Encama pêşbirka Ceylan Onkol eşkere bû

Nûçeyên Çand/Huner —

În 20 Mijdar 2026 - 17:30

 

Şaxên Amedê yên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) bi boneya 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê encamên 17emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku avakirina paşerojeke ewle, wekhev û azad; ji bo zarokan û perwerdeya bi zimanê dayikê, mafê herî bingehîn e.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê tu zarok nebin qurbanê polîtîkayên şer û tundiyê û wiha hat gotin: “Divê li şûna dengê teqemeniyan erdnîgariyeke ku li qad û kolanên wê demgê kenên zarokên ên şên deng vedin. Pêkanîna vê yekê berpirsiyariya me hemûyan a dîrokî ye. Em di şexsê Ceylan Onkolê de hemû zarokên ku mafê wan ê jiyanê ji destê wan hatiye girtin, bi hurmet bi bîr tînin.”

Navê xwendekarên ku di 17emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol de bi ser ketine wiha ne:

Di asta dibistana seretayî de:

* Dilda Yuce
* Siraç Kurt
* Rubeyda Kuray

Di asta dibistana navîn de:

* Dîlan Taşan
* Nupelda Guneş
* Azra Betul Çokur AMED

***

Nahîd Şaşanî koça dawî kir

Hunermend û derhênera dublajê Nahîd Şaşanî, duh di encama nexweşiyek de koça dawî kir.

Nahîd Şaşanî, di sala 1948’an de li Tehranê hate dinê û di sala 1969’an de dest bi kariyera xwe ya dublajê ya profesyonel kir. Nahîd Şaşanî, anîmasyonê Zohre û Zehra dublaj kir û zêdetirî 12 salan wekî derhênera dublajê ji bo rêzefîlma navdar Doktoran xebitî.

Nahîd Şaşanî, ji bilî gelek berhemên zarok û ciwanan ên wekî Spider-Man, Betmen û Woody Woodpecker, derhêneriya dublajê ya gelek bernameyên zarokan ên li ser platformên dîjîtal hatin weşandin, kir.

Hunermend her wiha bi dengê karaktera Xaltîka Xanim a di xêzefîlma Cotgeha Hanna de û dayîka Hatch a di xêzefîlma Moza Hingivîn Hatchê de zindî kir. JÎNHA

***

Li Kelarê manîfestoya Ocalan hat nîqaşkirin

Li navenda Çanda Aran ya navçeya Kelar ser bi îdareya Germiyanê bi tevlîbûna hejmareke ji kesayetên ji pîşeyên cuda ya nava civakê fermandar û Siyasetmedar Egîd Kelar ve Pirtûka Rêber Apo ya ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ hate nasandin.

Siyasetmedar Egîd Kelarî diyar kir ku ev pirtûk di Pêvajoya Aştiyê de hatiye amadekirin û bûye sedemê domandina pêvajoya aştiyê û got: “Rêber Apo ev pirtûk bi hinek hevalên xwe re li girtîgehê nivîsandiye û bi komînî hatiye nivîsandin.”

Egîd Kelar bal kişand ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê têkoşîna ji bo azadiyê ye û destnîşan kir ku bila kes li benda wê nemîne ku wê Tirkiye çareseriyê peyda bike, pêwîste Kurd bixwe ji bo mafê xwe têkoşînê bike û wiha domand: “Niha li Rojhilata Navîn şer li her derê belav bûye, pêwîste Kurd jî bi rêya aştiyê çareseriya pirsa xwe bike. Xwezaya dewletê hişk e, nikaribû bi şerê çekdarî pirsgirêkê çareser bike. Ji bo wê pêwîste gelê Kurd bi têkoşîna siyasî, xebata xwe bidomîne. Ev jî bi guherînên hişmendî dibe.”

Siyasetmedar Egîd Kelarî anî ziman ku di qonaxa niha de tenê wan şer daye sekinandin û çek nehatiye danîn û wiha pêde çû: “Dewlet dixwaze me li cihekê kom bike, bi dorpêçê tine bike. Me tedbîrên xwe girtiye, amadekariyên me jî hene. Ew gotegotên tên gotin ku PKK’ê çek daniye, ne rast in. Em ê wan çekan bixin xizmeta pêvajoya aştiyê. Ên şerê me dikin ne netewe ne, dewlet in. Dewlet li ser bingeha şer hatine avakirin. Ev manîfesto rê li ber me dixe ku em li ser bingeha neteweya demokratîk bijîn. Baweriya me bi hemû mafên neteweyan heye.” ROJNEWS

***

Lîstikeke nû; Serpêhatiya Nîkoyê Şilbik

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê promiyera lîstika bi navê “Serpêhatiyê Nîkoyê Şilbik” a ku îluzyon û nîşandanên peqpeqokan tîne cem hev, di 22yê Mijdarê saet di 13:00an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê li dar bixe. Lîstika ku derhêneriya wê Elvan Koçer dike û Mehmet Veysi Yoldaş nivîsandiye û dilîze, dê cîhana efsûnî ya îluzyonê û nîşandanên balonên rengîn bîne ser dikê.

Çîroka hevaltî û parvekirinê

Di nîşandanê de çîroka îluzyonîstê şêrîn Nîko tê vegotin ku ji bo bigihîje sîrka mezin a li Welatê Keskesorê tê îstasyona trênê lê ji ber xemsariya xwe nagehe trênê. Nîko bi hezkirin û piştgiriya zarok û temaşevanên ku li îstasyonê li bendê ne wêrekiyê digire û dest bi nîşandana xwe dike; di carekê de xwe bi temaşevanan re li Welatê Peqpeqokan ê fantastîk dibîne.

Nîko û zarok bi peqpeqokên rengîn dilîzin, tama xweza û hevaltiyê derdixin û ji bîr dikin ka dem çawa derbas dibe. Nîko careke din jî nagehe trênê, lê vê carê fêm dike ku ew ne bi tenê ye û keşif dike ku hevaltiya rastîn û parvekirin nîşandana herî mezin e. AW

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.