
- Hin deng hene ku tenê ji qirikê dernakevin; ew ji kûrahiya dil, ji birînên dîrokê, ji bîranînên bêhempa yên gel û ji tîrêjên erdnîgariya lê dijîn hildikişin. Hin stran hene ku ne tenê ji bo guhdarîkirinê tên gotin, lê ji bo parastina bîranînan, vegotina çîrokên bêdengkirî û veguhastina hestên nifşekî ji bo nifşekî din tên hûnandin.
HOGIR BERBIR
Dengê dengbêj-stranbêj jî ji wan awazên pîroz e; dengekî ku di nav deman de hilavişte, ji sînorên erdnîgarî difûre û di kûrahiya hiş û dilê civakê de xwe ji talana tunebûnê diparêze.
Bi koça dawî ya dengbêjê hêja Necmedînê Dêrikî re, em ne tenê bi windakirina hunermendekî re rû bi rû ne; di heman demê de ji ber koçkirina beşek ji bîr, deng û kaniya çandî ya gelê xwe jî xemgîn in.
Ew eslê xwe ji gundê Pîrana Şemrexê ya Mêrdînê bû. Lê ji ber ku bavê wî şêx bû û li cem şêxan saz heram bû, ji dêvla “Necmedînê Pîranî” xwe wekî “Necmedînê Dêrikî” pênase kiribû û her kesî ev nav pejirandibû. Necmedînê Dêrikî bi dengê xwe yê xweser û xemgîn, bi kilamên kevneşopî û bi hunera xwe ya vegotina çîrokên evînî, êş, koçberî û şopên dîrokî, di nava giyanê guhdarên xwe de cihekî taybet û bêhempa bi dest xistibû.
Rast e, xatirxwestina wî ya ji nişka ve, ji bo tevahiya hezkiriyên dengê wî û ji bo her kesê ku dengbêjiyê wekî stûna nasnameya xwe dibîne, bû sedema bager û bahozeke xemgîniyê. Lê gelo dengê ku bi salan li ber bayê çiyayan deng vedida, dikare bi rawestandina lêdana dilê wî re bêdeng bibe? Na! Ji ber ku dengê hunermendê rastîn, piştî ku ji ber çavan winda dibe jî, di nav şemalên berhemên xwe, di kaniyên bîranîna gel û di hişê nifşên paşerojê de bi reseniya xwe dijî.
Dengekî ji kûrahiya dilê axê bû
Necmedînê Dêrikî ne tenê dengbêjekî ku risteyên gotinan li pey hev rêz dikir bû; ew yek ji wan stûnên ruhî bû ku bi dengê xwe re pîroziya jiyana civakekê diparast û ew di kûrahiya dilê xwe de hildigirt. Li ser şopa mîrateya pîroz a dengbêjiyê, stranên xwe ne tenê wek rêzên sirûdî; wek arşîveke zindî ya dîrokê daxilî nava rûpelên şer, evîn û trajediyan, koçberiyên bêbext, birînên malbatî û hêviyên mezin ên gelê xwe kir.
Ew bi awaza xwe ya ku bi barê jiyaneke bindest û xemgîniyê tijî bû û bi klamên xwe -y ên ku bûyerên di rûpelên teng ên dîroka fermî de cih nedigirtin di nav pirtûka dilê gel de qeyd dikir- xemgîniyê vediguherand hesteke kûr a ku bi kovan û rûmetê li ser dil cih digirt. Ew bû dengê wan kesên ku di tarîtiyê de hatibûn bêdengkirin. Ji ber vê yekê, ew ne tenê hunermendek bû; ew vegêrekî bêwestan, şahidekî sedsalan, parêzvanê bîranînan û hilgirê bîra civakî ya welatekî çarparçe bû.
Di vê rêgezê de, Necmedînê Dêrikî bi giraniya deng û xisleta xwe ya resen xwedî cihekî bêhempa bû. Kilamên wî bi rûberên kûr, bi neqşkirina çîrokên jiyanê yên tal û şêrîn digihîştin dilê guhdaran. Di dengê wî de mirov ne tenê muzîkê, lê şopa axê, bêhna xweliyê, girîna çiyayan û serbilindiya gelekî berxwedêr didît.
Dêrik, Çiyayê Mazî û dengê bîrê
Her wêjevan, nivîskar, hunermend, dengbêj û rewşenbîr ji cihekî dibin tov û rehên xwe berdidin nav xakê; tîbûna xwe ji wê xakê distînin û dikarin li wir, di nava hunera xwe de, gerdûneke nû biafirînin. Dêrik û derdora Çiyayê Mazî jî ji bo Necmedînê Dêrikî ne tenê cih û warek bû; ew çavkaniya hest, bîranîn û vegotina wî bûn.
Ax, çiya, dar û devî, gelî û newal, rêyên dirêj, koçberiyên bêbext, zilma nedîtî û bêhna gel di klamên wî de ne tenê gotinên ji rêzê bûn; ew bi xwe ruhê klamê bûn. Gava mirov guh dide kilamên wî, tavilê hîs dike ku ew ne tenê stranekê dibêje an dengbêjek e, lê bi zimanê çand, dabûnêrît û bûyerên dîrokî re diaxive û êşa axê ji me re vedibêje.
Bi vî awayî, Necmedînê Dêrikî dengê xwe bi bîranînên herêmê û çanda Kurdî ve girê da û ew kir malê civak û welat. Ew bû dengê parastina kevneşopiyeke ku tevî gelek zor û zehmetiyan û metirsiya wendakirinê, gihîşt roja me ya îroyîn.
Kilamên ku bûn malê dîrok û bîra gel
Di nava xezîneya dîrokî û bîra gel de ku bi navê Necmedînê Dêrikî hatiye hûnandin, gelek kilam hene û her yek ji wan, ji bo çand û dîroka me û ji aliyê mijar û naveroka xwe ve girîngiyeke mezin digirin dest. Kilamên mîna “Mihemedê Seîd Axa-Sînemaya Amûdê”, “Lê Zeyno-Ha wer Tirî”, “Gundo”, “Ax Dêrik”, “Wer Hemdino”, “Sebra Dila”, “Gulê”, “Sosinê”, “Krîvê Sînan”, “Bûka Bedew”, “Pir da Şehîd û Xazî”, “Apê Me Ocalan” û gelekên din hene.
Kilama “Mihemedê Seîd Axa – Sînemaya Amûdê” bi şewata Sînemaya Amûdê ya sala 1960’î ve girêdayî ye û xwedî giraniyeke mezin e. Ev kilam sînoran radike û ne tenê trajediyekê vedibêje, lê birîneke kûr a bêderman a ku di bîra neteweyî ya gelê Kurd de cih girtiye tîne ziman; bi vegotina bûyerên rastîn, girîngiya kilamê di tomarkirina dîroka civakî de tê nîşandan. “Lê Zeyno” bi hestên nazik û kûr ve di nava dilê evîndaran de cihekî taybet girtiye. Bi strana “Pir da Şehîd û Xazî” re jî êşeke ku ev gel êdî nema dikare hilgire tîne ziman; ew ji mirin û êşên hevpar re dibêje “bes e” û dixwaze pêşiya vê bê girtin. Û bi strana “Apê Me Ocalan” balê dikişîne ser komploya navneteweyî ya li hember rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û vê komployê şermezar dike.
Girîngiya van kilaman ne tenê di awaz û dengê wan de xwe dide der, di heman demê de bi naveroka xwe ve dibin parçeyên jiyanê û hestên mirovan ên ku êşa birînên civakî hildigirin nîşan didin. Ji ber vê yekê, Necmedînê Dêrikî bi parastina van nirxan re bi deng û gotinên xwe yên resen, ji hunera kesayetiyekê wêdetir çûye û bûye beşek ji dîroka deng û çandî ya gelê xwe.
Xatirxwestina bêdawî
Koça dengbêjekî mezin divê ji me re bibe sedema ramanê, ne tenê sedema xemgîniyê. Divê bê dîtin ku hunermendên mezin bi xwe re ne tenê jiyaneke kesane dibin nav axê; ew bi çûyîna xwe re xezîneyeke bêhempa ji deng, gotin û bîranînan li pey xwe dihêlin. Heke em wan tomar nekin, lêkolînên pêwîst li ser nekin û berhemên wan negihînin nifşên nû, wê demê em ê bi destê xwe beşek ji bîra xwe ya dîrokî winda bikin.
Çimkî mirin ne bi rawestandina lêdana dil e, lê bi jibîrbirina deng dest pê dike. Kes bi rastî wê demê dimire ku stran û awazên wan bênirx bên hiştin û şopa wan di rûpelên çanda gel de winda bibe.
Îro, gava em ji Necmedînê Dêrikî re dibêjin “oxir be”, em dilşikestî ne, lê bi heman rengî serbilind in jî. Çûyîna wî windahiyeke giran û bêhempa ye; lê belê bersiva vê valahiyê ne tenê bi girî û danîna şînê ye, bi parastina berhemên wî tê dayîn. Tu çûyî, lê dengê te li pey xwe mîrateyek hişt ku dê heta hetayê di nav çiyayên dilê me de deng bide. Ya herî giran ew e ku te stranên xwe bêxwedî nehiştin, wekî emaneteke pîroz spart me û berê xwe da riya hetahetayê.
Necmedînê Dêrikî; tu çûyî, lê dengê te neçû. Te ji vê jiyana bindestiyê bar kir, lê tu ji bîra me dernakevî. Te ne tenê stran got, di rastiyê de te ji bo me çîrokên vê axê, êşên kevnar, evînên pak û bîranînên bêdawî vegot. Tu bi dengê xwe re bûyî parçeyek ji rûmeta çanda me û ew deng dê di nav deman re derbas bibe, sînoran bibire û rêya xwe li pêşerojê bibîne.
Wê kilamên te li ser bilindahiyên Çiyayê Mazî deng vede, di nava gund û bajarên me de her were bihîstin û nifşên nû bi riya berhemên te fêr bibin ku dengbêjî û hunermendî çiqas xezîneyeke pîroz û bêhempa ye. Ji ber ku hin deng ji bo demekê nayên bilindkirin; ew ji bo hemû demên bêsînor tên hiştin.
Bila cihê te di nava ronahiyeke efsûnî de be; klamên te her tim li dinê bin û bi dilekî kovan û hezkirineke bêdawî di dilê me de bijî!













