
- Di serî de em lê binerin, bê ka gelo ev têgeha zimanên Hînd-Ewropî, ku zimanê Kurdî bixwe jî di nav de cih digre, ji ku derê tê!Ev ji herîkîna dîrokê heta niha mijareke girîng e û lêkolîn jî li ser hatine kirin.
ARYEN MENDÎ
Ji salên 1600 bi şûnde gerokên Ewropî ku li Rojhilat Navîn û Asyayê digerin, tişta di serî de dêhna wan dikşîne, axaftina gelên heremê bûye û di nava wan ger û geştên wê serdemê de, dibînin ku zimanên wan û rojhilatiyan dişibin hev û li dû lêkolînên dûdirêj jî, di sala 1813' an de, zimanzanên Ewropî vî navî lê datînin. Û weke em dizanin, ji wê serdemê û pê ve jî, di wateya zimanên li ser xeta ji Hindistanê û ta Ewropayê de, weke zimanên Hînd-Ewropî hatiye pênasekirin.
Belê li dû vê pênasekirinê jî, hewldanên zanyar û zimanzanên Ewropî ranewestiyane û ji 103 welatên ku bi zimanên Hînd-Ewropî diaxivin, biqasî 13 kesayetên şareza û zanyar dikevin nava lêkolînên zanistî yên kûr û dûr. Ji zanîngehên New York, Kalîforniya û Oxford jî di nav de, pisporên bi nav û deng bi awayekî hevpar dikevin nava lêkolînên zanistî. Û ev lêkolînên mijara gotinê jî, li zanîngehên welatên weke Zelanda, Holanda, Belçika, Awusturya, Îngîltere û Emerîkayê pêk tên. Pîşesaz û pisporên ku tevlî vê lêkolîna zanistî bûne jî, ji zimanzan, çandnas, dîroknas, erdkol, etîmilog, morfolog û bîolog pêk tên. Di heman wextê de, ev kesayetên şareza û zanyar, di warên RNA, DNA, GEN, mîqrobîyolojî, îmunolojî, bîomatematîk, molekulerî, felsefe, pisporên qada kompîtûrê, pispor qada xwezayî û avhewayî, psîkolojî, noşdarî û hwd. de jî serkeftî û şareza bûne û xebatên xwe biencam kirine.
Piştî ku ev lêkolînên xwe bi dawî anîne jî, encamên ku derketine holê, di kovara Science ku bi tenê lêkolînên zanistê diweşîne de hatiye weşandin.Mijara li ser lêkolîn hatine kirin, gelo reha zimanên Hînd-Ewropî ji ku derê hatiye, ango jêderk ku der e û bi çi awayî bela bûye?
Li ber dest di rêza yekemîn de pesarên PONTÎK ku vê gavê weke dewleta Ûkranya tê nasîn hebûye û li dû lêkolînan jî, dîroka wê birine berî zayînê şeş hezar salan. (bz. 6000) Û di rêza duyemîn de jî li ber dest Mezopotanlmyaya jorîn hebûye û serborî, ango raburdûya wê, hetanî berî zayînê neh hezar û pênsed salan birine. (bz.9500).Ev yek jî bi daneyên berdest, yên weke çandinî, cot, şikeft, avahî, û amûrên jiyanî hatine pesendkirin.
Roland BRETON, hemwelatiyê dewleta Fransa ye û di derheqê zimanên cîhanê de jî xwediyê azmûndariyên piralî ye. Belê Roland BRETON ne bi tenê zimanzan, her wiha dîroknas e jî û di hêla erdnîgarî, çandî, hunerî, folklorî û civaknasiya cîhanî de jî, xwediyê lêkolîn, nirxandin û şiroveyên zanistîyê ye. Him di berhema xwe yî yekemîn de, (1955) û him jî di berhema xwe yî dûyemîn de, ravekirinên giring nivîsandine.
Roland BRETON wiha nivîsandiye; Derketina zimanan a ser dika dîrokê, di navbera 10.000 û ta 70.000 salên beriya zayînê ( b.z ) de pêk hatiye.Û wiha berdewam kiriye; Belê zimanê kurdî zimanekî herî kevnar e, yê mirovahiyê ye û gengaz e ku zimanê kurdî maka hemû zimanên cîhanî û yekemîn zimanê ku mirovahî pê axivî be jî!
Ji hêla zimanzanên bi navên, Max planck, Paul Heggarty û Cormac Andersson ve bi awayekî fermî ji raya cîhanî re wiha hatiye ragihandin;
"Zimanên ku weke zimanên Hînd-Ewropî têne pênasekirin, weke cara yekemîn (1.) Li başûrê Mezopotamyayê û ji aliyê wî gelê ku şaristaniya herêmê damezrandine ve hatiye peyivîn.
Erdkolên Emerîkî, prof. Robert John Braidwood û Bruce Howe bi awayekî hevpar li Kurdistanê erdkol bûne û li gelek deverên Kurdistanê tevlî karên erdkolî (arkeolojî) bûne û encamên lêkolînên xwe jî bi vî awayî belav kirine; Beriya zayînê (bz.)
Di navbera 6000-10000 salan de, gelê heremê ji berhevkarî û neçîrvaniyê, derbasî niştecihiyê bûne. Piştî ku niştecih bûne jî, şikeft kolane, çandinî pêk anîne, komik, malbat, gund, êl ava kirine, ajal kedî kirine, şaristanî pêk anîne. Li dû jî bi vê çanda çandinî û ajalxwedîkirinê re, ber bi, Mezopotamyaya jêrîn ve, ber bi Anatolyayê ve û ber bi Îranê ve bela bûne. Dîsa hatiye gotin ku, di nava heyam û serdeman de jî, ber bi bakurê Efrîkayê ve, ber bi Ewropa ve û ber bi Hindistanê ve bela bûne.
Dîsa ji hêla zimanzanê înglîz wadell ve, li dû lêkolînên xwe yî demdirêj yên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, şîroveyên giring kiriye. Li gorî nirxandin û şîroveyên Zimanzan Wadell, maka peyvên îngilîziya ku îro pê tê axaftin Rojhilata Navîn e û ji sedî pêncî (%50) peyvên wê jî, ji zimanên Kurdî û Sumerî pêk hatiye.
Li dû jî wiha berdewamî daye encamên lêkolînên xwe: Li herêma mijara gotinê, bikaranîna tîpan, bikaranîna hejmaran, nivîs, muzîk, wêje, çîrok, pîşesazî, endustrî, bazirganî, kanên madenan hatine vedan û di dîrokê de, beriya zayîné (b,z) bi 7000 sal berê, qumaşê dirûnê li kana ajaro hatiye dîtin.
Di 2006'an de, li zanîngehên Pensîlvanya û Zelanda nû, bi alîkariya mejiyê çêkirî, li ser DNA, RNA Û GEN'an komxebateke zanistî çêbûbû û ew komxebat jî, di kovara zanistî ya navneteweyî (sansê) de hatibû weşandin. Di encama lêkolîna vê komxebatê de, derketibû holê ku maka zimanên Hînd- Awrûpî, maka zimanên Slavî û maka hemû zimanên ku weke zimanên Aryenî têne pênasekirin, dapîr, mak û jêderka wan Kurdî ye.
Dîsa li gorî hemû daneyên dîrokê, weke destpêk, 11.000 sal berê cemed û qeşaya cîhanê li Mezopotamyayê heliyaye, avhewa guheriye, çinîn û çandinî li vê herêmê pêk hatiye û ajal li vê parzemînê kedî bûne û hatine xwedîkirin. Û ev yek jî, bi kolandinên li Girê Mirazan, Newala Çolî, Şikeftên Hîlarê, Şikefta Şanîdarê, Perestgeha Xerabreşkê, Girên Helêfê, Qotikên Hîlanê û bi dehan cihên din de jî, bi awayekî zanistî hatiye peyitandin.
Dîsa tişta Dêhndar ew e, ku hemû zimanên li dîrokê bûne mal, weke Sumerî, Aqadî, Persî, Babilî, Asûrî, Mîtanî, Ûrartî, Medî û bi dehan zimanên din, li Mezopotamyayê, li kevaneka zêrîn, ango li Kurdistanê Jiyane. Dîsa Avestaya Ezdayî beriya zayînê (b.z ) bi 2300 salan li vê parzemînê hatiye nivîsandin. Girê Mirazan, heta 11.000 salan diçe, li Rihayê, ango li vê parzemînê ye. Şikefta Şanîdarê, ta 68.000 sal beriya zayînê ( b.z) diçe, li başûrê Kurdistanê, li heman parzemînê ye.
Weke encam; Ji hemû daneyên zanistî yên dîrokzan, erdkol, etîmolog, zimanzan û hwd. ve jî bi awayekî zelan hatiye peyitandin ku zimanê Kurdî ne "ZIMANEKÎ NENAS!!! Û NAYÊNASÎN!!!" e.







