
- Çîroka Hozan Comerd bi van gotinan dest pê dike. Dengek ji çiyayên Dêrsimê bigire heta minberênmizgeftan, ji dîwarên zindanan bigire heta klûbên şevêyên Ewropayê dirêj dibe… Hem şîn, hem melodî, hem jîberxwedan…
ERKAN GULBAHÇE
Hozan Comerd wiha dibêje:"Gerîla, têkoşîn, şehîd û Rêbertî... Min qet nexwest van wekî amûran bikar bînim. Ji ber ku li şûnaku ez tenê wan vebêjim, ez tercîh dikim ku wan bi zimanekîedebî, kûr û bi giraniya ku heq dikin vebêjim.” Û Hozan Comerdwiha lê zêde dike: "Êşên mezin hatin jiyîn, kiryarên mezin ênqehremaniyê hatin nîşandan. Gelê Kurd ji tunebûnê hat afirandin û hat ser dika dîrokê. Lê gava em îro li paş xwedinêrin, hilberîna hunerî ya ku bi vê têkoşîna mezin re têkildar e pir li paş maye. Lêbelê, bi ewqas nirx, bi ewqas êşên ku hatinekişandin, divê refleksa wê di hunerê de xurttir bûya. Digel vêyekê, ez bawer dikim ku rojekê hunermendên Kurd dê tiştê kuqewimî wergerînin muzîk, sînema, gotin û nivîsandinê. Ji ber kuveguherandina qehremanî û êşa vî gelî ji bo hunerê ne tenêmafek e; ew di heman demê de erkek e."
Çîroka Hozan Comerd bi van gotinan dest pê dike. Dengek jiçiyayên Dêrsimê bigire heta minberên mizgeftan, ji dîwarênzindanan bigire heta klûbên şevê yên Ewropayê dirêj dibe… Hem şîn, hem melodî, hem jî berxwedan… Jiyana Hozan Comerd ne tenê serpêhatiya hunermendekî ye; ew rêwîtiyekdirêj, sade û kûr e ku bi êş, bawerî, lêgerîna nasnameyê, evîn û têkoşîna gelekî hatiye hûnandin.
Ev çîrok, ku ji tariya komkujiya 1938’an de hatiye dinê, barênasnameyeke tepeserkirî, zimanekî qedexekirî û çandeke kuhewl hatiye dayîn were jibîrkirin hildigire. Dengekî ku bi îlahîyandest pê dike vediguhere melodiyên gelêrî; ji wir, ew dibe qîrînek ku silavan ji çiyayên Kurdistanê re dişîne. Ev rêwîtiyek e ku ji baweriyê ber bi siyasetê, ji sazê ber bi berxwedanê û jimuzîkê ber bi dilê mirovan ve dirêj dibe.
Hozan Comerd, mîna derwêşekî, bi baldarî li çar perçeyênKurdistanê geriyaye û bûye balyozekî ku muzîk, çand û bîranînên Kurdî yên di xetereyê de ji nû ve zindî kiriye. Liseranserê cîhanê, ew ji bo tenêtiya Kurdekî sirgûnkirî bûyeçirayek hêviyê, dengekî ku jiyanê dide xewnên gelê xwe. Ew dişevên li çaraliyê cîhanê de bûye qîrîna berxwedanê.
Di vê hevpeyvînê de, hûn ê carinan bi rêya kesayetiya Hozan Comerd şopa nifşek û gelekî bişopînin. Bi gotinên wî, "Pêşî ez bûm evîndarê Xwedê, paşê ez bûm evîndarê Şenge û paşê jî jitêkoşîna azadiyê; min ev hersê evîn kirin yek." Hûn ê şopamirovekî ku li nasnameya xwe digere bişopînin, ku ew xwedîkiriye û bi sazê xwe, bi gotinên xwe, bi dengê xwe, bi awayekî, şopa hersê evînên xwe, an jî bi gotineke din, hevalekî; derwêşekî gelêrî...
Jiyanek di bin siya komkujiyekê de
Hozan Comerd di sala 1950’ê de li Kizil Mezra, navçeya Xozat a Dêrsimê ji dayik bûye. Di komkujiya Dêrsimê ya sala 1938’an de diya wî 3,000 endamên eşîra xwe winda kir. Diya wî, ku wêdemê tenê heşt salî bû, bi xwişka xwe ya 13 salî re ji navcenazeyan reviya. Wan çar salan li çiyayên herêma Kalanê ji bojiyanê têkoşîn kirin. Bavê Comerd jî di heman komkujiyê de hema hema tevahiya malbata xwe winda kir. Tenê du kes saxman; yek ji wan bavê wî bû.
Veşartina nasnameyekê
Bav bawer dike ku rêya qebûlkirina di civakê de nêzîkbûnanasnameya Sunnî ye. Ji ber vê yekê, ew hewl dide ku têkiliyênnêzîk bi muftî û kesayetiyên pêşeng ên navçeyê re deyne. Ewdixwaze ku kurê wî jî vê rêyê bişopîne. Pêşî, ew wî dişînemedreseya şêxê Qaûman, yek ji zanyarên olî yên navdar ênherêmê. Dûv re, ew Comerd dişîne ku şevekê li cem HûsênêKamil Efendî, ku li gundê Kayikeye yê Kanîreş dijî, bimîne.
Ji bo bavê wî, Kamil Efendi ne tenê alimek bû, lê di hemandemê de birayek jî bû. Zarokên kur ên Kamil Efendî tunebûn. Wî jê re digot: "Comerd, ji niha û pê ve kurê te ye. Wî bigire û bi xwe re mezin bike." Comerd çar salan perwerdehiyamedreseyê li vê malê wergirt. Kamil Efendî, ji bo parastinanasnameya xwe, têkiliyên nêzîk bi derdorên Sunnî re danîbû û di rastiyê de Elewî bû ku bûbû Sunnî. Li goşeyek odeyarûniştinê şopên Elewîtiyê hebûn, li goşeyekî din jî Quranekdaliqandî bû. Carinan pîr û murşîd û carinan jî şêx, serdana vêmalê dikirin.
Fêrbûna Quran, Mewlîdê
Comerd Quran, Mewlîd û Kasîde li medreseyê fêr dibe, ku dimehên zivistanê de 30-40 xwendekar lê perwerdeyê dibînin. Quranê bi Erebî dixwîne û şîroveyên wê bi Kurdî fêr dibe. Di vansalan de, ew Mewlîda Meleyê Batê jî jiber dike. Paşê, ewvedigere Depê û perwerdehiya xwe ya olî li cem Meleyê Çerkêdidomîne. Ew sibehê diçe dibistana seretayî û piştî nîvro jî diçemedreseyê.
Zarokê komkujiyê
Hozan Comerd xwe bi van gotinan rave dike:
"Ez ji hêla şopên tirsnak ên dayik û bavekî ku ji komkujiyaDêrsimê sax man û civakekê ku ji bo zindîmanê neçar mabaweriya xwe veşêre, hatim biteşekirin. Ev rêwîtiya ku min ditemenê ciwaniyê de dest pê kir, hem hişmendiya olî û hem jî ya civakî da min." Pênaseya herî kûr a Comerd di tevahiya jiyanaxwe de ew e ku "zarokê komkujiya Dêrsimê" ye. Komkujiyênmezin ên ku malbat û civaka wî jiyane, di giyanê wî de hatinekolandin û hunera wî bi teşe kirine.
Ji melodiyê ber bi berxwedanê ve
Di salên zarokatiya xwe de, bi dengê xwe bal kişand ser xwe. Lidibistana seretayî, mamosteyên wî her tim wî stran didan gotin. Lê dengê wî ne tenê li dibistanê, di mizgeftê de jî deng vedida. Berî banga sibehê diçû mizgeftê û îlahî û kasîde digot. Ji ber kumala wî dûrî mizgeftê bû, carinan li mizgeftê dima û carinan jîwek mêvan li malên gundiyan dima. Pênc salan, jiyaneke biîbadetê ve girêdayî jiya. Lêbelê, ew di navbera teoriyapêşveçûnê ya Darwin de, ku ew li dibistana seretayî fêr bûbû û çîroka Adem û Hewayê ya ku di dersa olî de dihat hînkirin, asêma. Vê nakokiyê di hişê wî de pirsek kûr da destpêkirin.
Naskirina sazê
Destpêka muzîkê ya Comerd bi îlahîyên ku ew li mizgeftê dibêjedest pê dike. Li Depê, ew fêrî lêxistina bi tena serê xwe bi saza ku bavê wî ji wî re kirîye dibe. Ew li dora saet duyê sibê şiyardibe, banga nimêjê dike û dû re îlahîyan dibêje.
Lê melodiyeke din jî di nav wê de heye: evîn. Ew dibêje, "Diciwaniya xwe ya zû de, ez ji Şenge hez kirim." Ji ber vê yekêew di navbera Dep û Xozatê de diçe û tê. Ew wiha bi bîr tîne, "Ew demên ku li Xozatê derbas bûn rojên ku stran, helbest û hestên gelêrî bûn destan bûn."
Dengê Comerd êdî ne tenê bi rêya hoparlêrên mizgeftan têbihîstin; ew di dil û hişê mirovan de deng vedide. Li her cihê kuew diçe, ew li ser evînê, pirsgirêkên civakî û bi taybetî jî sirûdênKurdî distirê. Stranên wî dibin dengê gel û têkoşîna wan a ji boazadiyê. Dengê Comerd êdî ne tenê dengê hunermendekî ye; ew di rê de ye ku bibe dengê gelekî.
Guhertina bi nifşê 1968’an re
Di wê serdemê de ku nifşê 1968’an cîhan wekî bahozekê belavkir û ciwan derketin kolanan da ku edalet, wekhevî û azadiyêbixwazin, Comerd di rêwîtiya xwe ya hundurîn de jî gihîştxaçerêyekê. Evîna Xwedê ku wî heta wê demê di dilê xwe de hilgirtibû, hêdî hêdî veguherî êş, melodî û qîrîna mirovan. Wîveguherînek ji baweriyê ber bi şoreşê, ji mînareyan ber bimeydanan ve dît.
Comerd vê pêvajoyê wiha vedibêje:
"Apê min nûnerê Partiya Karkerên Tirkiyeyê bû. Bi rêya wî, ez cara yekem rastî ramanên li ser siyasetê hatim. Pêşî, min hewlda ku fêm bikim û guhdarî bikim. Piştre, bi derketina holê ya Deniz Gezmiş û hevalên wî, rêça min zelal bû. Ji wê gavê û pêve, ez li ser rêyekê dimeşiyam ku li aliyê gel, azadî û berxwedanê bû."
Stranên gelêrî êdî şûna îlahî û stranên olî girtibûn. Wî perçeyênAşik Îhsanî û Ruhi Su pêşkêş kirin, stranên şoreşgerî yên Kurdîgotin û muzîka xwe veguherand amûrek berxwedanê ji bo gelêxwe. Her melodî veguherî serhildanekê, hêviyek di dilê wî de.
Lêbelê, ev guhertin di malê de jî bû sedema nakokiyan. Demaku bavê wî fêm kir ku kurê wî êdî li ser rêyeke cuda ye, wî got: "Me ji te re behsa Xwedê û Pêxember kir û tu diçî û dibêjî'Leylim Leylim'! Bavê min digot 'Leylim Leylim' ji ber ku wînikarîbû bibêje Lenîn. Her ku ez wê tînim bîra xwe, ez dikenim."
Kûrbûna di muzîkê de
Hozan Comerd cara ewil di sala 1969’an de di konserekê de linavçeya Xozat a Dêrsimê derket ser dikê. Di vê çalakiyê de, kuMahsunî Şerîf, Alî Asker û hin hunermendên herêmî pêşkêşkirin, Comerd jî berhemeke ku wî bi xwe nivîsandibû pêşkêş kir. Di heman salê de, ji bo ku rêwîtiya xwe ya muzîkê kûrtir bike, ew çû Stenbolê. Li wir, ji Aşik Daîmî, yek ji helbestvanên gelêrîyên girîng ên wê demê, dersên nota muzîkê û saz girt. Ji wêdemê û pê ve, muzîk ji bo wî ne tenê hewesek bû, lê rêyek berbi hêvî û xweîfadekirinê ve bû.
Salên Dev-Yol û rojên zindanê
Di salên 1970’ê de, Comerd dest bi sempatî û hevxemiya xwebi tevgera Dev-Yol re kir. Bi demê re, ew beşdarî çalakiyêncûrbecûr ên di nav vê tevgerê de bû. Lêbelê, bi îdiaya madeyên141 û 142, ku wê demê di meriyetê de bûn, sê sal cezayêgirtîgehê lê hat birîn, bi tohmeta "propagandaya komunîst" hat cezakirin. Bi kêmkirina cezayê ji bo tevgerên baş, cezayê wîdaket salekê û ew heta sala 1982’yan li Zindana Depê ma.
Çemerd piştî çend salan ew sal wiha vegot:
"Di Depê de gotegotek belav bû ku 'Hafiz Çemerd hatiyegirtîgehê.' Her roj malbatek dihat serdana min. Min ji bo polîsanli girtîgehê muzîk lêdixist. Dibe ku min yek ji baştirîn salênjiyana xwe li wê girtîgehê jiyaye."
Her çend ew endamê Dev-Yolê bû jî, wî her tim stranên Kurdî liser dikê pêşkêş dikir. Endamên PKK’ê yên ku li herêmêdixebitin gelek caran li ser wî digotin, "Bila aliyê Dev-Yolê yêComerd we nexapînin; li gorî muzîk û cilên wî, ew endamekîrastîn ê PKK’ê ye." Comerd tekez dike ku heta di nav Dev-Yolêde jî, wî bi berdewamî li ser nasnameya Kurd û Kurdistanênîqaş dest pê kiriye.
Hevdîtin bi Can Yucel re
Comerd, ku di sala 1987’an de li Awistiryayê penaber bû, dusalan beşdarî çalakiyên bi derdora Dev-Yol re bû û di çalakiyêncûrbecûr de li ser dikê performans pêşkêş kir.
"Ez bi şev bi şal û şapikê derdiketim. Min bernameyê bi gotina'Ez ji çiyayên Kurdistanê silavên we tînim... Ez ji gerîlayên Kurdsilavên we tînim' dest pê dikir."
Can Yucel jî di yek ji van şevan de di nav temaşevanan de bû. Comerd derket ser dikê û stranên xwe got. Dema ku bernameqediya, Can Yucel gazî wî kir:
Ew dibêje,"Kurê Kurdan, were vir,".
Dibêj,”Xwe bitewîne.”
Comerde xwe ditewîne.
Can Yucel ji eniya wî maç dike û van gotinan dibêje:
"Ez ji Kurdan pir hez dikim. Min PKK di dilê xwe de veşartiye. Lêli vir... ne li Tirkiyeyê."
Derketina Comerd a bi cilên Kurdî ya li ser dikê di wê demê de ji hêla hin derdoran ve bi tevahî nehat fêmkirin. Heta bû mijarahenekan jî. Şevekê, Elî Asker bi henekî got:
"Comerd, çima tu ewqas neteweperest î? Tu cilên Kurdî li xwedikî, tu bi Kurdî distirî. Tu têyî vir ku xwe têr bikî, lê tu diçî û hêkên xwe li axa PKK’ê datîne."
"Bê guman em kenîya. Lê hinekî rastî jî tê de hebû. Ji ber ku ewrast bû; Ez diçûm wan şevan, li ser wan dikanan bûm, lê dilêmin her gav li cîhekî din bû. Ew stran, ew cil û berg, ew ziman… Hemû ji bo Kurdistanê bûn."
Di sala 1989’an de, di jiyana Comerd de li Augsburg, Almanya, serdemeke nû vebû. Wî xwe ji Dev-Yolê dûr xist û têkiliyên xwebi têkoşîna azadiya Kurd re kûrtir kir. Rojekê, jinek bi navêXanê hat komeleyê.
"Wê bi hevaltiyek wisa, bi evînek wisa destê xwe da destê min. Ez hema bêje ji ser hişê xwe çûm. Di wê gavê de, min ji xwe re got, 'Divê ez bi van mirovan re bimeşim.' Dengê ku min bi salan tepeser kiribû, niha bi hêztir dihat bihîstin."
Û piştre Comerd biryarek da:
"Min bi dilsozî ji hevalên xwe yên li Dev-Yolê re got: Min rêyaxwe dît. Ji niha û pê ve, ez ê bi gelê Kurd re bimeşim."
Du salan, ew bi hevalên xwe yên Kurd re mal bi mal geriya, rojname belav kir û sohbet kir. Di sala 1991’ê de, ew cara yekem di çalakiyek li Nurembergê derket ser dikê. Ev şev kêliyaku wî bi hunermendên HUNER-KOM’ê re hevdîtin kir bû û ev jibo wî destpêkek nû bû, kêliyek ku deriyên nû vebûn.
Deriyê ji akademiyê vebû
Di sala 1992’yan de, hevjînê hunermend Zozan, Îsmaîl, bi israrComerd vexwend akademiya li Dusseldorfê. Comerd didestpêkê de li ber xwe da:
"Min xwe ne hêja dît ji ber ku min mey vedixwar. Min got, 'Ez ne amade me. Divê ez bêm ser hemdê xwe. Ez ne hêjayîtêkoşînê an HUNER-KOM’ê me.'" Lê ew nekarî li ber israraÎsmaîl bisekine. Di dawiyê de, wî got "Baş e" û çû akademiyê. "Gava ku ez ketim hundir, cîhanek din li ber min vebû. Li ser dîwaran wêneyên Meleyê Cîzrî, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn û gelek şehîdên hunermendên Kurd ên din hebûn. Ew hemî xuyabûn ku li min dinihêrin. Çongên min lerizîn. Ez nedikarîmbiaxivim. Ez bi rojan bêdeng mam. Min tenê nihêrî."
Rojekê sibehê, dengek ji hundirê wî hat:
"Bes e, Comerd... Rabe. Ev gel li benda te ye. Ev têkoşîn gazîte dike."
Wê rojê, wî hest kir ku ji nû ve hatiye dinê. Wî saza xwe hilda û vegeriya ser dikê. Ew êdî bi tenê nebû. Ew dîsa bi gelê xwe, hevalên xwe û dengê xwe re bû yek. Ew li seranserê Ewropayêgeriya, bi riya stranên gelêrî bi gelê xwe ve girêdayî bû.
Bi sed hezaran malên min hene
"Ez 40 sal in di têkoşînê de me. Ez hema hema li her welatîgeriyam, ji Amerîkayê bigire heta Asyayê, ji Ewropayê bigireheta Afrîkayê. Carinan mirov ji min dipirsin, 'Ma otomobîlek, xaniyekî te heye?' Ez dibêjim na. Lê ez dibêjim ku bi mîlyonanmalên min hene. Tevî ku ez çûme gelek welatan, ez di jiyanaxwe de tenê herî zêde sê şevan li otêlekê mam. Ez her tim limalên mirovên ji Kurdistanê mam. Gelê Kurd malên xwe ji minre vekirin. Çima divê ez tenê bi yek xanî razî bibim dema ku bimîlyonan malên min hene?"
Comerd, ku ji bo muzîka xwe îlhamê ji nirx û têkoşîna gel digire, bi tundî tekez dike ku di nêzîkatiya xwe ya li hember vannirxan de divê bi baldarî were nirxandin:
"Gerîla, têkoşîn, şehîd û Rêbertî... Min qet nexwestiye van wekîamûran bikar bînim. Ji ber ku li şûna ku ez tenê wan vebêjim, ez tercîh dikim ku wan bi zimanekî edebî, bi kûrahî û bi giraniyaku ew heq dikin vebêjim."
"Bi rastî, êşên mezin hatin kişandin û qehremaniyên mezinhatin nîşandan. Gelê Kurd ji tunebûnê hat afirandin û hatin ser dika dîrokê. Lê îro dema ku em li paş xwe dinêrin, mixabinberhemên hunerî yên ku bi vê têkoşîna mezin re têkildar in pir li paş mane. Ez dibînim ku huner hîn jî li hember berxwedanekewqas mezin, bi êş û bilind kêm e.
Digel vê yekê, ez bawer dikim ku rojekê hunermendên Kurd dêtiştê ku qewimî veguherînin muzîk, sînema, gotin û nivîsandinê. Ji ber ku veguherandina qehremanî û êşa vî gelî ji bo hunerê ne tenê hilbijartinek e, lê erkek li ser milên me hemûyan e."











