
- Li ser axa ku bi hezaran salan stûxwar bûye, lê bi her bihosteke xwe pîroz e, deng ne tenê ahengek xweş e, deng awaz û vegotina bîra gelan e, qêrîna dilên birîndaran û barê dîrokeke ku bi hemû rastiyên xwe li ber xwe dide ye. Ew rastî, bi ahengek ku dilan dixwîne, aramiyê diherikîne, hêzê diafirîne û bi muzîkê gotinan dide vehonandin e.
HOGIR BERBIR
Dengê ku di kûrahiya sedsalan de digere û li ber xwe dide li hember zilm, zordarî û neheqiyê, serî natewîne. Ew bi kevneşopiya dewlemend a dengbêjiyê re dibe yek, bi estetîka nûjen a serhildanê re dibe navgîna sereke û dikeve nava hev, di nav qalibê muzîkê de girêdanên herî kûr, ronî û şoreşger diafirîne. Dibe awazek nepen û razber ku di hunermend Dilgeş de xwe dide der.
Ew ne tenê hunermendek bû; ew “dengê serhildanê” bû. Dengê ku êş û evînê bi hev re distirê, hêvî û azadiyê bi hev re dide hûnandin û bi gotinên bijarte, tî û xweser, stranên nemir diafirîne. Di her nota û gotineke wî de, dîroka gelekî ku bi sedsalan li serxwebûnê digere û tî yê azadiyê ye da jiyîn. Stranên wî ne tenê stran in; bi qandî bangewaziyê hêvî û daxwazên bingehîn in. Muzîka wî ne tenê mûzîk e; şahidiyek e ji bo bîra civakî a neteweyeke ku li hember zilm û zordariyê bi kotekî li ber xwe daye û qet teslîm nebûye.
Hunermend Dilgeş bi dengê xwe yê germ û kûr, hemî êş û sermaya doh û hêvî û germaya siberojê kir yek û bûn stran. Dengê ku di tarîtiya zindanan de çirûskek ronahiyê ava dike, di lêgerîna xwebûnê de dikeve ber bayê koçberiyê û di konê dilê her Kurdekî de bû straneke nemir.
Dengê wî hîn jî di nav xwezaya Kurdistanê de li xwebûnê digere û li me vedigere. Carinan wekî bayê bakur sar e, dil û hinavan dihejîne û me ber bi germahiya têkoşînê ve dibezîne. Carinan jî wekî ava çeman zelal e, tîna dil derbas dike û aramiyê diafirîne. Her tim azad û serbilind e ku bi awaza xwe di guhên ker, çavên kor û devên lal de bi xûmxûm û xûşxûş e û divizvizîne.
Têlên tembûrê radike serhildanê
Hunermend Dilgeş di sala 1952’yan de li gundê Fisqînê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, di nav malbateke Êzîdî ya diwanzdeh zarok de cih digire û çavên xwe li dinê vedike. Mîrate û hunera muzîkê ji bavê xwe Nehroz girtiye. Di 12 saliya xwe de dest bi lêdana tembûrê kir ku di nav ola Êzidiyan de ev amûreke pîroz e û li ber dilê wî jî dibe ezîzek jiyanî. Tembûr di tevahiya jiyana xwe de wekî çekeke ruhanî û şerekî estetîk bi kar anî; ne tenê ji bo lêdanê, ji bo veguheztina xem û daxwazên gelê xwe. Ew bû zimanekî tûnd li hemberî pisaftinê û hêmaneke dengdar a berxwedanê.
Di 14 saliya xwe de dest bi rêwîtiya çalakiyên hunerî yên herêmî kir. Di atmosfera salên 1970’ê yên siyasî û aloz de, muzîk ji hobiyekê derbasî nav qada xebatên civakî kir. Li ser xaka birîndar ku di bin nîrê dagirkeran de hatibû parçekirin, ji Nisêbînê ber bi Amedê, ji Botanê ber bi Serhedê ve û li navend û navçeyên welêt beşdarî gelek şahiyên gel bû.
Muzîkolog Veysî Warli derbarê bîranînên xwe û rêwîtiya hunermend Dilgeş ku daye destpêkirin wiha dibêje:
“Di sala 1976’an de me wî bi alîkariya Mehmet Guneş, Lawê Hesenê Fîsê Mistefa û Selah Bulut ku bawer im li Stenbolê xwediyê Medya Guneşê bû; ji gundê Fisqîniyê ya Nisêbînê anî Amedê. Me komek ava kir bi navê koma me, Koma Dengê Şoreş bû. Ez, Dilgeş, Elî Ertaş ku ji gundekî Qoserê ye û bi navê kod me jê re digot Amed, Weysî ku lawê Mihemed Efe ye û bi navê kod me jê re digot Rojhat, Bêrîvan ku keçek Dêrsimî ye, du keçên Hesenê Fîsî ku bi navê Nesrîn û Zelal in; komeke wiha pir xurt di wê demê de me damezirand. Di wê demê de bandên me ji yên Şivan bêhtir dihat belavkirin û guhdarkirin…”
Dilgeş di sala 1978’an de bi yekem albûma xwe ya bi navê “Ma qey bindestî para me ye lo?”, di cîhana muzîkê de cihê xwe girt û bi dengekî pir mezin ket nava dilê gelan. Ev albûm bû manifestoya gelê bindest û li hember nijadên serdest bû dengê redkirineke dijber û radîkal û serî hilda. Li hember bindestiyê rêya serbestiyê nîşan da tekane rê bi berxwedanê tê vehonandin. Bi vê helwestê çiqas li ber xwe da jî nikaribû li hember sirgûnkirina xwe û veqetîna ji welêt bibe asteng. Bi darbeya 1980’ê re Dilgeş bi alîkariya Mehmet Altan ê ku çû Swêdê re derbasî Ewropayê dibe. Bi dengê xwe sînor derbas kir û bû dengê gel û welatê xwe.
Li Ewropayê tevgera azadiyê û pêngava Apocîtiyê nas dike û şiyarbûneke neteweyî û hevdîtineke kûr bi xwe re ava dike. Bi endamên destpêkê re rasterast dikeve nava têkiliyên watedar û bi rêya hunerê dixwaze hebûna xwe diyar bike. Vê daxwazê dike biryar û dibe “Hunermendê gelê xwe”, ku dengê bindestan û qêrîn û awaza wan tîne ser zimanan.
Di sala 1983’yan de tevlî nav xebatên Koma Berxwedan dibe û bi beşdarbûna nav komê, hunera xwe bi hêztir dike. Li seranserî Ewropayê; di şevên çand û çalakiyên hûnerî de derdikeve ser dike û dibe çirûskek ji agirê têkoşînê.
Dengvedana şerê Bagokê
Şer û pevçûnên nehevseng ên li seranserê welêt û şehadetên ku pê re çêdibûn, bandoreke pir mezin li ser Dilgeş û hunera wî kiribû. Li bajarê ku lê hatibû dinyayê û ji mozaîka çandên cuda re dayiktî dikir, bi hovitiyeke nedîtî bû şahidê şerê 1’ê Nîsana 1988’an ku li Çiyayê Bagokê rû da. Bi hezaran leşkerên dagirker li dijî gerîlayên ARGK’ê operasyonek mezin lidar xistin û şerekî dijwar qewimî. Di vî şerê ku di bin fermandariya Delîl Yaşar de pêk hat, helîkoptereke Tirk hate xistin û Delîl Yaşar ligel Xwişka Ayten û 19 hevalên xwe şehîd ket.
Vî şerî bandoreke kûr li gelê herêmê û bi taybetî li hunermend Dilgeş kir. Wî bi awaza xwe ev berxwedan wiha anî ziman:
“Li Mêrdînê li Bagokê / Xwîn herikî weke cihokê / Şer xweş dewam şev û rokê / Bijî şerê me li Bagokê…”
Yek ji berhemên ku hunera wî nemir kir, bêguman ev stran bixwe ye. Dilgeş çîroka berxwedana dîrokî ya Bagokê wiha vedigot:
“Ev xebat min neafirandiye. Ew ji aliyê lehengan ve hatiye nivîsandin. Keç û xortên Kurdan bi berxwedaneke bêhempa û bi xwîna xwe nivîsandin. Min tenê deng da wê berxwedanê. Tiştê ku ji xwe hebûn, min gihand pêşerojê.”
Di hunera wî de mêrxasî ne tenê pesindayîna şexsî bû, lê di heman demê de veguheztina destanên gel bi formeke muzîkî, şiyarbûneke neteweyî û bibîrxistina berxwedanên dîrokî bû.
Dem hat berê xwe da keyayan û bi strana “Muxtaro” hevkariya bi dijmin re şermezar dikir, dem hat silav da çîna karker û bindestan û bi strana “Karkero Proletero” re hevkariya xwe diyar kir, dem hat şîna zarokên ku di nava agirê şer de jiyana xwe ji dest dabûn, bi strana “Biçûkê Canê” şîna wan digirt û dem hat ji bo têkoşerên di zindanan de bi strana “Serî Dan û Sir Nedan” berxwedana wan silav dikir.
Hunermend Dilgeş bi giştî 11 albûm hiştin û bi taybetî di gelek albûmên Koma Berxwedan de bi stran û klamên girîng cih girt. Hin ji albûmên wî yên girîng ev in: sala 1978’an “Ma qey bindestî para me ye lo”, sala 1980’ê “De lêxin, lêxin birano lêxin, xayînê mezin axa û şêx in”, sala 1981’ê “Newroz e, Newroza cejna gelê me”, sala 1983’yan “Karkero Piroletero”, sala 1986’an “Serî dan û sir nedan”, sala 1989’an “Muxtaro”, sala 1990’î “Biçûkê canê”, sala 2001’ê “Ez û Yar” û “Gola Wanê” ne.
Bi her strana xwe bû dengek, bangek û ahengek. Bersiva her tiştî dida û dibe peyamek di dilê milyonan de ku bi awazeke razber û kûr were gotin. Kesekî din nikaribû vê bike, lê wî kir.
Melodiyên nîvcomayî û koçek xembar
Di salên dawî yên jiyana xwe de, tevî nexweşiya giran û windakirina her du lingên xwe, hiş û dilê xwe bi temamî li ser têkoşîna azadiyê hildavêt. Ji ber nexweşiya şekir, her du lingên xwe winda kiribû û li ser çokan hatibûn jêkirin. Demeke dirêj jî di nexweşxaneyê de hat dermankirin.
Di dema li nexweşxaneyê de, ji kesên dihatin serdana wî re wiha digot:
“Wekî her kesê din, ez piştrast im ku min di karê xwe de şaşî nekiriye, lê ez dixwazim hûn bizanibin ku ez ji bûyerên heyî agahdar im. Ez dixwazim diyar bikim ku heta dawiyê bi vê tevgerê û têkoşînê ve pabend im û li ser rêça Serok Apo heta dawiyê girêdayî me.”
“We ez pir bextewar kirim. Ez pir kêfxweş bûm. Em malbatek in. Divê em hêza xwe bicivînin û bibin yek. Di vê têkoşînê de gelek hunermend şehîd ketine. Em kurd di wê pêvajoyê de bê tecrube bûn, me nizanîbû em çawa xwedî li nirxên xwe derkevin.”
Ew heyama ku tê re derbas bûbû vedigot û bi xemgînî diyar dikir ku pir xewna albûmeke nû dibîne, dixwaze berxwedana Kobanî û Şengalê bîne ziman. Gotina xwe jî wiha bi dawî dikir:
“Tişta ku min kiriye, têrê nake!..”
Mixabin, jiyana wî têrê nekir ku ew xewna xwe ya dawî bi cih bîne. Di 12’ê Adara 2017’an de koça dawî kir. Lê ew bi sedan stranan û bi navekî ku di dilê gelê xwe de nemir bûye, çû. Her çiqasî li Ewropayê wefat kiribe jî, li gundê xwe yê Fisqînê, yê Nisêbîna Mêrdînê hat veşartin.
Muzîkolog Veysî Warli bi xemgînî çend bîranînên xwe ên bi hunermend Dilgeş re ku bibîr tîne, wiha dibêje:
“Li mala Mehmet Altan ku xortek Omerî bû dima. Dawiyê demekê li mala me jî ma. Dema min xaniyê xwe yê kerpîçî xera kir, Dilgeş hîn 22-23 salî bû û wek emeleyekî di lêkirina xaniyê min de xebitî. Me nêzî sal û nîvekê newêribû li ber wî qala şeytan bikira û wî marol û lehane jî nedixwar. Ku te qal bikira jî ji malê direviya. Rehma xwedê li miriyê hazira be, li diya min be jî, rojekê jê re dibêje: ‘Law naletê li şeytanê xwe bîne; ev çi ehmeqî ye? Te ji me xerabtir kiriye û me gotiye pêxember!..’ Hem ji xwe re xeber da û ji wî re da. Hinekî ber dilê wî xweş kir. Wê rojê diya min lehane û dolme çêkiribû û pê da xwarin. Piştî ku têr xwar, wiha got: ‘Emrê min bîst sal derbas dike ku min ev xwarin nexwariye. Lê îro heyfa xwe ya bîst salan min stend. Bîranînên me yên wiha delal jî bi Dilgeş re çêbûn.”
Belê, hunermend Dilgeş hunermendê gelê xwe bû. Îro dengê wî li newalên Çiyayê Bagokê, li her bihûsta welêt û di dilê her kurdekî azadîxwaz de deng dide. Ruhê berxwedanê yê domdar û helwesteke li dijî zordestiyê bi wan re da jiyîn. Bi xwestekeke bêdawî li ser xeta ku pê bawer bû û rast didît, dimeşiya. Dema ku stranên xwe bi muzîka xwe radigihand, rasterast nêrîna xwe diyar dikir. Bê tirs û bê dudilî bû û li ser riya ku dabû pey, rast dimeşiya û tawîz nedida.
Ji ber ku wî muzîk ne wekî xemleke aramiya dil, lê wekî çekeke têkoşîna herdemî didît. Bi vî awayî, hunermend Dilgeş ne tenê stranbêjek bû, ji bo xwebûnê heyînek jîndar bû. Bi deng û gotinên stranên xwe, hemû êş, hêvî û berxwedana gelê xwe di nav nota û têlên tembûrê de nemir kir. Li ser mîrateya wî, îro jî bi sedan ciwanên nû berhemên nû diafirînin û li ser vê xetê rêya xwe berdewam dikin.
Hunermend Dilgeş nemirî ye û her û her di dilê gelê xwe de dijî.
Çavkanî:
1- Muzîkolog Veysî Warlî
2- https://kurmanci.ozgurpolitika.com/
3- https://kurmanci.anf-news.com/
4- https://diyarname.com/








