
- Cîwan Çelîk ê ji koma edîtoriyê ya platforma mûzîkê ya StêrkCloud’ê ku bi keda kolektîf li dijî sansura dîjîtal hatiye damezirandin û armanc dike bîra çandî veguhezîne pêşerojê, got: “StêrkCloud ne tenê ya me ye, ya me hemûyan e” û bang li her kesî kir ku bernameyê daxin ser telefon an jî komputerên xwe û bi kar bînin.
Sansur û sînordarkirina li dijî Kurdî ne tenê di jiyana civakî de, di platformên dîjîtal de jî tên jiyîn. Di serê van platforman de jî bernameyên mûzîkê tên. Li dijî vê yekê û bi armanca komkirina mûzîka Kurdî-şoreşgerî di bin banekî de, arşîva dîjîtal a serbixwe StêrkCloud di 4’ê Mijdarê de dest bi weşanê kir. Platforma ku bi dirûşma “Dengê me çeka me ya herî mezin e” derketiye pêşberî guhdaran, xwedî cihêrengiyek berfireh a mûzîkê ye. Di nav platformê de beş û kategoriyên wekî Govend, helbest, podcast, pirtûkxane, hunermend, çalakî û dengbêj cih digirin. Taybetmendiyeke din a resen a StêrkCloud’ê jî ew e ku kesên ku arşîvê ava bikin ne tenê kesên ku platform ava kirine ne. Bikarhêner dikarin berheman li arşîvê zêde bikin, ji nû ve parve bikin û lînka wê kopî bikin.
Cîwan Çelîk ê ku di koma edîtoriyê ya Stêrkcloud’ê ya bi keda kolektîf hatiye damezirandin de cih digire, qala xebatên xwe kir.
Çelîk diyar kir ku StêrkCloud ne ji pêdiviyekê, ji paşguhkirineke resen û kompleks hatiye çêkirin û ev tişt got: “Beriya ku em dest bi xebata StêrkCloud’ê bikin, me xwestibû li ser platformên mezin ên dîjîtal dengên şehîdên xwe di profîlekê de kom bikin û arşîvekê ava bikin. Destûr nedan. Stranên me nehatin qebûlkirin. Carinan mûzîk wekî hincet nîşan dan, carinan jî gotin naverok li gorî platformê nîne. Dema hûn lê dinêrin, dengê gelê ku sedsal e bi înkar û îmhayê re rû bi rû ye, di cîhana dîjîtal de jî bi heman muameleyê re rû bi rû dimîne. Me jî ev got, em ê bîra xwe, mêjûyê xwe, ango dîroka xwe emanetî sîstemeke ku me tune dihesibîne nekin. Em ê platforma xwe bi xwe biafirînin. Piştî keda 8 mehan, me strana yekem di destpêka îsal de bar kir. Di 23’yê Tebaxê de me arşîva xwe ji gelê xwe re vekir. 8 mehan bi şev û roj, bi tevahî bi keda dilxwazî xebitîn. Em hîn jî her roj kedê didin. Me malper bi nivîsbarê azad, ji nû ve bi xwe nivîsand. Belkî tişta ku herî zêde me têr dike ew bû ku me ev hemû tişt bêyî ku xwe bispêrin tu şîrketekê, tu fonekê, bi destên xwe ava nekirine. Qonaxa herî zehmet bixwe arşîv bû. Ev deng pir ji hev belav bûn. Hin hatibûn jêbirin, hin xirab hatibûn qeydkirin, heta nedihate zanîn ku hin berhem aîdî kîjan hevalî ne.”
Xweparastina çandî
Çelîk anî ziman ku ji kêliya ku dest bi weşanê kirine û pê ve, ew bi êrişên ku dixwazin wan bêdeng bikin re rû bi rû mane û wiha pê de çû: “Li hemberî êrişên hatin kirin me gav paş ve neavêt. Ji ber ku ev platform ne bêalî ne. Endustriya çandê ya modernîteya kapîtalîst û rastiya ‘meta’yê vê yekê ferz dike. Di vê sîstemê de, awaza gelekî yan dibe malekî ku li bazarê tê firotin yan jî tê bêfonksiyon kirin. Stranên we, arşîvên we, keda we ya bi saetan, bi rojan, bi salan, tenê bi giliyeke saziyeke fermî ya aîdî dewleta faşîst dikare ji platformê bê rakirin. Ji bo gelê Kurd ev ne xeteriyeke dûr an jî razber e. Zimanê me bi salan hate qedexekirin, kasetên me hatin berhevkirin, hunermendên me hatin sirgûnkirin. Îro heman înkar di qada dîjîtal de, bi destê algorîtmayan û ‘rêzikên civakê’ tê berdewamkirin. Bersiva me ya li hemberî vê yekê xweparastina çandî bû. Parastina nirxên xwe bi saziyên xwe.”
Sê armancên sereke
Çelîk got “Me hewl da ku rastiya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî modernîteya kapîtalîst wekî modernîteya demokratîk pênase dike, di qada xwe de biafirînin” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema me StêrkCloud damezirnad sê armancên me hebûn. Ya yekem serxwebûn: qadek ku kes nikaribe me bêdeng bike. Ya duyem mayîndebûn: arşîveke ku li hemberî jêbirinê tê parastin. Ya sêyem gihîştin: ku her kesê di çar parçeyên Kurdistanê de, di dîasporayê de, di bin sansurê de dijî bikaribe bigihîje van dengan. Her yek ji van armancan veguherî biryareke şênber. Arşîv bi Kurmancî, Tirkî û Îngilîzî vekirî ye. Ji bo kesên ku gihîştina wan tê astengkirin navnîşaneke me ya cuda heye ku bi rêya tora Tor’ê tê gihîştin. Ji bo cihên ku înternet tê qutkirin an jî hêdîkirin stran dikarin bên daxistin û bêînternet bên guhdarîkirin. Bernameyên me yên telefon û komputerê jî bêpere ne.
Mafê van qeydan aîdî hunermend û malbatên wan e. Di malpera me de jî wisa nivîsandî ye. Em li tu mafî xwedî dernakevin. Heke xwediyê mafekî derbarê qeyda xwe de xwe bigihîne me, em ê rasterast bi wî re biaxivin. Deriyê me vekirî ye. Lê em stranên ku dengbêjan bi sedsalan anîne, stranên ku li çiya, li qadên azad hatine gotin, dengên ku şehîdên me ji me re hiştine, teslîmî şîrketên ku amade ne wan jê bibin nakin. Ev deng bîra civakî ya gelekî ne. Em ê vê bîrê her dem biparêzin.”
Helwesta polîtîk a projeyê
Çelîk gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ev bixwe helwesta polîtîk a projeyê ye. Em vê yekê venaşêrin. Mûzîk ji bo me ne mulkiyet e. Qeyda berxwedan, şîn, şahiya gelekî ye. Sîstema kapîtalîst çandê jî vediguherîne malekî ku tê kirîn û firotin. Em kedê didin ku em berevajî vê bikin. Em mûzîkê vedigerînin qada hevpar a gel. Ne ya dewletê, ne ya şîrketên plaqan, qada gel. Her kes bêpere guhdar dike, her kes dikare beşdariyê bike. Tişta ku vê qadê li ser piyan dihêle ne pere ye, keda dilxwazî ye. Em kolektîfek in ku her roj dengên nû li arşîvê zêde dikin, navan rast dikin, gotinan dinivîsin, bêyî ku li benda tu heqdestiyek bin dixebitin. Ev ked bixwe jî ji bo me helwesteke polîtîk e. Îro li StêrkCloud’ê 4 hezar û 111 berhem hene. 880 ji van, dengê xwe yê 361 şehîdên me ne. Guhdar li vir kevneşopiya dengbêjiyê, helbestê, mûzîka govendê û stranên şoreşê dibîne. Me ev yek bêyî ku em yek reklamekê bidin, bêyî ku xwe bispêrin tu şîrketekê, bi xwedîderketina gelê xwe pêk anî. Em ê li ser mezinkirina arşîvê berdewam bikin, Bangeke me jî heye. StêrkCloud ne tenê ya me ye, ya me hemûyan e. Heke telefon an jî komputerek we hebe, hûn dikarin bi zêdekirina mûzîkê li vê arşîvê wê bi me re mezin bikin.”
ROZA ARPA- MA/STENBOL







