Divê nivîskar serbixwe û avakar bin

Nûçeyên Çand/Huner —

Pêncşem 19 Mijdar 2026 - 18:00

  • Hevseroka PENa Kurd Rojbîn Perîşan û Sekreterê Giştî yê PENa Kurd Azad Zal bal kişandin ser rol û rista wêje û nivîskaran. Rojbîn Perîşan destnîşan kir ku divê wêje bi awayeke baş dahurandina nakokiyên civakê bike û pêşkeş bike. Azad Zal jî diyar kir ku divê nivîskar di karê xwe de azad û serbixwe tevbigerin.

 

Rewşenbîr û hunermend him nunertiya civakê dikin ku dahurandina reng û nasnameya civakê dikin; hem jî bi nêrîn û pêşniyaran xwe ve ji bo pêşxistina civakê bi roleke çêker radibin. Lewre hem di pêvajoyê avabûn û guhertinên civakan de hem jî di terikandina elimandinên paşverû de rol û rista rewşenbîr, hunermend nivîskaran pir zêde ye.

Hevseroka PENa Kurd û nivîskar Rojbîn Perîşan û Sekreterê Giştî yê PENa Kurd û weşanger Azad Zal di mijarên pêşengtiya civakê de li ser girîngî, rol û rista rewşenbîr û wêjekaran axivîn.

Rojbîn Perîşan da zanîn ku ji ber sedemên derûnî û çandî Kurd, taybetî jî jin, li gorî mêran bi guman, fikar dest bi nivîsandinê kirine û derbarê destpêka nivîsandinê ya jinan de ev tişt gotin: “Jin bi fikarên ‘gelo ez ê karibim binivîsim, gelo ev nivîs wê çawa were dîtin, çawa were nirxandin’ re rû bi rû dimînin û dawiyê dibêjin, ‘Ez ê xwe bi rengekê xwe bînim ziman, daxwaz û xeyalên min çawa ne, çi hatiye jiyîn binivîsim û êdî kê/î çi dibêje bila bêje’ dest bi nivîsandinê dike.” Rojbîn Perîşan behsa destpêka nivîsandina xwe jî kir û got: “Min pir tişt jiyane. Di nava vana de zehmetî û çîrokên şer hene. Lê belê min digot tevî van jî divê ez binivîsim da ku bibe belgeyek. Qet nebe sibê rojekê hûn karibin werin ser vê çîrokê, mijarê careke din bisekinin û rast bikin. Bi vî rengî bawerî jî hinek xurt bû.”

‘Divê karakter neynika civakê be’

Di dawiya axaftina xwe de Rojbîn Perîşan li ser avakirina karakterên çîrok û romanan û bandora wan a li ser civakê jî sekinî û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Ji bo bandora karekterekê hatiye nivîsandin xurt bibe, divê karakter hemû nakokiyên di nava civakê de tên jiyîn, di xwe de şênber bike. Li gorî ajîtasyona tê kirin tê gotin ku ‘Divê karakterê me têk neçin’ an jî nêzîkatiya ‘Divê karakterê sereke neçe îxanetê’ an jî tê gotin ‘tiştên îxanetî nefikirin’. Lê belê di rastiyê de ne wisa ye. Tu lê dinêrî bi salan di nava têkoşînê de ye lê carekê de diçe îxanetê. Helbet ev ji hêdî hêdî rizîbûna hundirîn tê û encameke wê ye. Lê belê ya ku vê yekê derxe holê, ya ku dahurandina vê yekê dike jî wêje bi xwe ye.”

‘Carnan pênûs dibe şervan’

Sekreterê Giştî yê PENa Kurd Azad Zal jî di pêvajoyên şoreşan de bal kişand ser rola nivîskaran û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Carnan pênûs dibe şervan; propaganda û ajîtasyonê dike; carnan jî radiweste, dibêje ez ji şer re tuneme. Xwediyê pênûsê di heman demê de rewşenbîr e, pêşeng e û avakar e. Divê xwediyên pênêsû rûnin û hinekê bifikirin û ji xwe re pirsa, ‘Me heta niha çi kiriye, em çi dikin û ji niha û şûn ve em ê çi bikin bifikirin’ bikin.”

‘Nivîskar hem pêşeng in hem jî avakar’

Di berdewama axaftina xwe de Azad Zal li ser bandora wêjeyê ya li ser civakê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî û got: “Divê nivîskarên Kurd li gorî pêvajoyê, zûtir dest bi nivîsandinê bikira. Kurd tim rastî gotina ‘Tu tune yî” û “tu teror î” hatin û bi helwesta “Ez çi nîn im” nivîsandin. Divê xwediyên pênêsû li gel pêvajoya hatiye destpêkirin rûnin, bifikirin û bêjin, ‘Me heta niha çi kiriye, em çi dikin û ji niha û şûn ve çi bikin’. Yên pênûsê digirin di heman demê de rewşenbîr in, pêşeng in û avakar in jî.”

‘Divê bersiva pirsa jiyaneke çawa, bê dayîn’

Azad Zal nakokiyên di qada rewşenbîriya Kurd de tên jiyîn bi bir xist û da zanîn ku paradoksa herî mezin a Kurdan ew e ku di nivîs û pirtûkên xwe demokrat in lê di jiyana xwe de bi awayeke cudatir tevgerîn. Azad Zal da zanîn ku rewşenbîrên civakên bindest tirsonek in û wiha pê de çû: “Rewşenbîrên civakên bindest paradoksa serdestî û bindestiyê dijîn. Ev kes evîndarên serdestên xwe ne. Divê rewşenbîrên me di asta jor de jiyaneke hevpar di hêşê xwe de ava bikin, pêşniyaz bikin û bibêjin jiyana rast ev e. Wekî Nikolay Çernişevskî di pirtûka xwe ya bi navê ‘Divê çawa bê kirin’ de aniye ziman. Serokatî jî dibêje ‘Jiyaneke çawa?’ Her kesek dikare vê pirsê li gora xwe şîrove bike lê belê divê em karibin bersiveke hevpar bidin vê pirsê.”

‘Divê nivîskar serbixwe û azad bin’

Di dawiya axaftina xwe de Azad Zal got ku nivîskarên Kurd asteke têrker de hev hez nakin, rexnekirina hevdu di asta ‘çêrkirinê’ de tê ziman, tunehesibandin zêde ye û wiha derbirî: Di asteke çêker û jor de xwe anîna ziman, di qada wêjeya Kurdî de di bin sifirê de ye. Ev ji bo me rexneyek mezin e. Yekem sedema vê rewşê bandora ‘kesayeta bindestiyê’ ye. Kesayeta dikeve bin bandora vê derûniyê, ji bo serdestan wekî kole, ji bo yên wekî xwe û yên ji xwe jêrtir dibîne re jî dibe ceberût. Ev derûnî di nava civakê de, di nava wêjekarên me de jî heye. Herwiha rewşenbîr-nivîskarên me ne ‘serbixwe’ ne. An karmend in û dema bi awayeke azad nêrînên xwe tînin ziman mûçeya wan jê diçe an jî dema rexne li partî û saziya pê re girêdayî kir îtîbara xwe winda dike. Heman rewş ji bo beşên din ên hunerê jî derbasdar e. Divê em ewilê xwe bikin mînakên baş da ku ji bo civaka xwe jî bibin mînak.” 

RACÎ ABÎ - AW/AMED

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.