Diziya wêje û dîrokê

Nûçeyên Forum

Çarşem 1 Tîrmeh 2026 - 10:00

  • Çîroka “Elîbeg û Çildizan” an jî “Ali Baba ve Kırk Haramiler” ? Çîroka Ali Baba û Çilheramiyan di dîrokê de bi gelek awayî hatiye vegotin. Di çîrokên Hezar û yek Şevan de derbas dibe. Di sedsala 18’emîn de ji hêla Antoine Galland ve bi navê “Les Mille et Une Nuits” di navbera salên 1704-1717’ an de hatiye nivîsandin.

 

 

AHMET ÇELÎK

Di çîrokê de Ali Baba û birayê xwe Qasim cîranê hev in. Piştî mirina bavê wan birayê wî Qasim ji ber ku çavbirçî û hebekî xedar bûye mîrateya ku ji bavên wan dimîne ji xwe re hiltîne, bi jinek maldar re jî dizewice û li gorî Ali Baba jiyanek xweştir diborîne. Alî Baba mirovekî bêxem e, kêfo ye û dinya ne li ser bala wî ye. Bi jinek feqîr re dizewice û ji bo debara xwe bike êzingvaniyê dike. Rojekê ji rojan diçe daristanê ku hinek êzing bibire, bifiroşe, lê dibe şahidê bûyerek pir balkêş. Dibîne ku heramî li ber deriyê şikeftekê sekinîne. Lê deriyê şikeftê bi kevirekî mezin ve girtiye. Heramî, ji bo ku derbasî şikeftê bibin dibêjin “Açıl susam açıl” deriyê şikeftê vedibe, demekê di hundir de dimînin, gava ku derdikevin jî dibêjin “Kapan susam kapan” û derî tê girtin. Alî Baba matmayî dimîne, piştî heramî dûr dikevin dihere, ew jî wê peyvê dubare dike û derî vedibe, ku çi bibîne. Şikeft tije zêr û zîv û micewher in. Tûrikê xwe tije zêr dike û dibe malê. Ji hevsera xwe re dibêje here ji mala birayê min Qasim mêzînê bîne em ê zêrê xwe biwezinînin.

Hevsera Qasim ji hevsera Ali Baba dikeve gumanan ku wê çi biwezinîne û bi tiştekî mezeloq binê mêzînê diseyîne. Hevsera Ali Baba hebikekî kavuk e. Piştî zêre xwe diwezinîne ji ber ku binê mêzînê mezeloq bûye zêrek bi binê mêzînê dizeliqe lê ew nabîne. Dihere mêzîna wan dide wan. Gava ku hevsera Qasim vî zêrî dibîne ji Qasim re dibêje. Qasim bi berger û bi fen û fûta ji Ali Baba fêrî meseleya şikeftê dibe. Qasim gava bi tenê dimîne bi dizî dihere derîyê şikeftê vedike û ji ber ku mirovekî çavnebar e barê kerekê tije zêr û zîvan dike. Lê mixabin ji kêfa zêr û zîvan ji bo ku ji şikeftê derkeve derve şîfra derî nayê bîra wî û di hundirê şikeftê de asê dimîne. Demek di ser vê bûyerê re derbas dibe heramî vedigerin şikeftê. Di şikeftê de Qasim zeft dikin û wî dikujin. Ji bo xofê têxin dilê gel wî perçe perçe dikin û bi çar aliyê şikftê ve dadliqînin.

Ali Baba fam dike ku birayê wî wenda bûye. Dibê ku hebe tune be çûye şikeftê. Li şikeftê dinihêre ku heramiya Qasim kirine çar perçe û daliqandine. Ali Baba bi awayekî zîrekî, biaqilî heramiya û mezinê wan dixe kemînê û wan dikuje. Şifra şikeftê û sira heramiya ji kesekî din re nabêje. Wê sirê bi xwe re dibe gorê.

Min ev çîrok bi kurtasî qise kir. Bi taybet di dîrokê de ev çîrok qaşo li Bexdê derbas dibe û xelîfê Bexdê bi xwe jî di çîrokê de cî digire. Çîroka Ali Baba ji hêla gelek dewletan ve bûye fîlmê sinemayê. Li Tirkiyeyê jî bi navê “Ali Baba ve Kırk Haramiler” filmeke sînema hatiye kişandin.

Di sala 2009’an de li gundê Qosera Mêrdînê Diêmê xezîneyek hate dîtin, bi navê xizna “Ali Baba ve Kırk Haramiler”.  Ev navê xiznê tiştekî pir balkêş bû. Bi rastî ji min re jî pirsek bê bersiv bû. Diêmê li ku Bexda li ku? Çi têkiliya Ali Baba û Kırk Haramiler û Beriya Mêrdînê bi hev re hebû? Ger bûyer li Bexdê derbas bûbe xezîna wan ew ê çire li Diêmê be? Gelek pirsên bi wî hawî di serê min de derbas dibûn.

Rojekê ez ji Qoserê ber bi Dêrikê ve diçûm. Em di ber gundê Çildiza derbas bûn. Zinginiyek ji serê min hat. Çil-diz. Kırk-haramiler. Gelo dibe ku herdû yek bin? Ku hîn zêdetir ez li ser vê bûyerê mijûl bûm tiştnî balkêştir jî min bihîst.

Di herêma Dêrikê de navê hin gundên balkêş derketin pêş min. Ew gundên û deverên ku di çîrokê de derbas dibin bi tevahî li herêma Dêrikê ne û 10-15 km.an nêzî hev in. Li wê herêmê çend gund û war hene ku navê wan balê dikişîne ser vê bûyerê. Wek mînak: Çildiz (Adakent), Elîbeg (Ali Baba), Heramiya (Zeytinpinar), Heramiyê (Tepecik), Taxa Guher (li kêleka Gundê Tilbisim), Gir Kemîn (girekî li nabeyna Dêrik û sê rêka rêya hevrîşimê de ye)  û hwd. Ez li ser vê şopê meşiyam. Ez ketim wê baweriyê ku ew çîrok li herêma Dêrikê derbas bûye.

Peyvek pêşiyên me heye ku ev peyv li herêma Mêrdînê pir tê bikaranîn. “Ez li vir û xelîfe li Bexdê”  gelo dibe ku di wê demê de ev gotin derketibe holê. Ji ber ku ew ên sûc dikirin gava ji wan re dihate gotin ji bo çi hûn wiha dikin qey hûn ji lêpirsînê natirsin, bi awayekî ji xwe bawer digotin ohooo “Ez li vir û Xelîfe li Bexdê”. Di vê gotinê de jî gelo mirov dikare bibêje ku wan Heramiyên ku sûc dikirin pir dûrî Bexdê bûn lê bi Bexdê ve girêdayî bûn. Ji ber ku dûrî Bexdê jî bûn tu tirsa wan ji Xelîfe tune bû.

Weke ku tê zanîn rêya Hevrîşimê û rêya Beharatê di Mêrdîn û Amedê re jî derbas dibûn. Karwanên ji Amedê ber bi Hesîça, Helebê, Anatoliya ve biçûna û karwanên ji Anatolya, Hesîça û Helebê dihatin Amedê li binya Dêrika Çiyayê Mazî li gundê Tilbisimê aniha jî bi navê Taxa Guher ciyek heye. Li wir ji ber ew û heywanên wan bi rojan dimeşiyan dibetilîn û wê dera ji bo betlanê ciyekî guncav bû disekinîn. Eşyayên xwe, danûsitendinên xwe li wir bi hevre diguhertin. Ji ber wê yekê navê wê derê wek Taxa Guher (ciye guherandinê) tê nasîn. Gundê Çildiza jî li binya Dêrikê bi 12 km an dûrî Dêrikê ye, warê ewan çildizan bûye. Li wir dijiyan, beriya ku derkevin ji bo talankirina karwanan ji gundê Çildiza derdiketin û nêzî gundê Çildiza girek bi navê Gir Kemîn heye li wê derê planên xwe çêdikirin û êrîş dibirin ser karwanan, weke ku ji navê wî jî tête fêmkirin Gir-Kemîn (yanî ciyê ku kemîn li pêşiya karwanan vedidan).

Dêrika Çiyayê Mazî

Li binya Dêrikê bi navê Heramiya gundek heye, aniha ew û Dêrikê ketine nava hev. Ev gunda jî bi qasî ku min lêkolîn li ser kiriye ciyê dizên mêr bûye. Gundê Heramiyê jî ciyê dizên jin bûye an jî malbatên wan li wir dijiyan. Di nabeyna Qoser û Dêrikê de ku aniha di bin ava bendê de maye bi navê Herêma Kêfê hebûye. Li w êderê jî çildizan û malbatên xwe gava ku neçûna talanan diçûn kêf û seyranê.

Li gundê Ofîye nêzî sêrêka Dêrik, Qoser û Wêranşarê ye di tahtekê de şikeftek heye li ser deriyê wê şikeftê sûretê du Şêran heye û aniha di nav gel de wek “Deriyê Xiznê” tête bi navkirin. Tê gotin ku ew tilsima (şîfreya) ku ji hêla çildizan ve dihate gotin li ser deriyê vê şikeftê dihat gotin û derî vedibû.

Gundê Elîbeg jî di nabeyna Dêrik û Wêranşarê de 24 km an dûrî Dêrikê ye û bi qasî ku ez têgihîştim Elîbeg ji wî gundî ye. Bi yetamî mezinbû ye, di êrîşên dijmanantiyê de bavê xwe wenda kiriye. Piştî dibe xort diçe ekseriya Osmaniyan û ji ber zîrektî û jêhatibûna xwe dibe serleşker. Di pey re jî paşayê Osmaniyan begligê dide wî, hêz û qeweta wî hîn jî zêde dibe. Piştî vedigere dibe mezinê eşîra xwe, eşîra Sorkiya. Di roja îroyîn de jî neviyên neviyê wî li wê herêmê li gelek gundan dijîn. Girêsor, Germika jêr û Germika jor, Sûsik, Remok, Xirbê Gura, Qûrix, Qizila Ava û a Qizila xerabe û Ernebî. Elîbeg wek bapîrên xwe dibînin.

Bêçarebûnî pir zor e. Di beriya Mêrdînê de peyvek kevnar heye, dibêjin; “Ereba li talanên me xistin, me bi xebera mala wan şewitand.” Wer xuyaye ku ev peyv jî dibe ku ji vê demê mabe, ji ber ku ew çildiz bi eslên xwe Ereb bûne.  Li talanan dixistin û gel nikaribûn xwe biparastana, bi tenê ji destên wan dana xebera dima û nifir dikirin. Her ku dem derbas dibe talan û şelihandinên li herêmê zêde dibin. Êdî tehemila karwan, gundî û eşîrên wê herêmê nemabû, hawara xwe dibin ber deriyê Elîbeg da ku derdê wan çareser bike. Elîbeg hêza xwe, leşkerên xwe dide ser hev û bi dizan re dikeve şerekî giran. Di dawiya wî şerî de diz têk diçin, Elîbeg û gelê li herême dijîn, karwanên diçûn û dihatin dikevin ewlehiyê.

Ji xwe Ali Baba weke ku di çîroka tê zanîn de derbas dibe mirovekî bêkes, feqîr û kawik bûya ne mimkinbû ku bi çildizan re şerbikiraya û wan gişan bikuştaya. Ev tişt dûrî aqila ye. Lê Elîbegê ku em di vê nivîsê de qala çîroka wî dikin, beg e, xwedî eşir e, bi sedan suwariyên wî hene, xwedî hêz û biryar e û bi rihetî dikare ewan çildizan têk bibe. Evaya ji bo têkbirina çidizan  nêziktirî aqila ye. Dawiya dawî em giş pê dizanin ku dîroka Kurdan, wêjeya Kurdan û mûzîka Kurdan ji hêla Tirk, Ereb û Farisan ve bêhejmar hatiye dizîn. Ji ber bêxwedîbûnê, bêdewletbûnê ez di wê bîr û baweriyêde me ku çîroka Elîbeg û Çildizan jî ji hêla desthilatdaran ve hatiye dizîn.

 

Nexşa Dêrikê

Di nexşeyê de ciyên ku bi pênûsê binê wan hatiyê xêzkirin, ewan derên ku bûyera Elîbeg û Çildizan lê qewimîne nîşan dike. Di nexşeyê de jî weke ku tê dîtin cihên bûyer lê qewimîne bi qasî 10-15 km. yan nêzî hev in û bi giştî girêdayî navçeya Dêrikê ne ji bilî gundê Diêmê, ew girêdayî Qoserê ye.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.