Şêweyên bêhempa yên xwezayê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 3 Îlon 2026 - 18:00

  • Fotografên serketî yên minimalîst bi her awayî nîşan didin ku sadebûn ji tevlîheviyê bi hêztir e. Sadebûn, valahî, ronahî û bêdengiya di van fotografan de sirra xwezayê ya ku nayê zanîn jî nîşan didin. Ev fotograf ne bi firçeyê hatine çêkirin lê bi lensan hatine girtin.

 

Serketiyên Xelatên Fotografên Minimalîst ên sala 2026an niha hatin ragihandin. Di 12 kategoriyan de xelat hatin belavkirin. Ev xelat hêza berbiçav a sadebûnê di fotografiyê de pîroz dike. Wênegirên ji nêzî 70 welatan zêdetirî 6.200 wêne şandin û ev yek ji bo kesên ku fotograf dinirxandin ne karekî hêsan bû. Ji lewma ne hêsan bû ku ew serketiyan diyar bikin.

Di vê salê de, wênegirê Polonî Marcin Giba wekî “Wênegirê Minimalîst ê Salê” hat hilbijartin û xelata mezin a 2.000 euroyan (nêzîkî 2.318 dolar) wergirt. Rêzeya wêneyên wî ya serketî, Zivistana Dawî, ji heft fotografên tesîrker pêk tê ku di navbera salên 2025 û 2026 de, li bajarê wî Rybnikê, Polonya, hatine girtin.

Giba dibêje: “Min wan bi dronê girtin û ew şêweyên bêhempa yên ku xwezayê li ser golên cemidî afirandine nîşan didin. Ez fam dikim ku ew zivistana ku ez ji zarokatiya xwe bi bîr tînim -cemidî û spî- her ku diçe kêm dibê. Berfa li bajêr dibe tiştekî demkî, hema bêje winda bûyî. Ji ber vê yekê, gava şert û merc destûr bidin û ez dikarim bifirim, ez hest dikim ku ez bedewiyeke winda dibe belge dikim.”

Rêzeya wêneyên Giba di heman demê de di kategoriya Wênekêşiya Hewayî de jî bû yekem. Di nihêrîna ewil de, ne hêsan e ku mirov fam bike em li çi dinêrin. Qeşa û berfa ku ji jor ve hatine kişandin, mîna nebûlayên şîn ên kûr ên li fezayê, an jî mîna hucreyên di bin mîkroskopê de xuya dikin.

Ji nihêrîna ewil wêdatir binêrin

Xelatên Fotografên Minimalîst vê hestê bi mirovan re çêdikin; “Ev şêwe ne ji derve ve li ser peyzajê hatine ferz kirin, lê di hundirê wê de hatine dîtin; ev yek girêdaneke balkêş di navbera xwezayê û xeyala mirovan de ava dike. Fotografên Giba di navbera peyzaj û abstraksiyonê de hereket dikin û temaşevanan vedixwînin ku li derveyî tiştê ku di nihêrîna ewil de xuya dike binêrin û di nav qeşayê de têkiliyên xwe yên taybet bibînin.”

Tarîtîya herî kûr a şevê

Di nav serketiyên din de Vlada de Nooij jî heye. Ew di kategoriya Konseptuel de, bi rêzeya xwe ya “Prîzma ya Têgihiştinê” ku ji portreyên surreal û qatkirî pêk tê, bû yekem. Di heman demê de, wênegirê peyzaj û astronomiyê Mihail Minkov di kategoriya Wênegiriya Şevê de bi ser ket. Di rêzeya xwe ya xeyalî, Sihra Asîmanê Şevê li ser Atacama, de wî yek ji tarîtiya herî kûr a şevê li cîhanê kişandiye.

Hêz û îlhama sadebûnê

Milad Safabakhsh, damezrînerê Xelatên Fotografên Minimalîst, dibêje: “Minimalîzm bi berdewamî vî tiştî tîne bîra mirov: wêneyek nehewce ye ku tevlihev be da ku bi hêz be. Edîsyona 2026ê wênegirên ji seranserê cîhanê li hev dicivîne; ew wênegirên ku di sadebûnê, valahiyê, ronahiyê û bêdengiyê de bedewî û wateyê dibînin. Ya ku di hilbijartina vê salê de bi min herî xweş hat; cûdabûna awayên her yek ji van wênegiran e. Ev fotograf bi hevre nîşan didin ka wênegiriya minimalîst çiqas mezin bûye û îro jî çiqas girîng û îlhamker e.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.