Roj di navbera volqana dil de hiltê!

Nûçeyên Forum

Duşem 29 Hezîran 2026 - 10:00

  • Zeman, ew herikîna bêdawî ya ku ji roja hebûna min ve dest pê kiriye, rûyê xwe yê herî tazî, herî sar û herî bêrehm li ber deriyê min nîşan dide. Ew ne dost e, ne jî dijmin e; ew tenê dadwerekî bêdil e ku li hember hestên min bêdeng dimîne.

 

 

HOGIR BERBIR

Bi bêbeziya xwe ya bêsînor, her tiştî di nav lepên jiyanê de dijenîne; xewn, bîranîn, kêfxweşiyên kurt û birînên kûr… Hemû di herikîna xwe a bêdawî de hêdî hêdî bi xwe re dibe û winda dike. Lê di kûrahiya dilê min de rastiyeke din heye, rastiyeke ku dem nikare bipîve û hejmar nikare binav bike. Dilê min li hember vê herikîna sar a zemên, têkoşîneke bêdeng, lê bi hêz dimeşîne. Ev têkoşîn ne ji bo serketinê, ne jî ji bo tolhilanînê ye; ew li hemberî zordariya zemên bi hewldaneke bêpîvan, ji bo parastina xûsiyetên hestên pêkolî rizgar bike. Ji ber ku pîvana rastiya jiyanê ne bi hebûna demsalan, lê bi kûrahiya evîn, êş, hêvî û bîranînên ku di giyana min de mayînde kirine.

Min gelek caran xwest hemû êşên xwe bi tawanbarkirina zemên ve bidim jibîrkirin. Lê gava ku ez bi vîneke nediyar li hundirê xwe dinêrim, rastiyeke din derdikeve pêşiya min. Na, ne zeman e ku min diqedîne. Zeman tenê wekî çemekî ji çiyayan dadikeve, di nav kevir û latan re diherike û emrê ji kîsê xwe min derbas dike. Ya ku bi awayekî nerm û bêdeng giyana min dixwe, ya ku her roj parçeyek din hêza ronahiya min ditefîne, ew bêdengiya min a di nava zemên de ye bêdengiyeke ku bi stûxwarî û serbilindî li hember herikîna wê radiwestim û bi kotekî li ber xwe didim.

Ev bêdengî ne tenê nebûna ji dengan e. Ew hebûneke tarî, zindî û mezinbûyî ye ku di nava min de cih girtiye û roj bi roj mezin dibe. Di şevên herî kûr de, gava dengên dinyayê hinekî kêm dibe, dibe bahozek ku ji xew şiyar dibe û mîna şewta jehreke sermestî hêdî hêdî li ser koşka ruhê min vedinise. Car caran ez hîs dikim ku veguheriye xençereke tûj û nazik; xençereke ku ne laşê min, lê hêviyên min bi kêreke ko dibire, birînên kevn ji nû ve vedike û di nav kûrahiya dilê min de vedihese.

Gelek caran mirov bi şaşî bêdengiyê wekî aramiyê dibîne. Dibêjin: “Yê ku bêdeng e, dilê wî aram e!” Lê rastî berevajî vê ye. Hin bêdengî hene ku di hundirê wan de qêrînên ku gerdûn nikare ragire, veşartî ne. Hin bêdengî hene ku hezar pirtûk nikarin wan binivîsine û rave bikin. Ji ber vê yekê dilê min ji min re dibêje:

“Bêdengî ne tenê nebûna peyvan e; carinan ew qêrîna herî bilind û herî biêş e ku mirovahî nikare lê guhdarî bike!”

Di nav vê bêdengiya zemên de, gelek evînên negotî, gelek gotinên qediyayî, gelek hêviyên nenivîsandî û gelek çirûskên agirê biçûk dijîn, heye. Ew agir di qorziyek dil de tê parastin û nayên dîtin, lê di wê qorziyê de germahiyeke kujer diafirîne û hêdî hêdî gur dike.

Loma divê tu kes vê bêdengiya min a demkî wekî nîşaneya radestbûnê nefikire û şîrove neke. Ew ne aramiya piştî şer e û ne jî bêdengiya berî aştiyek windakirî ye. Berevajî vê, ew volqaneke mezin e ku li ber sînorê teqînê rawestiya ye. Di hundirê wê de kîna agirê salan, xezeba hestên li ser kom û tomerkirî, evîneke neqediyayî û bîranînên ku hêj sax in û bi hev re kelijîne ku dide jiyîn. William Shakespeare jî di vir de radibe dibêje:

“Dem ji bo kesên ku dixwazin pê bixwînin hêdî ye, ji bo kesên ku li bendê ne dirêj e û ji bo kesên ku hez dikin jî kurt e.”

Bi rastî jî 27 sal demek kurt e?

Her peyva ku ez bi êş dinivîsim, her hilma ku ez bi xemgînî dikişînim, her hêsirên ku ez bi dilşewatî dirijînim, deriyê qetraneke din e ku dibe kurmê hestîkojiyê û xwîna canê min dimêje. Ji derve dibe ku her tişt bêdeng û aram xuya bike, lê di nava min de ev cîhana tijî tevger û şewatek agirîn heye.

Di dawiyê de, ev rewş şahidiya herî pak a evîndarbûna min a jiyanê ye. Evîndarî ne tenê kêliyên şahîyê ye; ew karîneke giran, kûr û felsefî ye ku mirov di navbera hebûn û tunebûna xwebûnê, di navbera bîranîn û jibîrkirinê, di navbera hêvî û bêhêvîtiyê de dihejîne û bi tenê dihêle. Ev hemû hest û bêdengî jî helbestek e-helbestek ku hîn tîpên wê nehatine rêzkirin, lê şêwaza wê diyar e.

Şêwazek ku bi zemên re extiyar nabe û di nav sînorên wê de asê namîne. Ew di her dilê ku carekê bi rastî evîna xas naskirî de wekî ronahiya stêrkên herheyîn, beloq û xûyan e.

Zeman ji bo min di vir de disekine, ji nû ve dest bi herikîneke nû dike, deriyên zingarî hildiweşîne, girava deryayî noqî avê dike ku Roj li min hiltê û bi dengekî hew bibihîzim dibêje:

“Ey zeman! An ez ê serkeftinê bidim te, an jî ez ê te wekî ku tu qet nejiya bim, bihesibînim!”



                                                                                                                        

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.