Kurd Kurdî û dîrok

Nûçeyên Forum

Sêşem 23 Hezîran 2026 - 10:00

  • Hemû zimanzan û pisporên ku di etîmolojiya zimanan de ked dane, gihîştine  yek encamê û encam jî ew e, ku ziman ji xwezayê û bi awayekî xwezayî hatine afirandin.

 

ARYEN MENDÎ

Ango, ji dengê ba, ji barîn û dengê baranê, ji kar û baran û ji tevgeran bi şêwazekî xwezayî hatine afirandin û dîsa di nava heyam û werçerxanan de, bi awayekî xwezayî bipêş ketine. Dema ku em weke kurd li ser zimanê xwe kurdî rawestin; Em ê têbigihêjin ku ev têgeh çiqas rast û di cih de ye ! Weke mînak; Top diteqe û digurmîne, ba divizîne, av dixwujîne, kew diqebîne, mirîşik diqijîne, kûçik diewtîne, gur diûrîne û hwd...

Belê di heman demê de, him dîroka nivîsandî û him jî hemû cîhana îroyîn, Sumeran weke bingeh digrin dest û dîrokê jî, bi Sumeran destpê dikin. Ango, di dîroka nivîsandî de, bi vî awayî tê ravekirin. Li gorî ku di dîrokê de tê nivîsandin, heyam û serdema Sumeran, ji 4000 salan û heta 6000 salan beriya zayînê diçe. Wexta ku em werin ser nivîs, serborî û rabirdûya Sumeran, em dibînin ku di bermahiyên wan de, (tablet-gatha) gava ku behsa hezaran salên derbasbûyî dikin de, dertê holê ku bi destê qewmê Arî, ango Aryeniyan serdema Nêolotîkê hatiye avakirine.

Û di Nêolotîkê de jî pêşveçûna mirovahiyê, bi çandinî, çinîn, neçîrvanî û hwd. ve bi pêşde çûye. Aryenî di serdema Nêolotîkê de, debara xwe bi van berheman kirine û bi xweza û derdorê re jî bûne yek û bi şêwazê ekolojîk jiyane. Vêca dema ku em li ser wate û etîmolojiya peyva Arî-Aryen-Aryenî rawestin; Bi hêsanî em ê bibînin, ku peyveke bi resenî ji zimanê kurdî hatiye girtin ! Lewre, weke ku derketiye holê, têgeha qewmê Aryenî ew e, ku ji wî gelê bi ax, erd, cotkarî, çinîn, çandinî, ajotin û hwd. re mijûl bûne û bi van berhem û hêmanan jî debara xwe kirine re hatiye gotin. Ev tiştên ku me li jorê destnîşan kirin afirandine û bi wan debara xwe kirine û bi wî awayî jî jiyana xwe domandine. Weke me berê jî destnîşan kiribû, ku ziman ji xwezayê bixwe hatine afirandin.

Vêca dema ku em li ser peyva (etîmolojî) Arî-Aryen-Aryenî rawestin; Pir bi zelalî dertê holê ku, peyva Aryen, bingeha xwe ji zimanê kurdî wergirtiye. Lewre; di dîrokê de cara yekemîn kurdan, di hundurê kevaneka zêrîn de, bi erd, ax, cotkarî û ajal xwedîkirinê re mijûl bûne. Bê gûman peyva Ar-yen, Ar-yenî jî, ji erd, ard, ax, ango ji (erezî) pêk hatiye. Yanê; kesên ku bi erd-ard-axê re mijûl bûne û debara xwe pê kirine re hayiye gotin. Lewre ye ku Sumeran ji wî qewmê ku li quntarên çiyayên Zagrosan û hundurê kevaneka zêrîn de bi erd, ax, çinîn, çandinî û sewal (ajan) xwedîkirinê re mijûl bûne re, gotine qewmê Aryen an jî qewmê Aryenî. Dîsa li gorî Sumeran, kesên ku heyam û serdema Nêolotîkê afirandine jî, qewmê Aryen bixwe ne. Vêca babet ev e; Ger ku dîroka nivîskî bi Sumeran destpê dike, nexwe divê bê pejirandin ku, ev tiştên me li jorê li dû hev rêz kirin jî, rast in û spî weke mast in.

Lewre ev têgeh hemû jî, di nivîs-gatha-tablet û forklora Sumeran de hatine tomarkirin û pesindkirin. Vêca di dîroka Sumeran ya nivîsandî de, ku li ser kelpîç û tehtan hatine xêzkirin, qal û behsa cîranên xwe jî kirine. Behsa Hurrî (horrît), Gûtî û Kasîtan jî bi berfirehî hatiye kirin. Di zimanê Sumeran de, ji bona kesên çiyayî an jî kesên ji çiyayên bilind bûn re, Horrît-Hurrît hatiye gotin. Û ji bona kesên ku bi ga û sewalan (ajal) debara xwe dikin, bi ga cotkarî û çandinî dikin jî, Gûtî ango kesên ku bi ga'yan debara xwe dikirin dihate gotin. Dîsa ji bona ew kesên ku ji çiyayan daketibûn û  li bajaran kar û barên bajaran dikirin jî, Kasît an jî Kasîtî dihate gotin. Di heman katê de, Sumeran bi mêranî, mêrxasî û şervanî jî qal û behsa Horrît,Gûtî û Kasîtiyan kirine û têr û pesn û methên wan dane. Ya herî girîng jî, dîsa di nivîs û bermahiyên Sumeran de tê gotin ku, bi alîkarîya şervan û tekoşerên Horrît, Gûtî û Kasîtan, me zora Qralê Aqadan Sargonê zilimkar biriye. Sumeran di gelek êfsane, serpêhatî û destanan de jî, behsa van bapîrên kurdan kirine.

Weke nimûne jî, mirov dikare destana Derwêşê Evdî nîşan bide, ku ev destan jî, berî zayînê  bi 2000 salî berê pêk hatiye û vê destanê jî di nivîsên Sumeran de bi berfirehî cihê xwe girtiye. Vêca di nivîsên Sumeran de tê gotin ku, ji bona qewmê çiyan ziman û çanda xwe biparêzin jî bêhempa li berxwe dane û têkoşiyane. Warên xwe qet û qet bernedane û koçî cih û welatên tu kesan jî nebûne. Û di heman demê de, tu kes jî li nava xwe nepejirandine û nehewandine. Her û her di çiyayên berz, bilind û asê de, bi ax, erd, xweza, çinîn, çandinî û ajal xwedîkirinê re mijûl bûne û her û her jî, xwe sipartine quntarê çiyayên berz û bilind da ku xwe ji talanan biparêzin û nebin parî û di devan de neyêne helandin. Lewre ku ne Asuriyan, ne Babiliyan, ne Rûman û ne jî tu kesên din nikaribûne bapîrên me kurdan di çiyayên asê de têk bibin. Heta tê gotin ku, dema Skenderê Makedonî dixwest derbasî serdegirtina Hindistanê bibe, bi tu astengiyan re rû bi rû nemaye, lê belê li çiyayê Zagrosan li bapîrên kurdan aliqiye û lewre jî riya xwe guhertiye û di nava sehra Ereban re derbasî Hindistanê bûye.

Vêca hevalên hêja, dostên delal û kurdên birûmet û serbilind, weke ku ji bermahiyên Sumeran jî tê xuyakirin û dîsa di erkolandinên van salên dawî de jî hate pesendkirin ku dîrok di asasê xwe de bi Nêolotîkê dest pê dike û ew kesên ku Nêolîtîk afirandine jî Aryenî ne, ango, bav û  bapîrên me kurdan e. Lewre ku em bi hêsanî dikarin bibêjin; Hûrrît, Gûtî, Kasît, Lolo, Kurtî, Mîtanî û Medan mohra xwe li dîroka mirovahiyê xistine. Lewre divê em jî weke  neviyên wan kesên ku şaristanî ava kirine ji xwe û ji hêza xwe haydar bin û li îroyîn û siberoja xwe baldar bin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.