Ronahiya Manifestoya 14’ê Tîrmehê (2)

Nûçeyên Forum

Pêncşem 16 Tîrmeh 2026 - 07:30

  • Ew çirûska radîkal a ku di 14’ê Tîrmeha 1982’an de li Zindana Leşkerî ya Amedê ya Jimar 5 hat vêxistin, tenê bersiveke fîzîkî ya li dijî cûntaya leşkerî ya wê demê nebû, di eslê xwe de li dijî stratejiya muktedîr a xistina bin tahakkûma (serdestiya) bedenî û teslîmgirtina ruhî meydanxwendineke bîrdozî û felsefî bû.

 

MEHMET ŞAHÎN

Di ser wê berxwedana dîrokî re bi dehan sal derbas bûn, gelek hikûmet guherîn, gelek qanûn û rêzikname guherîn, lê felsefeya dewletê, aqil û polîtîkaya dewletê ya zindanê qet neguherî. Heman hişmendî îro jî berdewam dike. Îro girtiyên nexweşên giran nayên tahliyekirin û di tabûtan de ji zindanê dertên, girtiyên ku cezayê xwe yê giran ê 30 salî qedandine, bi ferzkirina "poşmanbûnê" mafê wan ê azadiyê tê xespkirin. Ev kiryar, berdewamiya wê polîtîkaya zindanan a salên 80’yî ye. Di şûna îşkenceya fîzîkî û lêdana giran a berê de, îro stratejiya tunekirinê û tahakkûma biopolîtîk a ku li ser demê hatiye belavkirin, cih girtiye.

Tahakkûma li ser bedene

Di felsefeya modern de feylesofên wekî Michel Foucault û Giorgio Agamben dibêjin ku, hêza dewletê ne tenê bi qanûnan, rasterast li ser kontrolkirina hebûna biyolojîk a mirov (beden, tenduristî, temen) tahakkûm û desthilatdariya xwe berdewam dike. Agamben bi navê "jiyana rût" dibêje: Mirovê ku ji bin parastina qanûnî hatiye derxistin, kiryarên xerab ên ku li ser wî tên kirin û kuştina wî nabe sûc.

Ji 12’ê Îlonê heta îro, nexweşên giran ên ku di zindanên Tirkiyeyê de tên girtin, tam rûdana vê konseptê "jiyana rût" a rojane ye.

Saziya Tipa Edlî  (ATK) û saziyên wekî wê, pîvanên bijîşkî û zanistî danîne aliyekî, pir caran bi refleksên birdoziya dewletê raporên "dikare di zindanê de bimîne" amade dikin. Ev yek jî dihêle ku zanistiya bijîşkî bibe amûreke siyasî, ji qada şîfabûnê derkeve û bibe amûra cezakirinê ya serdestan.

Mirovên ku ketine nexweşiyeke mirinê ya giran û nikarin bi tenê bijîn, herwiha nikarin xizmetên xwe yên takekesî jî bikin, girtina wan a di nava çar dîwaran de nayê wateya infaza hiqûqî. Ev tê wateya cezakirina bi îdamê, ango di nava demê de hêdî hêdî dardekirin û kuştina wan. Bi vî awayî, bedena wan girtiyan dibe qada nîşandana hêza serdest û êşdarkirinê.

Girtiyên ku cezayê xwe yê zindanê yê 30 salî (muebbet) qedandine, “Lijneya Çavdêriya Îdarî” bi hinceta ku "rewşa wan a başbûnê tune ye" tahliyeya wan bi mehan û bi salan taloq dike. Ev yek jî nîşan dide ku dewlet bi hêza xwe ne tenê bedenê, dixwaze aqil û hafizeya girtiyan jî teslîm bigire. "Polîtîkaya Poşmanbûnê" ya ku ev saziyên îdarî li ser girtiyan ferz dikin, bêguman ne pîvaneke hiqûqî ye, rîtûelek biatkirinê ya felsefî û birdozîk e.

Desthilatdarî bi van kiryarên xwe dixwaze vê peyamê bide girtiyan: "Min ceza da te û 30 salan bedena te di nav çar dîwaran de girt, lê ev ne bes e. Ji bo ku tu azad bibî, divê tu rabirdûya xwe ya berê red bikî, nasnameya xwe red bikî û heqîqeta min wekî heqîqeta xwe qebûl bikî."

Armanca serdestan ew e ku girêdanbûna kesê girtî ya bi rabirdû, îdeal û hafizeya civakî re ku hatiye avakirin, qut bike. Ferzkirina poşmanbûnê, tê wateya ferzkirina xwekuştinê (întîxarê) ye, kuştina mirov a felsefî û exlaqî ye. Girtiyên ku îro vê ferzkirinê qebûl nakin û di zindanê de dimînin, ew jî mîna berxwedêrên sala 1982’an jiyan û azadiya fîzîkî ya bêrûmet qebûl nakin, îradeya xwe, exlaqê xwe û bîrdoziya xwe diparêzin.

Ji îşkenceya rût heta rejîma tecrîdê

Ji salên 1980’yî ji zindana Amedê heta îro, di navbera zindanên bi navê tîpa E, D, F, S, Y an jî zindanên Ewlehiya Bilind de qutbûnek tune ye. Ev tenê rafînebûna rê û rêbaz û metodan e. Di salên 1980’yî de bi kûçikan, daran, kemeran, ava kanalîzasyonê û bi hêza qibe dixwestin ku ruhê girtiyan bişkinin. Îro jî bi tecrîda mûtleq, bi îzolyasyona civakî, bi qedexekirina pirtûkan û bi qedexekirina têkiliya malbat û derve dixwazin li ser ruhê girtiyan şikestinê çêbikin. Bi kurtahî, di polîtîkaya zindanê de guherînek tune ye, tenê di nava berdewamiyekê de ji îşkenceya rût derbasî rejîma burokrasî û îzolasyonê bûne.

Berê dengê îşkenceyê di korîdorên zindanan de olan dida, îro bi dîwarên pir bilind û bi hucreyên yekkesî girtî ji civakê û ji çavên mirovan tên dûrxistin û qutkirin. Yanî tûndî hatiye estetîzekirin û di bin navê "mewzuatê" de hatiye rewakirin. Bi vî awayî dixwazin kiryarên xwe binuxumînin û veşêrin.

Zindan, cihê ku tê de "rewşa îstîsna" heye û rê û pîvanên hiqûqî tê de derbas nabin. Hiqûq bêwate û betal dibe, girtî di navbera dadweriya înfazê, îdareya zindanê û raporên ATK’ê de, di nava herêmeke gewr de, dibe mehkûmê paşerojeke nediyar.

Ontolojiya bêwext a berxwedanê

Li zindanên Amedê, di bin îşekenceyên Cûnta ya 12’ê Îlonê de, berxwedana Hayrî Durmuş, Kemal Pîr û rêhevalên wan, fîzîkseliya mirinê derbas kir û xeteke hebûnê ava kir. Îro jî, girtiyên ku nexweşiya xwe ya giran qet nakin xem û hêviya tahliyeyê nakin û girtiyên ku piştî 30 salan ferzkirina poşmanbûnê wekî bêrûmetî dibînin û tu carî serî natewînin, berdewamiya ruh û felsefeya berxwedana çalakiya mezin a Xeyrî û Kemal in.

Polîtîkaya zindanê ya dewleta Tirk, bi ser re dehan sal zêdetir derbas bûbe jî, di meseleya Kurdan û gelên muxalîf de mîsyona xwe ya wekî laboratuvara "çavtirsandin û şikandina îradeyê" winda nekiriye. Lê belê rastiya felsefî ya ku desthilatdar naxwazin bibînin jî ev e: Îrade û rûmeta mirov, ji temenê mirov ê biyolojîk xwedî wate û îradeyeke pir girîngtir û qedîmtir e. Ev bedenên ku di tabûtan de dertên derve û ev taloqkirina tahliyeyê ya piştî 30 salan, nikarin cewherê wê îradeyê kêm bikin.

Zindan, her çend ji muktedir re wekî cihê hikûmraniya mûtleq xuya bike jî, ji aliyê felsefî û rewabûnê de cihê ku tê de bêçaretiya wan a herî rût tê dîtin û teşhîrkirin e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.