Rojname ya we li benda nivîs û xwendina we ya bi Zimanê Kurdî ye!
Duşem 2 Adar 2026 - 07:00

Rojname ya we,Y.O Polîtîkayê biryar girtiye ku ji îro pê ve,cih bide ziman ê Kurdî.Û bi ber firehî li ser çand,huner û gelnasî yê,bi nivîsên xurt bisekine.Ev biryareke pîroz e.Hji bona ziman jî derfetekî pirr girîng e.Lewra mirov bi xwendin,nivîsandin û axaftinê dikare xwe bigihîne hev,bibe yek û di heman armancê de bibe yek.Em bi heman ziman î biaxifin,bi nivîsin û bi ramin,emê li heman perav ê,li heman bajarî,li heman çolê,li heman welatî rastî hev werin.Heman hestan bijîn,heman keyfxweşî û êşê,bi heman rengî parve bikin.Emê deverên dûr,ku me nedîtî,ne bihîstî bibînin,nas bikin.
Gelî xwendekar,nivîskar û guhdarvanan barê giran,lê şanaz dikeve ser milê wê.Nivîskar bi nivîsên xwe,xwendevan bi xwendin û belavkirina rojnameya xwe,heya her kesê ku Rojnameyê dixwîne,bila guhdarvanan ji xwe re peyda bike.Ango bi deng ji kesên derdora xwe re bixwîne,yên fam nakin ji yên din re bibêjin.Bi wê dê xwe pirr bikin.
Ji we re behsa serpêhatî yekê bikim.Li zîndana Amedê,rojekê Ş.Riza Altun,di ber hucreyekê re derbas dibe,dibîne hevalek ji hevalekîre pirtûkê dixwîne.Di her rûpelî de hevalê dixwîne disekine,hevalê gudar dike,rûpelê hatî xwendi ji hevalê dixwînere wateya wê dibêje.Ş.Riza Altun,dibêje: “Çima ew dixwîne tu wateya wê jê re dibêje,her yek ji we pirtûka cuda cuda bixwîne ne çêtir e?” Yê ku guhdar dike bi ken dibêje: “Heval dizane bi xwîne,lê jê fam nake,xwendina min nîn e,ango ez nizanim bi xwînim,lê jê fam dikim.Ew dixwîne,ez jî wateya wê jê re dibêjim.”
Îca divê her Kurdîhez zend û bendên xwe bade û tevlî vê bangê bibe.Yên ku dikarin bi nivîsin bila pênûsa xwe tuj bikin,zên dizanin bêjin,lê nikarin binivîsin,bila ji yên ku dikarin bi nivîsin re bêjin,bi wî awa yî hev temam bikin.Ji bona em ziman dewlened bikin,Rojnameya xwe bi xwînin,bidin xwendin.
Nivîskarên hêja,emê zend û benda badin,tur li mil bikin,li her deverê bigerin.Çi di ku de be derbixin,li Kurdî ya şîrîn bar bikin.Emê carina bi çol û çolistanan bikevin,li şivanan bibine mêvan,ji berx a ber mîyê,heya mexel û giyê berhev bikin,li ber Kurdîhezan daynin.Carina xwe berdin nava gelnasî ya Kurd û hemû gelan,wan raber bikin,xwîşk û biratî ya wan,dost û neyartiya wan danin ber çavan.Emê vê jî bikin; Çand û hunera me,çîrok û metelokên me,helbest û stranên me yê hatî dizîn û xelkê ji xwe re kirine mal,li mala bavê vegerînin.Ango libasê resenî li wan bikin û li devera jê hatî dizîn daynin.Emê bibine mêvanên pîrejin û kalemêran, li ba wan rûnin.Bila ji me re kevneşopî,gitnên pêşîyan,başî û nebaşiyên dema borî ji me re bêjin.Da em dema bora li ya îro bipêçin.
Emê xwe berdin war û şunwarên dil çiyayîyan.Carina wan bijîn,carina wan binivîsin.Da ji bîr nebin ew rojên tofanî.Emê li wan guhdar bikin,ne bi zarê xwe,bi zarê wan binivîsin heteyên wan.emê bi şe yê ji dara kizwanan porê keçên xwe şeh bikin,bi gul û kulîlkan bi xemilînin.Xortan li hespên rewan siwar bikin,tev bi hev re wan war û şunwaran li xwîneran diyar bikin.Emê sermaya zivistanên çiya his bikin,bidin his kirin ! Dergevanî ya dergevanên çiya bi çîrok,helbest û sepêhatiyan ragihînin.
Emê cotyarî,çandinî û gencîneya welatê xwe ji dîroka kevnare, heya roja me ya îro bînin. Emê dîrokê aşêf bikin,ya ku aydê me,emê bikin turik,ya ku ne aydê me emê biavêjin ber kaş.Ne mefê kesî dixwin,ne yê xwe dest bi kesî ve berdidin.Ma ew tenê,carina emê xwe berdine nava konevanî yê,pênaseyên kur bikin.Carina emê bibine zarokên dema borî,bi xar û kab bileyîzin.Çi pêwis be emê wê bikin.Barê me giran,rê ya me dûr,lê pîroz e.
Emê bêjin: Em li çol û çolistanan,li ber kevi û zinaran,di hembêza xweza yê de,li qeraxê çeman,ber bi dîwarên stur ve beziyan…
Em li hespên,bê zîn siwarin,deşt li bendê ne,ku bi hîrin, kumeyt û şînbozaên rewan…
Me xwe li deryayan da,uman derbas kirin,bi keştîyên bê pisula,bûne rêwî yên, kifşkirinên ne ceribandî,û niha li qeraxekî xirûxalî, li xwe digerin…Dem dema xwebûnê ye,dem dema Li xwe vegerê ye,dem dema Kurdî ya şîrîn e.Dem dema ku em Rojnameya xwe zindî,balkêş,têr xwîner û bi her awayî dewlemend bikin. Rê ya rojnama me vekirî be…

