Huner ne kêmî polîtîkayê ye!

Nûçeyên Çand/Huner —

Duşem 28 Îlon 2026 - 16:00

  • Suleyman Çarnewa yê ji Koma Amed got, "Em weke Koma Amed dixwazin ku di vê pêvajoya aştiyê de bikevin binê bar. Dixwazin bi rola xwe rabin" û destnîşan kir ku di aştiyê de rola hunerê bi qasî polîtîkayê girîng û pêwîst e.

 

Suleyman Çarnerwa yê ji Koma Amed, ku yek ji îmzekarên kampanya "1001 îmze ji bo demokrata demokratîk û aştiyê" ye li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji me re axivî. Suleyman Çarnewa di pêvajoya aştiyê de işaret bi girîngiya hunerê û hunermendan kir.

Koma Amed ku di salên 1990'î de gelekî deng veda, beriya konsera 30'ê Îlonê ya li Dika Harbiyeyê provayên xwe li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê dewam dike.

Kom par piştî 30 salan li Amedê bi coş hate pêşwazîkirin. Hema coş ji ber ku ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hate qedexekirin nîvco ma. Komê diyar kir ku konsera xwe ya li Enqereyê ji ber êrişên li ser Rojava betal kir. Hesreta xwe ya 30 salan a Stenbolê li  Yenîkapiyê bi dadana agirê Newrozê bi dawî kir.

Koma Amed yek ji îmzekarên destpêkê yê kampanya "1001 îmze ji bo komara demokratîk û aştiyê" ye, ku di 12'ê Îlonê de hate ragihandin.

Pêwîstiya me bi aştiyê heye

Koma Amed ku xwe amade dike li Stenbolê derkeve ser dikê, beriya provayê bersiv da pirsên me. Suleyman Çarnewa bi navê komê axivî û di pêvajoya aştiyê de işaret bi rola hunerê û hunermendan kir. Çarnewa got, "Em bawer dikin ku divê her rewşenbîr, her hunermend, her mirovên xwedî berpirsyarî mohra xwe biavêje binê kampanyayê, lewma em jî ji roja destpêkê ve tevlî bûn." Çarnewa li ser sedema tevlîbûna li kampanyayê got, "Ji ber ku dema şer, dema nebûna demokrasî û aştiyê ew dem e ku herî zêde dengê hunerê, hunermedan, rewşenbîran tê birîn. Herî zêde dengê me hunermendan, rewşenbîran tê birîn. Pêwîstiya me bi aştiyê heye. Ji ber vê jî bêguman me yekser mohra xwe danîn binê vê kampanyayê."

Zimanê Kurdî bi muzîkê digihînin her deverî

Suleyman Çarnewa bandora zexta li ser Kurdî ya li hunerê jî bi van gotinan vegot, "Timî dibêjin, zimanê muzîkê nîne. Lê belê zimanê muzîka Kurdî li vê cografyayê herî kêm bilind bû. Halbûkî nêzî nîvê mirovên li vî welatî, li vê erdnîgariyê bi vî zimanî diaxive. Lewma em bi vî rengî difikirin: Em dixwazin vî zimanî, vê muzîkê bigihînin mirovên ku heta niha li vî zimanî, li vê muzîkê rast nehatiye. Bigihînin Derya Reş, Egeyê, Marmarayê û seranserê vê erdnîgariyê...

Yanî di vê jiyanê de pîvanek welê nîne ku tenê Kurd li muzîka Kurdî, tenê Tirk li muzîka Tirkî, tenê Îngiliz li muzîka Îngilîzî guhdarî dike. Em weke Koma Amed û Komam Çarnewa ku piştre weke endamên Koma Amed ava kir, me ev stran, stranên vê erdnîgariyê, çîrokên wê gihand nêzî nîvê cîhanê. Me ji kesî re nekarî vê îzah bike: Ev muzîk li cografya em lê ji dayik bûn û mezin bûn bi têrkerî serbest e. Ji ber ku vegotina vê zehmet e."

Koma Amed barhilgirê aştiyê ye

Çarnewa bal kişand ser girîngiya hunerê ya li ser rêya aştiyê û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Tişta niha pêwîstiya me pê heye aştî ye. Weke Koma Amed em dixwazin di vê pêvajoya aştiyê de bikevin binê bar. Em dixwazin bi rola xwe rabin. Çima? Niha em li ber tabelaya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê ye. Di salên 1990'î de em bi salan li vê navenda çandê xebitîn, têkoşiyan, ji bo çanda Kurd bigihînin nifşên nû hewl dan. Yên ku herî zêde êş hîs kirin em bûn. Lewma em di wê baweriyê de ne ku rola muzîk û hunerê herî kêm bi qasî ya polîtîkayê pêwîst e."

Hunermend li ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo got, "Banga Birêz Abdullah Ocalan a ji bo avakirina aştiyê li ser vê erdnîgariyê û têkoşîna wî ya beriya niha ya li ser vê mijarê gelekî hêja ye. Ji bo ev erdnîgarî ji xwînê, şer û xizaniyê rizgar bibe, gelekî girîng e. Ev hewldana Birêz Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, bi dîtina min ji bo gelên Tirkiyeyê jî gelekî hêja ye û bangeke welê ku divê xwedî lê derkevin."

‘Divê hunermend li hev bicivin’

Çarnewa her wiha destnîşan kir uk hunermend û rewşenbîrên Kurd û hunermend û rewşenbîrên Tirk divê li hev bicivin, ji bo xurtkirina pêvajoyê gavê biavêjin ûu got, "Sirri Sureyya Onder û Kadîr Înanir dema sax bûn bi sînema, gotin û bernameyên ku tevlî bûn ji rewşenbîr û hunermendên li Tirkiyeyê re qala pirsgirêka Kurd kirin. Lê belê em hunermendên Kurd dibe ku vê yekê tenê ji siyasetmedaran hêvî dikin an jî ji rêveberên pêvajoyê hêvî dikin. Na, em hunermendên Kurd ji bo xurtkirina aştiyê divê gavan biavêjin. Bi hunermend û rewşenbîrên Tirkiyeyî re ji bo xwîn nerije, ji bo avakirina aştiyê divê em bibin yek."

Suleyman Çarnewa herî dawî got, "Em di wê baweriyê de ne ku ev gava hêja ya Birêz Abdullah Ocalan ji bo gelên Tirkiyeyê destketiyeke mezin e. Wezîfeya hunermend, rewşenbîr, entelektuel û rojnamevanan e ku ji civakê re, ji gelên bindest û hemû beşên civakê re qala aştiyê bikin."

ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.