
- Ji ber rewşa bindestiyê, ne bes e; dexsî, edoqewmî û neyartiya navxweyî û ya merivan, nexasim qayîşkêşana navmalbatî ya xwişk û birayan nahêle ku mirov li ser rewşinî jiyan û hebûnê yên awarte, lê bi rastî yên bingehîn raweste, bifikire, hin encaman derbixe û parve bike.
FERATÊ DENGIZÎ
Niha bihar e, şev e, westiya me, lê hişê min zindî. Gelo çi karê me li vê jiyanê, li vê gerstêrkê heye; em bê xwesteka xwe hatin û bê dilê xwe diçin, hezkirin ango evîn bi serê xwe pirsgirêka bingehîn. Barekî giran î tu nikarî bi dilê xwe hez bikî; berdêl jî giran, way bavo; qelen, na îca delîndêzê naqedin, salonên dawetan û niza’m çi û pere têrê nakin. Pirsgirêkên naqedin û derdên civakê, ka me yê ji hev hez bikira, jiyaneke azad bi hev re saz bikira, îca niza’m pergal, niza’m mijokdarî, niza’m siyaset. De haydê. Tew dê me yê ji hev hez bikira, îca jiyan tev bar; ne hezkirin dimîne, ne evîn, ne dilkenî. Bi ser de hevberdan dibe mode yan çareserî, nizanim.
Vê sibehê li baxçe bûm, bêhna axê, ya kulîlkan difûriya û konsera teyr û çivîkên curbe cur. Hişê min bêyî min çû ser jiyanê, bêhna jiyanê; her gîha, her nebat, her dar û devî, her balînde ango teyr û tirûr bêhnek, dengek belav dikirin li ser vê bihara rengîn î ku dil bi evînê dadigire. Îca bêyî mirov hişê mirov diçe dengê û rengên kevn, nexasim bêhnên kevn. Vê sibêhê jiyanê bêhnek da pozê min, min go qey ez çûm zarokiyê na wele bi sedan salan berê. Gelo wek tê gotin candar çend caran bi şêweyên cuda dijîn, li ser vê xaka ku hê jî em ne qedrê wê dizanin û nikarin pênasê jî bikin. Herê welê bêhnek ecêb ji kûr-jiyanê dihat, dilê min dikir bihara bihuştin. Rast e hûn ê bibêjin bêhnên genî jî hene li jiyanê, rast e, lê îro ew ji min re li paş e. Ê min dixwazim biharê ligel reng û dengê wê, bi bêhna wê jî bijîm. Bêhna xweş û dilgeş li pêş e îro, mîna serxweşê hebûnê me.
Min di ciyekî de xwendibû, lê jêder nayê bîra min. Digot, bêhn mirov naterkîne, belkî em bi bêhnan dijîn, belkî jî bê xeber. Bêhna dayikê, bêhna şîrê dayikê yê pêşîn, bêhna peyv û hezkirinên wê ku di temamê jiyana xwe de em lê digerin. Ew bêhna xweştirş î jiyanî, herê wele wek bêhnna gulê, gula gulabidîn. Ev bêhn paşê dibe bêhna yarê ya hezkiriyê, bê dîtin jî di nav qerebalixê de ew bêhn mirov ber bi xwe ve dikişîne. Bê dîtin mirov carina cara ewil î dibe naskiriyê wê, ew bêhn mirov bi hev re dide nasîn, kelijandin, tu dibê qey ev çend sal in mirov hevdu dinase. Heta dîsa dinivîsî ku mirov bi telefonê jî dipeyîve bêhna yê hember tê mirov, ket serê min jî. Carinan wisa li min jî tê, belkî jî ji hezkirina zêde ye.
Lê na, bêhna jiyanê heye û nayê pênasekirin, tê hîskirin, tê jiyîn û yê min hêzek xurt dide min ku li hember astengiyan têbikoşim. Ma ne “jiyan berxwedan e” ango “berxwedan jiyan e!”
Vê biharê bêhna asmîn û gulan ez birîm kûrjiyanê û qet ranawestim û her bi bêhnê dijîm. Çiqas peyv-têkilî-hiş asas in jî, bêhn nexş û peyva binhişî ya derasayî ye. Lê bêhnên çêker, ên çêkirî her tiştî dilewitînin ku nabe mirov bêhna rast î jiyanî fêhm bike.
Îca çiqasî bêhna evînê, ya hebûnê heye, bêhna azadiyê jî heye. Ya/ê ku lê digere dizane, helbest-klam-stranan jî li ser dibêje, dijene. Lê wek civak em her dem bi hesreta bêhna azadiyê ne. Bêhna azadiyê ji me re dibê bêhna jiyanê.
Dubare dibêjim; bêhna jiyanê bêhtir di buharê de tê hîskirin, belkî avabûna jiyanê ya gerdûnê di buharê de ye. Yanî Çarşema Serê Nîsanê ya Ezdayetiyê bi ya min pir watedar e û vê rastiyê dide der. Felsefeya hebûnê di buharê de veşartî ye.
Dîsa bêhna axê ya piştî baranê, belkî bêhna afirîna me ye, ma ne em berhemên axê ne; bêhna dar û deviyan, ya avê, ya mêrgan a dehl dirîyan; indeko, sinc, lewante, rihan, bêhna yarê, ya hêviyê… Herê wele bêhna jiyanê ya hebûnê ye. Ku hûn jî vala bûn ji teşqeleyên jiyanê, bêhnê bikişînin henasa xwe, ew ê we bide jiyîn.
Îca bêhna kûrdîrokê tiştina dixe hişên mirov; va ji dusedsalê zêde ye, ji Mîr Mihemedê Rewandizî vir ve (ku ew bi miftiyekî xapandibûn ku şer li hemberî Xelîfe gunehe û dîsa Bedirxan Beg kiribûn hevkarê xwe, ew jî xapandibûn) ligel lehengiyên bêhempa binketin hene. Em herî dawîn Şêx Seîdê Pîranî û Seyid Riza bînin bîra xwe; derbe tim ji hundir e û em heyranê lehengên xwe ne û hew, her li ser me komkujî û qirkirin; qirkirina fîzikî, zimanî, çandî û hwd… Ne war dimîne, ne welat! Dilê me dişewite û dubarê bêhna genîtiya hundirîn tê. De va herî dawîn tîrêjek azadiyê dibiriqe, Tevgera Azadiyê têdikoşe ji bonî serkeftinê, bi ked û cangorîtî li gel kêmasiyan… Çima têgihiştên me û qaşo yên ku kar bi wan dibe her li hember in. Ma ne bes e; Cerdevanî, Qontratî û hizbî şeytaniyan ji notî vîr ve em kor kirin, em pêşî li genîtiya bigrin ku herî dawî me bera hev didin, her roj wek xwîniya kevn mirov tên kuştin, çima em li xwe hay nabin… Ma hevkujiya navxweyî ne bes e!
Ne bes e ku bêhna yekîtiyê bifûre û bêhna jiyanê li me bibe bêhna bihuştê… Çima em tev dest nadin hev û dubareyên, sedbareyên dîrokî dikin, ma em ê her û her heyranê binketiyan heyraniya êşên civakî bin, ma serkeftin ne heqê me ye! Divê em dest bidin hev, berê rexneyên giran bidin dijminan, me rihê hev sitend, bes e! Şert, hişmendî, rêxistin û xebat guncav in…
Em wek gel, netew û civak bêhna yekîtiyê dixwazin ku ev bibe bêhna azadiyê û bêhna jiyanê!
Bibe jiyana me….






