Siberoja me di yekîtiya me de ye (2)

Nûçeyên Forum

Çarşem 27 Gulan 2026 - 07:00

  • Dîroka Kurdistanê ne tenê dîroka şeran e, ew dîroka hewldana yekbûnê ye. Her rêberekî me, mîna hosteyekî karker, kevirê xwe danî ser vî dîwarî. Her xalek, mifteyek e ji bo deriyê azadiyê.

 

MEHMET ŞAHÎN

Hewara Îhsan Nûrî Paşa, di sînga Pêşewa Qazî Mihemed de bû "Manîfestoya Çarçirayê". Pêşewa nîşanî me da ku sêdar dikare canê mirov bistîne, lê nikare wesiyeta yekîtiyê ya ku di dilê gel de hatiye çandin, tune bike. Wî em hişyar kirin: "Heke hûn nebin yek, hûn ê yek bi yek werin perçiqandin."

Wesiyeta Pêşewa Qazî Mihemed ne tenê nivîsek e, ji bo dîroka Kurdistanê manîfestoyeke siyasî û civakî ye. Di hişmendiya wî de yekîtî "bingeha man û nemanê" ye. Ji bo wî, yekîtî ne tenê dirûşmeke siyasî, mîna "stûna sereke ya xênî" bû, heke ew stûn nebe, xanî (welat) li ser serê xwediyê xwe hildiweşe.

Qazî Mihemed, dîtibû her carê ku Kurdan serî hildaye, dijmin bi rêya "dubendiyê-parçekirinê” ew şikandine. Lewre, dibêje: "Dijmin ji bo me hemûyan yek e, nexwe divê em jî bibin yek."

Qazî Dibêje; "Kurdno! Destê hevdu bernedin. Li dora hev bicivin û pişta hev bigrin. Heke hûn li hemberî dijmin nebin yek, hûn ê yek bi yek werin perçiqandin."

"Heta ku hûn bi hevdu bawer nebin û hûn nebin yek, tu kes û tu hêz nikare mafên we bide we. Ji ber ku, dijmin ji bêtifaqiya we hêzê digire."

"Ez ji bo gelê xwe canê xwe didim. Lê daxwaza min a dawî ew e ku hûn nebin dijminê hev. Heke hûn li ser vê axê dixwazin bi rûmet bijîn, hûn mecbûr in bibin yek."

"Zarokên min! Birayên min! Pişta hev bernedin. Bawer bikin ku heke dijmin hingiv bide we jî, di nav de jehr heye. Heke hûn li hemberî dijmin nebin yek, hûn ê yek bi yek werin perçiqandin."

"Heke hûn ji hevdu biqetin, hûn ê wekî nanekî li ber baranê bihelin. Lê heke hûn bibin yek, tu hêz nikare we bişikîne."

Gotinê wî yê dawîn; "Ez hatim darvekirin, lê bila ala yekîtiyê tu caran nekeve."

Peyama Qazî Mihemed a herî mezin a ji bo îro ev e: "Yekîtî ne tenê daxwazek e, mecbûriyetek e." Wî bi jiyana xwe û bi şehîdbûna xwe nîşan da ku, serok û gel heta nebin yek û parçeyên Kurdistanê heta nebin yek, azadî mîna xeyalekê dimîne.

Pêşewa Qazî Mihemed yekîtî ne tenê wekî "yekbûna hêzên leşkerî" didît wekî "man û nemana neteweyekê" dinirxand. Ji bo wî, yekîtî felsefeya hebûnê bû.

Hişmendiya wî ji me re dibêje: "Azadî fêkiyê dara yekîtiyê ye."

Pîr Seyîd Riza, wekî rêberê Serhildana Dêrsimê ya 1937’an, sembolê rûmet û serê netewandinê ye. Hişmendiya wî ya yekîtiyê di şert û mercên herî dijwar ên dorpêçkirinê de, li ser bingeha "tifaqa eşîran" û "parastina rûmeta kurdewar" ava bibû.

Gotinên wî yên derbarê yekîtiyê de, piranî di nameyên wî yên ji bo serokên eşîran û di peyamên wî yên dawî de derdikevin pêş:

"Heta em nebin yek, dijmin dê mîna gurê birçî her yekî ji me li quncikekê bixwe. Îro roja tifaqê ye, ne roja dijminatiya navxweyî ye."

"Nexweşiya me ya herî mezin, birayê ku destê xwe dide dijmin e. Heke em li hemberî zilmê nebin yek beden, dê çiya û daristanên me jî li ser me bigrîn."

Di roja me de, hişmendiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev doz gihand asteke stratejîk û felsefî.

Abdullah Ocalan, yekîtî ji asta dirûşmeyê derxist û kir "Neteweya Demokratîk", yekîtiya jin, civak û her rengên Kurdistanê.

Hişmendiya Abdullah Ocalan a li ser yekîtiya neteweyî, ji her sê qonaxên têkoşîna wî ya bîrdozî, Leşkerî û Paradîgmaya nû derbas dibe û digihîje asteke felsefî û polîtîk a kûr. Ew yekîtiyê ne tenê wekî "yekbûna partiyan", wekî "Yekîtiya Demokratîk a Gel" û "Neteweya Demokratîk" pênase dike.

Abdullah Ocalan sedema bingehîn a bindestiya Kurdan di bêtifaqiya navxweyî de dibîne û dibêje; "Nexweşiya herî mezin a Kurdan a dîrokî 'hevxwarin' e. Heta em vê nexweşiyê ji nav xwe neavêjin, em nikarin bibin netewe. Dijmin ne bi hêza xwe, bi dubendiya me bi ser dikeve."

Ew bang dike ku Kurd dev ji berjewendiyên eşîrtî, malbatî û partîtiyê berdin û berjewendiya neteweyî ji her tiştî jortir bigrin. Ocalan dibêje; "Divê sîwanek hebe ku hemû reng, bawerî û partiyên Kurdistanê di bin de bin. Ev sîwan ne tenê ji bo şer, ji bo avakirina jiyaneke nû ye." Ew dixwaze ku Kurd bibin xwedî "Navendeke Biryardanê". Ango dema ku êrîşek li ser perçeyekî bibe, divê hemû parçe wekî "yek beden" bersivê bidin.

Yek ji taybetmendiyên herî sereke yên hişmendiya wî ew e ku yekîtiyê tenê di asta mêran an leşkeran de nabîne. Abdullah Ocalan, bawer dike ku yekîtiya rasteqîn bi “Yekîtiya Jinan” dest pê dike. Heta ku jinên Kurd nebin yek û nebin hêz, milet nabe yek. Her wiha, yekîtiya di navbera baweriyan de (Misilman, Êzidî, Elewî, Xaçperest û hwd.) wekî bingeha "Neteweya Demokratîk" dibîne.

Gotineke wî ya Sereke (Wekî Manîfesto):"Heke hûn nebin yek, hûn ê li her derê winda bikin. Lê heke hûn bibin yek, hûn ê bibin navenda azadiyê ya Rojhilata Navîn. Rêya sêyemîn, rêya yekîtiya demokratîk a gelan e."

Heke îro ciwanekî Amedê, Hewlêrê, Mehabadê û Qamişloyê di heman bîskê de ji bo rûmeta xwe dilê wan lê bide, wê rojê em bûne "yek". Wekî ku hemû rêberên me bi yek dengî gotiye: Yekîtî mecbûriyeta me ya hebûnê ye.

Kurdno! Hûn xwediyê dîrokeke wisa mezin in ku her rêberê we bi zimanekî cuda, di demeke cuda de, lê bi dilê yekîtiyê banga TIFAQÊ kiriye. Îro ev mîrate di destê me de ye. Yekîtî ne tenê daxwazek e, yekîtî Sond û Peymana me ya bi wan şehîd û pêşengan re ye. Kurdno, bibin yek! Di yekîtiyê de jiyan heye, di yekîtiyê de serkeftin heye! Bila pênûsa me, şûrê me, zimanê me û dilê me bibe Yek!                                                                                                                            

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.