
- Ji berî ez bikevim nava kûrahî û rengîniya dengbêjiya herêma Botanê ez dixwazim li ser wate, girîngî, rol û mîsyona dengbêjîya giştî çend gotinan bibêjim. Lewre heta em wate û rol û mîsyona dengbêjiyê nizanibin em ê nikaribin şîrove û nirxandinek xurt jî di derbarê wê de bikin. Em pêşiyê weke têgeh li peyva dengbêjiyê binêrin û piştre em ê li ser mijara xwe kûr bibin.
Ji hêla peyvsaziyê ve têgeha "dengbêj" ji du hêmanan pêk hatiye. “Deng” û “bêj”. Deng; lerzeka ku hêmana bihîstinê (guh) dibihîze, ango lerzeka ku bi hewaya ji pişikan tê û di riya dengî de çêdibe û di devî re derdikeve û belave dibe ye. “Bêj” jî rayeka lêkera ‘gotin’ê ya dema niha ye. Dengbêj, yê/a ku dengî li gorî hin rêgez û rêbazan dibêje ye. Ango ew mirova/ê ku karê dengbêjiyê dike. Ji hêla wate û peywira ku li dengbêj hatiye barkirin ve jî mirov dikare bi kurtasî (têgeha "dengbêj") wiha pênase bike; Ew kesên dengî di dil, hinav, hiş û mejiyê xwe de weke hevîrî distrin, piştre bi hest û dilînên xwe haveyn dikin û herî dawî jî wî dengî bi qirika xwe dineqişînin, dixemilînin û pêşkêşî guhdaran dikin, dengbêj in. Di hin herêm û deverên Kurdistanê de peyva dengbêj bi awayên cuda tê bikaranîn. Hin dibêjin kilambêj, hin dibêjin goranîbêj, hin dibêjin dengmêjû, hin dibêjin aşiq û hin herêm dibêjin “delal” hwd.
Di kurdiya kevn de li şûna.. "gotin"ê "bêjtin" dihat gotin. Lewre lêkerek kurdî ya xwerû ye.
Di zimanê avestayî de yanî kurdiya serdema Medan de peyva "gotin" weke "vak" û "vaç" derbas dibe. Di zimanê kurdî zaravayê dimilî de ev peyv hêj jî weke "vaj" tê bikaranîn. Di zaravayê kurmancî de rayeka lêkera gotinê ya dema niha jî bûye "bêj". Lewre di herikîna bi hezaran salan di peyvekê de guhertinek ev qas biçûk tiştek asayî û normal e.
Her çi qas bi awayek nivîskî û zanyarî û bermayîyên serdema berî vedîtina nivîsê û heta 2 hezar salên piştî vedîtina nivîsê di destê me de nebin jî em ji strana bi navê Beyta Hûrî ya 1400 salan ji berî zayîna Îsa li ser kêvalbaran hatî nivîsandin a ji hêla hevjîna Xwedayê Heyvê Yarîkh ve ji bo Melîkeya Ûgarît Nîkkalê hatiye nivîsandin têdigihîn ku çîrok û dîroka dengbêjiya kurdan heta serdema berî şaristaniyê diçe.
Lewre mirov bi dilrehetî dikare bêje ku dengbêjî di destpêka gund û bajarvaniyê (serdema neolîtîkê) de; amûra herî sereke û girîng ya tomarkirin û ragihandina serpêhatî, şer, şîn, evîn, kelepor, karesat û qewimînan e. Bi taybetî dengbêjî di hemû serdeman de ji bo kurdan hê girîngtir û jiyanîtir bûye. Lewre dijminên kurdan di her fersendê de êrîşî axa wan kirine û berhem û dewlemendiyên wan talan kirine û heta pirtûk û pirtûkxaneyên wan şewitandine. Lewre kurdan jî çîrok û dîrok, çand û wêje, şîn û şahî, evîn û baweriyên xwe bi riya devkî û bi piranî jî bi riya dengbêjiyê anîne zimên û parastine heta roja me.
Her çi qas bi belavbûn, pêşkeftin û xurtbûna nivîsê re piraniya gelên cîhanê ji wêjeya devkî derbasî wêjeya nivîskî bûbin jî kurdan mil bi milê nivîsê re wêjeya xwe ya devkî jî heta nîveka sedsala 20’emîn bi awayekî bêkêmasî û bi hest û helwestek xurt anîne û hindik jî be heta roja îro jî hê bibandor berdewam dike. Bêguman her qewmek û neteweyek xwedî hinek taybetmendiyên xweser û taybet in. Dengbêjiya kurdî taybetmendiya erdnîgarî, gel û civaka kurd di xwe de dihewîne. Li her herêmeke Kurdistanê şêwe û awaz, strandin û hûrgilîyên dengbêjiyê yên xweser hene. Lewre Weysî Varli dema di pirtûka xwe ya bi navê “Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê” de muzîkê yanî dengbêjiyê pênase dike wiha dibêje; “Muzîk, ango denbêjî dengê wêneyê erdnîgariya ku lê hatiye afirandin e”. Ango dengbêj dengê wê herêm û welatê ku lê ji dayik bûye. Hemû qewimîn û pêşketin, hemû ezmûn û zanîn û hemû kelepûr û dewlemendiya wî gelî û axê wî di dengê dengbêjên wî welatî de teşe digire û di dengê wan dengbêjan de watedar û nirxdar dibe.
Li Botanê eşîrên koçer ji bo dengbêjiyê dibêjin ‘denglêkirin’ yanî yê/a deng lê dike, deng dihone û bi vî awayî berhemê derdixe. Li gorî vê pênaseyê dengbêj hosta ye. Hostaya/ê honandina hemû qewimînên şer û şîn, keyf û şahiyên civakê ne. Em hê kûrtir li peyva dengbêjiyê binêrin, em dikarin bêjin peyva dengbêjiyê di esasê xwe de “dengpêjî” ye. Yanî pijandin û gihandina deng e. Bi vê ve girêdayî dengbêj jî dengpêj e. Pijandin di kurdî de ne tenê ji bo tiştên li ser agirî tên pijandin tê gotin. Dema fêkî an jî zerzewatek jî digihîje dema xwarinê jê re "pijaye" tê gotin.
Gelek dengbêjên serdema me dibêjin, em derdbêj in, yanî dengbêjiyê weke derdbêjiyê binav dikin û wisa ye jî, lewre kurd civakek ku vaye bi hezaran sal in di nava şer dagirkerî, bobelat, mijokarên oldar û bawermendên sexte de tê perçiqandin. Dengbêj jî vî derdê civaka xwe tomar dikin, bobelat û nexweşiyên wê serdemê hatine jiyîn bi dengê dengbêjan ji bo nifşên nû tên veguhestin û bi vî awayî çîrok û dîroka êş û janên pêşiyên me di hiş û bîra me de dinivîsin.
Dengbêj di heman demê de "dembêj" e jî. Lewre her dengbêj pêşketin û rewşa serdema ku têde dijî vedibêje. Mirov ji strana dengbêjan dizane ku ew serdema ew tê de jiyayî rewşa civakê ya civakî, bawerî û siyasî û aborî bi çi rengî û di çi astê de ye. Dengbêjî ji bo kurdan embara çand, wêje, ziman, dîrok û jiyanê ye, lewre li Başûrê Kurdistanê hin kes bi taybetî jê re dibêjin: "dengmêjû" ango dengê dîrokê.
Di dîrokê de dengbêjî ji kurdan re ji bo xweparastina hebûn û xwebûna wan ji nan û avê jîyanîtir bû. Heta ez dikarim bêjim heke tu ol û pirtûkên olî yên ku kurd dihebînin tunebana kurdan wê ji xwe re dengbêjî weke olekê bibijarta. Lewre kurdan hemû pêşketin, qewimîn, xweşî û nexweşiyên xwe yên dîrokî, evînî, civakî, wêjeyî, felekiyatî û xwezayî li gorî serdem û erdnîgariya li ser dijîn bi awayê dengbêjiyê anîne zimên. Ji bilî dengbêjiyê jî zêde tu derfet û riyên din jî tunebûn. Ka vêca em hinekê lê binêrin ka ew kesên dengbêjiyê dikin xwedî zanîn, hişmendî, helwest û kedek çawan in. Em dikarin bêjin di serdemên kevin de dengbêj; bi gelemperî kesên xwendin û nivîsandina wan tune bûn û xwediyê dengêk bihêz, kevneşopî, kelepor û edet, şêweyê jiyanê, kêmasî û nebesiyên civaka xwe baş dizanîbûn, bi rêbaza hosta û şagirt gihîştî û dikaribûn hunera xwe pêşkêş bikin; gund bi gund, dîwan bi dîwan û civat bi civat dikariyan bigerin û di şevên payîz û zivistanan de çîrokên xwe bi qirika xwe bixemilînin, bikemilînin û vebêjin in.
Bêgûman Kurd hemû girîngiyê didin dengbêjiyê û di her herêm û deverên Kurdistanê de, her zaravaaxêv û xwediyên ol û baweriyên cuda li gorî şert û mercên erdnîgarî, rewşa xwezayî, aborî, şer û ceng û kelepor û edetan dengbêjiya wan jî teşe girtiye. Li hin herêmên Kurdistanê yên serma û berf û baran zêde lê dibare dengê dengbêjan hişk û bilez e. Yanî gotinên xwe li ser hev û bi dengek tîz dibêjin. Herêmên germ jî di stranan de dengê xwe nerm û dirêj dikin. Vêca herêma Botanê jî herêmek germ û çiyamend û xwedî deşt û zozanên dewlemend e. Li vê herêmê dema dengbêj stranek Heyranok an jî Pehîzok distirê hinavê mirov weke ronê li ser êgir dihelîne û mirov mest û serxweş dike. Gelek dengbêjên navdar ên mîna Meryem Xan, Elmas Xan, Nesrîn Şêrwan, Hesen Cizrawî, M.Arif Cizrawî, Seîdê Hemo, Mehmûd Hesen Kirorî, Evdilezizê Leşker, Salihê Şirnexî, Cemalê Mihê, Fadil Cizîrî û bisedan yên din di Botanê de bûne dengê şer û şîn û şahî û evînên gelê kurd. Dema mirov ji dengê Evdilezîzê Leşker û Fadil Cizîrî strana “Heyran Jaro” guhdarî dike mirov bi xwe re dibe deşt û zozanên Kurdistanê digerîne û tîne li tenişta evîndara/ê mirov datîne. Pesn û heyranî, hez û girêdan û hesret û bêrîkirina ji bo yarê bi deng û awazek wisa herikbar, nerm û pêlpêlî, xembar û dilsoj distirin ku mirov xwe têde winda dike. An jî dema Cemalê Mihê strana Mîrana Zer distire mirov dibe xortek / keçek 17-18 salî û bi agirê evînê dijoje. Kanî û robarê heyranok û pehîzokan Botan û Behdînan e. Hema hema hemû dengbêjên Botanê bi sedan Heyranok û Peyizokan ji ber dizanin. Jixwe dema qal bibe qala Lawikan herêma Botanê dibe payîtext û ji evîndaran re lawik dibin çek û rext. Bêguman dengbêjên Botanê li ser xweşikbûn û azadiya Kurdistanê jî gelek stran çêkirine. Dema Seîdê Hemo an jî bi navê xwe yê din Seîd Axayê Cizîrî dibêje " Ey felek felek sed carî felek kanî Kurdistan ka Birca Belek" mirov dixwaze bibe pizotek agirê dara berû û bikeve paşila dijminên dagirker. Herwiha dilê mirov dibe çivikek û li ser birc û kelatên Kurdistanê dixwîne. Dîsa strana “Ez Xelef im Xelef im” ku ji bo Xelefê Şofî li Cizîra Botan ji bo şerê azadiya Kurdistanê yê di sala 1853’yan de di navbera dewleta Osmanî û Şervanên Êzdîn Begê de qewimî pesn û zirtê şervanên Kurd tê dayîn ku mirov ji guhdarîya wê têr nabe.
Botan ji hêla çand û zimanê xwe ve dendika Kurdistanê û Kurdewarîyê ye. Nexasim ji hêla dengbêjiyê ve hema hema hemû teybetmendiyên deng û awaza civaka kurd di xwe de dihewîne. Gelek cureyên dengbêjiyê yên awaz, mijar, rîtm û mebesta wan ji hev cuda hene. Bo nimûne cureyek stranên navê wan Bêlîte hene ku ev cure stran biliv in (hareketli). Bi gelemperî di dawet, nîşan û di ber karan de tê strandin. Ez ê li jêr di beşa Bêlîteyan de berfireh qala vê xalê bikim.
Ez dixwazim di dengbêjiya Botanê de xalek taybet ji bo dengbêjên jin vekim û qala wan bikim. Weke tevahiya Kurdistanê li herêma Botanê jî dergûşa dengbêjiyê ji hêla jinan ve tê hejandin.
Ligel astengîyên ol, bawerî û eşîrtîyê jî li herêma Botanê jinan hertim pêşengiya dengbêjiyê kirine. Pêşî stran ji devê jinekê derdikeve û piştre dengbêjekî mêr wê stranê di kock û diwanan de berbilav dike. Tore û adetên civakê yên hişk nehiştiye jin bi awayek serbest û azad hunera xwe ya dengbêjiyê di nava dîwan û civatan de pêşkêş bike, lê belê jinê rê û rêbazên cuda ji xwe re afirandiye ku hêlîna dilê xwe veke. Jinê hem weke dayik, hem jî weke keçek ciwan dema ku bêyî dilê wê hatî zewicandin êş û azarên xwe bi stranan daye der. Lê belê nekarîye êş û derdên xwe ji her kes û civakê re bêjin. Lewre dema keçek bêyî dilê xwe dizewicandin wê keçê di ber kar û barê xwe de, li çol û çiyan, di ber palehî, berî, dar û sergîn berhevkirin û piştî kişandinê de li ser bêçaretî û bêşensiya xwe stranên dilşewat distira. Ev stran ji hêla hevalên wê yên kar ve dihat bihîstin û wan jî ji derdora xwe re behsa rewş û strana wê keçê dikirin û bi vî awayî berbilav dibû. Dîsa keçan li ser evîndarê xwe, dayikan jî dema dergûşa xwe dihejandin an jî karek derveyî gund û kesan dikirin li ser bav û birayên xwe yên dimirin an jî dihatin kuştin, yên dihat girtin û cezakirin ên diçûn leşkerîyê û li ser şer û cengan stran digotin û ev stran bi awayekî digihîşt dengbêjên zilam. Bi rastî jî dema mirov dêhna xwe dide stranên dengbêjiyê mirov dê bibîne û bizane ku piranî ji dev û hestên jinan hatine honandin. Dema min lêkolîn û xebat ji bo pirtûka xwe ya bi navê “Antolojîya Dengbêjan Botanê” dikir ez rastî gelek mînakên cihê keyfxweşî û yên dilşewat hatim. Weke mînak, Meryem Xan (di sala 1904’an li gundê Xêrxwer ê Basana Şirnexê ji dayik bûye) ji ber ku dengbêjî dikir ji hêla hevjînê xwe ve li rastî gelek pêkutî û zordarîyan hatiye. Heta êdî nekariye debar bike û ji mala hevjînê xwe yanî ji gundê Zivingê (Yoncali) yê Kerborana Mêrdînê reviye û derbasî Başûrê Kurdistanê bûye. Nimûneyek din jî bêjim. Nesrîn Şêrwan ku ji eslê xwe ji Şêrwana Sêrtê ye li gundê Bêlizer ê Şirnexê zewicîye, ji ber ku dengbêjî kiriye ji aliyê hevjînê xwe ve li rastî tehdît û lêdanê hatiye û ew jî neçar maye ku bireve û biçe Başûrê Kurdistanê.
Çavkanî: Antolojîya Dengbêjan Botanê, 2021 weşanên Ar, Bahadîn Robar















