Li ser kuştina Şekir Axa gelek kesî stran gotiye. Yek ji wan hunermenda jî Serdar Canan e. Canan niha stran kir klîb û li ser hesaben xwe yên medyayê balav kir. Di çêkirina klîbê de gelek kesî ked daye, Yilmaz Özdil konsept amade kiriye û Ronî Battê jî animasyona wê.
Serdar Canan li ser hesabê xwe yê youtubeyê gotiye; “Şekir Axayê Ertoşî û meseleya kuştina wî bi gelek şêwaz û selîqeyan hatiye vegêran. Ev selîqeya ku me aranje kirî jî, min ji Kerîmê Jîrkî guhdarî kiriye. Ev du sal in ez vê stranê çendîn konserên li Japonyayê û li bajarên kurdan dibêjim. Çîroka ku li ser navê Şekir Axa belav bûye, behsa şerê Mîr Birahîmxanê Hekarî û Şekir Axayê Ertoşî diket. Mîr Birahîmxan bi de’weta Şekir Axa, li gel deh xulamên xwe berê xwe didete Şaxê. Şekir Axa jî bi pênsed siwarên xwe ve, bi qedr û qîmeteke zêde pêşwaziya Mîr Birahîmaxa dike. Dûmahîka sê şev û sê rojan û piştî kêşana tûtin û qelûnan, Şekir Axayê Ertoşî li qesra xwe bi kêr û xenceran ji terefê xulaman ve tête kuştin.
Teqrîben berî du salan min behsa strana Şekir Axa û çîroka wê bo Erîka Uedayê kiribû, û firset jî çêbûbû ku min û Erîkayê ev stran di konserên li Japonyayê jî gotibû. Piştî van konserên li Japonyayê, Erîkayê aranjeyeke meqbûl û berkeftî ji bo piyanoyê çêkir. Erîkayê berî her kesî qeyda stûdyoyê û notasyona piyanoyê bo min rê kir. Mala wê ava!”
NAVENDA NÛÇEYAN