
- Gotina jinan a derbarê têkiliyên eşîran ên navxweyî, nav eşîran, nav civakan, nav civak û dewletê de; ji aliyê bi rêya zimanê dayikê ji nû ve axaftina derbarê aştiyê de û ji nû ve avakirina aştiya civakî ve bivênevê ye. Baweriya me ew e ku dê jin di vê pêvajoyê de roleke mezin bileyîzin û wateyeke hêzdar bidin aştiyê û vê pêvajoyê bi awayekî serkeftî bi pêş bixin.
Di vê çarçoveyê de me xwest ku têkiliya di navbera zimanê dayikê û aştiya civakî de têgihên jin û aştiya civakî di çarçoveya avaniya eşîran de binirxînin. Pirsa me ya bingehîn ev e: “Di çareserkirina pirsgirêkên civakî de rola jinan û cihê zimanê dayikê çi ye? Di şerê eşîran de rola jinan çi ye, zimanekî dayikê yê aştîxwaz û hevbandoriya jinan, di ji nû ve pêkanîna aştiyê de dikarin peywireke çawa bigirin?” Di çarçoveya van pirsan de pêdivî heye ku zimanê dayikê, hebûna çand û nasnameyê, rola jinan a di lihevkirin û peymana civakî de, di çanda eşîran de domdariya aştiyê û hêzên ku aştiya civakî pêk tînin, bên vekolandin.
Aştî, civak û civakîbûn têgihên girîng in. Têgiheke din jî civat û civatbûn e; şêniyên gundekî yan jî taxekê hemû tên gel hev, ezmûnên xwe ji hev re vedibêjin; bi rêya çîrok, kevneşopiya dengbêjiyê û kar û barên hevpar pêvajoyeke civakî ya xwezayî dertê holê û avaniyeke civakî ya ku pirsgirêkên xwe bi hevparî çareser dikin pêk tê.
Li gor lêkolînên etîmolojîk ên ku di van salên dawîn de hatine kirin, têgiha “aştiyê” ji du kodên zimanî yên felsefeya zimanê dayikê ya Mîtra pêk hatiye.[1]“Aş” tê wateya aşê hêrandinê, “tî” û “tîbûn” jî pêdiviya bi avê vedibêjin. Di Kurdî de tîpên “E” û “A” li gelek cihan cî bi hev diguherin. Kîteyên “Jî” û“Şî” jî gelek caran cî bi hev diguherin. “Jî” di heman demê de, di Kurdî de şaneya bingehîn a peyva “Jin”ê jî pêk tîne.
Jîn û Şîn, Jen û Şen herçiqas xwediyê wateyên cuda bin jî, tîpên şaneya wan a bingehîn yek in. “Şî”ya ku di têgihên eşîr, eşîret û aştiyê de cih digire, têkildarî peyvên Şîr û Jîrê ne. Jîr (zîrek) tê wateya jêhatîbûn û wêrekiyê. Şîr jî jixwe şîr e.
Tîpa “Z”yê jî sembola nûjînê ye. Şaneya bingehîn a peyvên Zîn, Zen û Zendegîn tên wateya jin û jiyanê. Tîpa “Z”yê di zaravayên Kelhûrî, Pehlewanî, Soranî û Kirmanckî de rewşa xwe ya xweser parastiye. Lê di Kurmancî de bi piranî cihê xwe daye tîpa “J”yê.
Di binê ronahiya van agahiyan de, bi qasî pêdivî û bêrîkirina me ya ji bo zimanê me yê dayikê û şîrê me yê dayikê em tîbûyiyên aştiyê ne û ji bo aştiyeke mayînde, pêdivyeke me ya zêde heye. Di vê çarçoveyê de têgiha aştiya civakî bi tenê meseleya lihevkirineke siyasî yan jî ewlehiyê nîn e. Mirov dikare wek pêvajoyeke piralî ya ku li ser bingeha peymaneke çandî, zimanî, etîk, estetîk û civakî ava bike, binirxîne.
Têgihîkirina “Aştiya pozîtîf“ a Johan Galtung nîşan dide ku aştiya rastîn dikare bi peymaneke civakî ya li ser bingeha edalet, wekhevî û hevfamkirinê pêk bê. Di vê çarçoveyê de, wek pêkhateyên jêneger ên ziman û bi taybetî jî zimanê aştiya civakî û çandê, jin derdikevin pêş.
Jin û paşxaneya aştiya civakî
Gelo zimanê jinan bi tenê zimanê aştiya civakî û alaveke ku têkiliya navbera mirovan saz dike ye? Yan jî aştî û ziman bi tenê têkildarî mirovan in? Bêguman na! Aştî û ziman du diyardeyên di tevahiya cîhana giyaneweran de her tim û li her derê hene ne. Ji ber vê yekê, jinan aştiya pêşîn di navbera xwe û xwezayê de pêk anîne. Em dikarin bibêjin ku bi zanîn û daneheva ku ji xwezayê bi dest xistiye, bi zimanê ku bi xwezayê re afirandiye civaka xwezayî hekiriye.
Awayê têkiliyê yê ku jinan bi ziman û xwezayê re daniye; bi demê re bûye rengê jiyanê di Kurdiya ku em îro hîna pê diaxivin de, di kodên ziman ên ku wek “kîte” tên binavkirin de, hebûna xwe diparêze. Ji ber vê yekê, bergîdana zimanê dayikê û zimanê aştiyê ya di Kurdî de û wateya wê ya etîmolojîk di çarçoveya nivîsa me de pir watedar e. Lewra zimanê aştiyê mê ye. Jixwe %85’ê zimanê Kurdî jî xwediyê avaniyeke mê ye. Wek mînakên ku me li jorê dan, peyvên ziman, ziwan û ezman hem ji aliyê etîmolojîk ve û hem jî ji aliyê têgihî ve ji heman rehê tên û xwediyê rengekî mê ne.
Li gor kodên felsefeya ziman ên Mîtra tîpên “Z, M, W, N” mê ne[2]. Di vê çarçoveyê de tîpa “W”yê sembola asîmannasiyê ye û asîmannasiyê dinimîne. Di Kurdî de ji bo tîpa “W”yê jorzemîn tê gotin. Tîpa “M”yê sembola erdnasiyê ye û erdê dinimîne. Di Kurdî de wek jêrzemîn tê binavkirin. Tîpa “N” jî çandin û çinîn ê, huner û çandê dinimîne. Di navê Înannayê û 104 “M”yên ku ji aliyê Enkî ve hatine dizîn de agahiyên jinan ên zanistî, danehev û nirxên çandî dinimîne.
Gava ku mirov ji vî aliyî ve lê binihêre, mirov dibîne ku di dîrokê de jinan zimanê dayikê kirine rengê jiyanê û zimanê aştiyê afirandine; bi rêya vî zimanê dayikrengî aştiya pêşîn bi xwezayê re û di navbera xweza û mirov de pêk aniye. Em îro jî dibînin civaka ku jinan pêşengiya wê kiriye ji xwezayê xwedî bûye, ji bo parastin û domandina jiyanê her roj ji xwezayê re dia dike û gelek çalakiyên çandî yên bi wî rengî hîna jî didomin. Jinên Kurd ji bo ku roj ji nû ve hilê, beriya ku roj hilê şiyar dibin, ji bo rojê nimêj dikin û bi armanca tiştên ji xwezayê wergirtine careke din li xwezayê vegerînin diperisin. Di çarçoveya vê hişmendiyê de bi sedan rîtuel û fîguran bi pêş dixe, wan dijîne û nîşan dide. Ji bo ku em van ramanên xwe şênbertir bikin, em dikarin wek mînak behsa jinekê bikin.
Li gor salnameya Kurdan, şeva herî dirêj a salê wek “Şeva Mêhr” tê binavkirin; wateya wê jî “Roja Dirêj a Ronî” ye. Ev şev, wek “Şeva Yelda” her sal di 21’ê Kanûna Pêşîn de tê pîrozkirin. Bi vê boneyê ji bo rojê û xwezayê sê rojan rojî tê girtin; bi armanca tiştên ku di wê salê de ji xwezayê hatine wergirtin careke din li xwezayê bên vegerandin, darên hinar, sêv û beroyan tên danîn. Dîsa navên daran ên wek Hinar û Sêvê li zarokên ku wê salê tên dinyayê, tên danîn. Bi vî awayî, bi rêya zanist û zanyariya jinan, felsefeya jinan bi rêya yekbûna jinan a bi xwezayê re, bi zimanê aştiyê ji nû ve tê afirandin.
Di vê çarçoveyê de, ji bo ku wekhevî û aştiya di navbera mirov û xwezayê de bê pêkanîn, di heman demê de aştiya civakî pêk bê, gava ku zimanê dayikê hatiye bipêşxistin, zimanê aştiyê jî bi pêş xistine. Gula Lûlûper/Sosina Avê (Lotus) a ku sembola ronahiya felsefeya Mêhrî-Mîtra yê ku li hemberî xerabî û pevçûnê serî rakiriye û tarîtî tune kiriye, di nava ritamê de her roj ji nû ve vedije, jiyanê ronî û xweş dike[3].
Ev hişmendî di nava gelê Kurd de û bi taybetî jî di nava jinan de wek awayekî hebûnê yê ku ji kevneşopiyê ber bi dahatûyê ve diçe, hatiye afirandin. Di baweriyên Yarsantî, Êzdîtî û Elewîtiyê de rojên wek Cejnî Mar, Cejnî Henar, Cejnî Yeqût û Mircan – Hêkê Rengînî (Çarşema Sor), Cejnî Eşûrî, Cejnî Adar, Cejnî Newroz û Cejnî Mêhr ku wek Mêhrîcan tên binavkirin, wek rojên ku mirov xwe bi xwezayê didin bexşandin û xwe bexşî xwezayê dikin hatine daxuyandin. Ji ber vê yekê ye ku li ser vê axê jin beriya rojê şiyar dibin. Ev şiyarbûn şiyarbûneke ku bi xwezayê re aşt dibe ye. Ji ber vê yekê, pir watedar e ku aştiya civakî bi gotin û zimanê jinan bê pêkanîn.
Dirûşmên “Zimanê Me Hebûna Me ye, Zimanê Me Nasnameya Me ye, Zimanê Me Jiyana Me ye û Bê Ziman Jiyan Nabe” ên di Kurdî de bi awayekî xurt zimanê dayikê, zimanê jinan û zimanê aştiya civakî dinimînin.
Ji dîrokê ta niha; çi di nava malbatan de, çi di nava civakan de, çi di nava dewletan de, bi kurtasî di hemû qadên jiyanê de ziman û zimanê dayikê xwediyê cihekî diyarker e. Ji ber vê yekê, dema ku zimanê xerabiyê, zimanê nexweşikiyê û zimanê şer serdest dibe; pevçûn, qetliyam û mirin çêdibin, tarîtî serdestiya jiyanê dike. Li dijê vê yekê, dema ku zimanê aştiyê, zimanê bedewiyê û zimanê ronahiyê serdest dibe; nirxên etîk û estetîk û jiyana azad pêkan dibe.
Vî zimanê felsefeya jiyana azad ji dîrokê ta roja me ya îroyîn bi navbeynkariya çîrok, çîrvanok, rîtuel û kevneşopiyên devkî ji nifşekê derbasî nifşeke din bûye. Di vê çarçoveyê de zimanê dayikê yê ku di heman demê de zimanê aştiyê ye di avakirina jiyana azad de yek ji hîmên bingehîn e, heta yê herî bingehîn e. Ji ber vê yekê, parastin û zindîhiştina ziman tê wateya parastin û mayîndekirina aştiya civakî.
[1]Xecê Şen, Hûmîtra: Felsefeya Hûnerê ya Mêhrî-Mîtra, Diyarbakır: Aram Yayınları, 2021.
[2]Xecê Şen, Hûmîtra: Felsefeya Hûnerê ya Mêhrî-Mîtra, Diyarbakır: Aram Yayınları, 2021.
[3]Xecê Şen, Hûmîtra: Felsefeya Hûnerê ya Mêhrî-Mîtra, Diyarbakır: Aram Yayınları, 2021.
XECÊ ŞEN







