
- Çand, huner û muzîka Kurd, çavkaniya xwe, ji ber ku civaka xwezayî digire bi kok e, zindî ye, pir dewlemend û cîhereng e. Bi pêşketina civakbûnê ve çand û huner jî destpê dike. Em vê baş dizanin ku, mirov bi hest û kiryarên xwe ve ango madî û manewî bi dûalîbûna xwe ve mirov e. Civakbûn jî li ser vê heqîqatê saz bûye.
SEVDA CAN
Civak û xweza, du têgeh û hebûnên ku di cevher de heman wateyê di nava xwe de hildigirin. Di xwezayê de çawa ku ax rola dayikê dileyîze, di nava civakê de jî, jin rola dayikê dilêyîze. Bi vî awayî di navbera civak û xwezayê de tekîliyeke ku jê re sîmbiyotîk tê gotin, her tim hev tîmar dike û pêş dixe heye. Lê em dikarin vê rastiyê jî bibînin; xweza ango xak, ji bo mirovan jî rola dayikê dileyîze. Ji ber vê yekê jî jin û ax ango welat hema hema em dikarin bibêjin ku, di her gelî de, lê hîn zêdetir jî di gelê Kurd de, tê wateya rûmeta xwebûnê. Jixwe rûmet jî ji bo civakekê sedema hebûnê ye. Di dîroka mirovahiyê de, heta di roja me ya îro de gelek şer ango berxwedan, ji bo parastina xaka xwe pêş ketine. Weke ku sedema têkoşîna me ya îro jî ev e. Çawa ku her şînayî, li ser xaka xwe şîn dibin û dijîn, mirov jî li ser xaka xwe hebûna xwe diparêzin. Ji ber vê heqîqetê jî, dema ku em civaka xwe ya Kurd lêkolîn dikin, dibînin ku, gelê Kurd di destpêkirina cîhbûn û civakbûna mirovahiyê de xwedî roleke pir mezin e. Weke ku hevoka di destpêkê de jî me da diyar kir, civaka Kurd ji ber vê kokbûna xwe, ruxmê dagirkeriya pergala desthilatdar a zilamserdest jî, heyanî roja me ya îro li ser xaka xwe di nava xwezaya xwe de û bi çanda xwe ya resen ve jiyaye, xwe parastiye. Di dîroka Kurdan de, ev rastî her çiqasî bi nivîskî nebe jî, lê bi çanda gotînî wek dengbêjî û bi destanên devkî ve, heyanî roja me ya îro hatiye. Bîra civaka Kurd, bi vî awayî em dikarin bibêjin ku bi çanda dengbêjiyê ve hatiye honandin.
Ev jî hîn zêdetir xwe dispêre cewhera jina Kurd. Jinên Kurd her tim bi xwezayê re, tekildar in. Zindîbûn û cîhêrengiya xwezayê, her tim ji bona wan bûye mamosteyeke herî mezin. Tiştên ku ji xwezayê fêr dibin, li gora wê, civaka xwe û zarokên xwe jî êdî ew fêr dikin. Hîn jî dema ku her yek ji me, gundên xwe, pîrik û dayikên xwe bifikirin, vê girêdanê pir eşkere û balkêş dibînin. Tenê bi cil û bergên bi reng û reng û herikbariya wê ya jiyanê, mijûlbûna wê ji axê re û ji wê berhemgirtinê jî em mêze bikin vê rastiyê bibînin. Jina Kurd her tim bi rîtma xwezayê ve tevgeriyaye. Li gora wê, di jiyana xwe de jî her tim xwedî rîtmekê bûye. Di her karên xwe yên rojane de, di bera lorandiye, wek xezalekê xwe hejandiye. Heqîqetên ku ji xwezayê girtiyê, di xwezaya xwe de sitirandiyê. Bi ked û hezkirinekê, bi berpirsiyartiyeke mezin ve honandiye. Hêstên xwe, êş û azarên xwe, kêf û şahiyên xwe jî, tu carî veneşartiye. Ji bona vê em dibêjin jinên Kurd, wek dîrokzanekê, di bîra civakbûna Kurd de roleke mezin leyîstine.
Tekildariya jinê bi muzikê re jî, ji roja ku tê dinê destpê dike. Ji jineke din lorînan dibihîse û ew bi xwe dibe lorînên jiyanê. Jixwe mirov dema ku peyva ‘stran’ lêkolîn dike, şîroveyeke wiha derdikeve pêş; ‘ji sitirandina hestan bi pratîkê re xweşikkirina jiyanê’. Bi vî awayî jî em dikarin bibêjin, di nava dîsîplînên hunerê de yek jî muzîk heta destpêka civaka xwezayî diçe. Stranên ku afirandiye, çavkaniyên wê bi xwe, jiyana wê bi xwe ye. Lê mixabin, her ku pergala desthilatdar a mêr pêş dikeve, berhemên jinê jî ji hêla stranbêj û dengbêjên mêr ve hatiye gotin û ji jinên dengbêj hatiye qedexekirin. Em vê zexta mêrserdestiyê, di serpêhatiya Eyşa Şan de, Meyremxan de, ji nêz ve dizanin. Lê ruxmê hemû zextên kevneşopiya mêrserdestî jî wan jinên dengbêj, mohra xwe li dîroka gelê Kurd dane. Bes dîsa jî, bandora vê serdestiya mêr nehatiye şikandin. Em îro dema ku hest û zimanê stranên dengbejiyê lêkolîn dikin, dibînin ku piranî bi hestên jinan û bi zimanê jinan hatine gotin. Mînaka herî balkeş yek jî, dengbêjiya ‘delal ay delal’ ya ku Edûlê, li ser Derwêşê Evdê lorandiye. Helbet dengbêj jin be, mêr be gelek bi nirx û bi rûmet e. Lê, hestên jinekê, mêrêk çiqasî ji kûrahiya dil ve dikare bixwîne?
Her straneke dengbêjiyê, xwedî çîrokeke pir kûr e. Piraniyên xwe jî, trajedî û êşên civakê tîne ziman. Ji bo wê, dengbêjî weke hafizaya civakbûna Kurd tê destnîşandan. Helbet di nava wan dengbêjiyan de pir kêm be jî, stranên dengbêjiyê ku bi evîn û kêfxweşiyê tîne ziman jî hene. Lê em ê niha, yek ji strana dengbêjî ya ku herî zêde me bihîstiye, çîroka wê bi we re parve bikin. Strana Cembelî gotinên wê û çîroka wê wiha ye;
Cembelî
De lorî lorî lorî lorî lorî lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî
Le Faris Begê diçû alikî Derwêş Begê,
Derwêş Begê dibû pê Faris Begê digo
Derwêş Begê dilê min dibe sed carî dilê min dibe
Ez ê bidim te sed deve, cat pez e,
Sed kibêlê sere tevlê sed miyê dotinê sed ê firotinê
Her car lawê te bizewicîmin ji êlê tu yê bidî min
Binevşa Narînê stêrka berbanga sibehê
Rewşa xezala rewşa berîvana min tene
Ax lorî lorî lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî lorî
Le Derwêş Begê diçûalîkê Eynê radibû pê
Derwêş Begê digo lê lê Eynê dilê min dibe sed carî dilê min dibe
Hatiye mala me mêvanek ji mêvanê ebrê ne mevanê xêrê
Mêvanê şere dibe tê sed deve cot pezê
Sed kilelê sere tevlê sed mihê dotinê deh ê firotinê
Her çar lawê te bizewicînim ji Êlê tu yê bidî min
Binevşa Narînê stêrka berbanga sibê
Rewşa xezala rewşa berivana min tene
Ax lorî lor;î lorî lorî lorî Cembeliyê min
Le Eynê diçû alîki Binevşê radibû pê dikete
Peşnê min anî başbazirganî
Salê digo lê lê dayê ez kanî me
Kaniya Diyarbekirê çil û çar kanî derbûne li dorê
Ez biçûk im hîna nehatime zewacê nastînim zêdehî
Cembelî lawê Hekarya li dunê
Bila sere sibehê hetanê êvarê cotê tajiya berde
Bere zeyê cotê kewa berde
Ji qefesê li ser sing û bere min
Rebena Xwedê bike seyd û nêçîrê
Ax lorî lorî lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî lorî
Gotin û Muzîk : Gelêrî
Çîrok:
Mîrê herêma Wêranşahrê Derwêş Beg, dil berdide dotmama xwe Binefş xanimê. Derwêş diçe ji apê xwe Faris Begê dibêje dilê me di merwantiya we de heye. Lê ev yek bê dilê Faris Beg e. Heft kurê Faris Begê hene, lê tenê yek keça wî heye. Ji ber wê jî keça xwe nade Derwêş Beg û ji ber zilma vî ji wir koç dikin. Berê xwe didin warê Hekariyan. Derwêş Beg siwarên xwe dişîne ser serê wan û bi rê de her heft kurê Faris Beg dikuje. Li hêla din, mîrê Hekariyan Cembelî daxwaza xwe ya zewacê eşkere dike. Hevjîna wî Zelal Xanim li ser vê dîn û har dibe. Dixwaze xwe bikuje lê xizmetkar nahêlin. Rojek ji rojan Cembelî dîsa derketiye seferê. Li her kaniyekê, ew û Binefş hevûdu dibînin. Agirê evînê bi dilê her duyan jî dikeve. Her du evîndar li ser dengên ku, ji derdorê tên ji hev vediqetin. Di wê navberê de Binefş destmala di destê wê de ye dide Cembelî û Cembelî jî darê di destê wî de ye dide Binefşê. Ev her du tişt heta mirinê bi wan re dimînin. Cembeliyê ku Binefşê ne nas dike û ne jî dizane keça kê ye, gazî cîgirê xwe Omo dike. Ji serî heta dawiyê ji wî re dibêje. Li ser vê yekê Omo bi riyan dikeve û li Binefşê digere. Omo Binefşê dibîne, pişt re vedigere qesrê û ji Cembelî re dibêje. Li ser vê, Cembelî bi giregirên Qesrê re diçe li ba Faris Begê û keça wî dixwaze. Piştî xwestinê Faris Beg xencerekê diyarî Cembelî dike. Cembelî vedigere qesrê û dest bi amedekariya dawetê dikin. Derwêş Beg dibihîze ku apê wî keça xwe daye Cembelî. Ev jî zilamên xwe li hev dicivîne û dajo ser Faris Beg. Apê xwe dikuje û Binefşê direvîne. Dema ku Cembelî dibihîse, mîrîtiya xwe dixe destê Omo û bi pê evîna xwe dikeve. Di navberê de meh û sal derbas dibin. Cembelî di riyan de perîşan dibe. Xwe bi halekî zorê digihîne Wêranşarê. Li qesra Derwêş Begê, dibe şivanê Binefşê. Yek caran li bilûra xwe dixe. Rojekê dîsa ku wiha li bilûrê dixe, bi xew re diçe. Binefş tê wî ji xew radike. Gava ku Cembelî, Binefşê li hemberî xwe dibîne, dixwaze wê himbêz bike. Binefş, wî nas nake. Xencera ku li pişta Cembelî ye dikişîne û li ser dilê wî dixe. Paşê li xencera bixwîn dinêre, nas dike ku ew xencer, xencera bavê wê Faris Beg e, ku diyarî Cembelî kirîbû. Di vê keliyê de fêm dike ku, evîndarê xwe kuştiye. Li ser Cembelî dilorîne… Piştî ku Cembelî dimire ew jî xwe bi wê xencerê dikuje.
Belê bi vî awayî çîrok dawî dibe. Li ser evîn û bêbextiya Cembelî û Binefşê de ew êş û trajediya ku hatiye jiyîn, bi devê jinên dengbêjan destpêkê hatiye gotin û pişt re jî ji aliyê mêrên dengbêj ve heya roja me hatiye gotin. Îro, em dengbêjiyê bi dengên jinan ve guhdar dikin. Taybet di vî warî de, hunermenda Kurd Rojda roleke gelek girîng dileyîze. Kilamên dengbejiyê ku bi dil û hestên jinan ve hatiye hûnandin, dîsa herî zêde bi dengê jinan bi wate dibe. Pêwîst dike ku hunermendên jin, hîn zêdetir li ser dîroka hunera Kurd û taybet dengbêjiya Kurd bisekinin. Di vê wateyê de, di dema borî de albuma ku li ser dengbêjên Kurd, ji aliyê Rojda ve hatîbû derxistin gelek bi wate û nirx bû. Her hebî… Ew gelek girîng e.
Di dinyayê de, hin tarzên muzîkê hene ku mohra xwe li dîroka gelan dane û bûne nasnameya wan gelan. Wek muzîka klasîk, opera, arya, caz, pop û hwd… Di vî warî de, dengbejî jî sembola çand û hebûna gelê Kurd e. Nasnameya civaka Kurd e. Pir qedîm û bi nirx e. Lê mixabin, îro di aliyê xwedîderketin û danasîna çanda xwe de, taybet jî "dengbêjiyê" em li ber xeteriyên pir mezin de ne. Windakirina dengbêjiyê, windakirina dîroka gelekî ye. Ji ber ku, dengbêjî, dîroka me ya zindî ya ku rabirdûya me, ji me didin nasîn e. Ji ber vê jî, pêwîst e em çand û hunera xwe, bi nifşên xwe yên nû bidin nasîn û bi wan bidin hezkirin. Di nava gelên cîhanê de jî, wek nasnameya gelê Kurd, dengbêjiyê şênber bikin.







