
- Siyaseta kurdî divê ji bertekê derbasî pêvajoya avakirinê bibe. Ji bo vê yeke divê di siyaseta kurdî de guherîn û veguherînên stratejik a paradîgmayê pêk were.
MEHMET ŞAHÎN
Nirxandina analîtîk a dînamîkên siyasî, civakî û dîrokî yên sedsala paşîn, derketina hewcedariyeke bingehîn a ji bo ji nû ve pênasekirina stratejî û paradîgmaya siyaseta kurdî radixe ber çavan. Di nêzîkatiyên siyasî yên hemdem û teoriyên aktorî de, kapasîteya aktoreke siyasî ne tenê bi hêza wê ya rêxistinî û şiyana wê ya berxwedanê, di heman demê de bi potansiyela wê ya avakirina rojeva xweser, xwetêrkirin û îcadkirina alternatîfên sazîbûniyê tê pîvandin. Siyaseta kurdî divê li ser bingehên teorîk ên guherîna ji nêzîkatiya reaktif (bertekî) ber bi xweseriya avaker û sêgoşeya stratejîk a berxwedan-têkoşîn-avakirinê xwe nûjen bike.
Siyaseta li ser bertekan ava bûyî (reaktîf), di cewherê xwe de metirsiyeke mezin a pergala zanyariya felsefik û stratejîk dihewîne. Ev rêbaz siyaseta kurd ji avakirinê dûr dixîne û di rewşa dijberî de hepis dike. Di heman demê de dibe bingeha xwexapandina di bin navê rexneyê de.
Dema ku tevgerek an jîngeheke siyasî dînamîkên xwe yên tevgerê tenê li ser pênasekirina stratejî, şerê derûniyê û pêngavên rejîmê ava bike, bêyî ku ferq bike dibe parçeyekî binesazî û girtiyê rojeva hêza serdest. Di çarçoveya konsepta Antonio Gramsci ya "hegemonyaya çandî û siyasî" de, çîn an hêza serdest ne tenê bi rêya zorê, bi rêya diyarkirina sînorên hişmendî û rojevê desthilatdariya xwe ava dike. Ev hiyerarşiya rojevê, derfetê dide desthilatdariyê ku ew ziman û pîvanên qada siyasî destnîşan bike.
Çarçoveya teorîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve wekî “objektîf wekî kirde xwe ji holê rakirin” tê formulasyonkirin, xetereya windakirina aktoriyê destnîşan dike. Di sosyolojiya siyasî de ev rewş nêzî têgehên Michel Foucault yên li ser "biopolîtîka" û dispozîtîfên desthilatdariyê ye. Gava ku siyaset tenê wek bertekek li hember stratejiya hêza beramber pêş bikeve, subjekt (kirde) ji asteke xwedî îrade dadikeve asteke objektîf (bireser) ku tenê li gorî tahrîk an pêngavên aliyê din tevdigere.
Di teoriyên hegemonyayê de ev pêvajo wekî "şoreşa pasîf" an jî bişavtina siyasî tê pênasekirin. Encamên vê siyaseta reaktîf dibin sedem ku aktor bibe parçeyek ji berhema rojeva serdest, potansiyela afirîner û pêngavên xwe yên xweser sînordar bike û qada siyasî ji hewldana "xwebêjî û xwebûnê" vala bihêle.
Dînamîka Kurd hêza diyarker e
Dîroka têkoşînên civakî rastiyeke analîtîk radixe ber çavan. Hêza serdest an jî rejîmên heyî ti carî di qada siyasî de nebûne yekdest û aktorên bi tenê yên diyarker. Di sosyolojiya siyasî de (mîna nêzîkatiyên Nicos Poulantzas û Chantal Mouffe yên li ser qada siyasî) yekdestdariya bêdawî nepêkan e. Qada siyasî qada pevçûn û hevsengiyên domdar û berdewam e. Piştî berxwedan û têkoşîna 50 salî, îrade, rêxistinbûn û dînamîka civaka Kurd bi xwe wekî faktorek çalak hevsengiyên herêmî û navneteweyî diguherîne.
Metodolojiya siyaseta kûr û berbiçav diyar dike ku naskirin û analîzkirina polîtîkayên hegemonîk bi tenê têrê nakin. Ya stratejîk ew e ku li dijî van polîtîkayan, bi zanebûneke teorîk û taktîkî xeta xweser û pratîka rojane bê pêşxistin. Wekî ku di nêzîkatiyên "dij-hegemonya" de tê destnîşankirin, siyaseta bingehîn ne "revîna ji rastiya dijber" e, "konsolidasyon û xurtkirina xet, hişmendî û saziyên xweser e."
Berxwedan, têkoşîn û avakirin
Di çarçoveya paradîgma ya "Neteweya Demokratîk" û "Entegrasyona Demokratîk" de, ev sê kategori, berxwedan, têkoşîn û avakirin nikarin ji hev serbixwe an di nakokiyê de werin nirxandin. Ew wekî hêmanên dîyalektîk ên heman pergalê dixebitin.
Berxwedan, mekanîzmaya xweparastinê ye. Ji bo parastina hebûn, nirx û destkeftiyên civakî li hember mudaxele û tundiya avahîsazî stûnek hebûnê ye.
Têkoşîn, pêvajoya siyasî ya qada giştî ye. Li hember hişmendiya yekperest û hegemonyayê, meşandina têkoşîneke piralî ya hişmendî, siyasî û hiqûqî ye.
Avakirin, jiyan û pergala alternatif e. Bêyî avakirina saziyên civakî, aborî û çandî, berxwedan û têkoşîn nikarin veguherin encameke domdar û sazîbûniyê. Avakirin, temînata doza azadiyê û binesaziya civakî ye.
Di encamê de, ji bo ku siyaseta Kurdî di konjonktûra nû de bibe aktora sereke ya guherîn û veguherînê, pêdiviyeke lezgîn bi derketina ji xefika "reaktîfîzma siyasî" û derbasbûna ber bi hêza avaker a rojevê re heye. Têkoşîna stratejîk di sedsala nû de ne tenê bersivdana pêngavên hêza serdest, bi rêya hişmendiya avaker pêşkêşkirin û saziyîkirina alternatîfên şênber ên civakî û dij-hegemonîk e.













