê wî tevlî hev dike nizanî bû. Li sedeman digeriya, ji xwe pirs dikirin lê nizanîbû sedem çiye. Ya rast ji dema ku ji welat qetiyayî heya wê kêlîkê,tim xwe biyanî didît. Lê ji xwe re digot: “ “Tiştek bê bedel nabe. Her rojekê emê vegerin dûrîtîya evîna xwe.” her dem tişta ji xwe re digot ew bû.Ji dema hatî welatê biyanî, xeyala wî vegera welat bû. Lewra tu çêje ji biyanî yê nedigit û bîranînên wî jî li vir nebûn.Bîranînên wî,evîna wî, çêja ku ji gerdûnê digirt hemî li warê zarokatîya wî bûn.Ji bona wê welatê biyanî, tu carî ji xwe re nedikira cî yekî mayende û tim bi wê xeyalê dijî…
Belê welê di ramî, welê dijî,welê xeyal dikir. Bi vana yê jî ev demeke dirêj bû hewtênîya xwe bi vê dianî.Lê çima vê dawî yê ewqasî bê hizûr dibû û bîranîn wekî libên teyrokê li hişê wî diketin û li labîrentên mêjîyê wî belav dibûn…? Ji nav hev dernedixist.
Wekî hercar sibê zû rabû û çû li ser kursiyê ku tim lê rûdinişt rûnişt û berê xwe da rojê.Ev yek jê re wekî ayînekê bû. Lewra dema berê xwe dida rojê û çavn xwe digirtin, welatê wî li ber çavan zindî dibû. Lewra zanîbû ku ew roj, ji welatî bi ser de tê! Çavên xwe girtin û berê xwe da rojê. Bes dîsa ew bêhizurî, ewkî kelemekî kete navbera bextewarî û bêbextewarîya wî de.
Çend kes di ber re derbas bûn silav didanê, ew bi hev re dikenîn, diaxifîn, bextewarbûn.Ew bêhizûr. Heya niha bi xeyalên bêdawî xwe dixapand ! Êdî wan jî têrê nedikir.Çavên xwe vekirin û derdor raçav kir. Bi salan bû li wir û li wan deveran dinerî. Lê ve sibê çavçên wî li gul a li hemberî wî rawastan. Belê heya niha bi hezarê caran ew gul dîtibûn,lê îro ew gul jê re cuda dihatin.
Çavên xwe girtin û roj di nava her du birû yên xwe de rûnand! Gul. Gulên welatê wî,gulên dayîka wî. Ma çiqasî bi bêhn bûn û çiqasî bêhnxweş bûn. Bêhn ji wan difûrî! Ji xwe re got: “Gulên van deveran pirr in,lê bêh nadin. Ma dibe ku ji bona wê ye bilibil li ser wan naxwînin?” Di hewşa wan de sê darên gulan hebûn. Zer, sor û spî. Dema ji malê derdiket destê xwe li nava wan dida, bêhn li hewşê belav dibû. Li gundê xwe di ber kîjan malê re derbas bibûya bêhna gulan li dev rûyê wî dida.. Erd û ezman ji bêhna gulan mest dibû. Lê li vir ji gul û kulîlkan pirrtir tiştek tunebû, bes bêhn nedidan. Çima? Çimaya wê nizanî bû.Çavgirtî ji xwe re got: “ Ji axê ye ax!” Bi gotina wî re bêhna gulan xwe li bêvila wî pêça. Çavên xwe vekirin û ber bi gulan ve meşî. Bêhn kirin, na bêhn nedihat. Bêhn revî bû, an xeyalê ji welatê wî bêhn jê re anîbû. Bi dilekî xemgîn hat li cî yê xwe rûnişt.
Qederekê bi çavên beloq li wan gulan nerî. Gulên bêbêhn di bîbikên çavên wî de rûniştin. Hêdî hêdî lêvên wî lebitin: “Heke gul û kulîlkên vî welatî, bi qasî yên welatê min bêhn bidana,dê mirov di bin bêhnê de bimana…” Welat û evîn bi cot hatin li ser zimanê wî civiyan û herikîne ser lêvan: “ Min,hezar û yek gul bêhn kir, biqasî ser biska yarê bêhn nedan. Min, li dengê hezar û yek bilibîlî guhdar kir, bi qasî dengê yarê ne aram bû. Ez li hezar û yek welatî geriyam, bi qasî welatê min ne xweş û şîrîn bû…”
Erê ew û xeyal di deryaya bê dawî de, li qeyîka dilê xwe siwar bûbûn û xwe pê de berdan.Ji xwe re got: “ Bav û kalan belesebeb negotin e; şam şekir e,lê welat şîrîntir e…”










