Festîvala Şanoya Goran dest pê kir

Nûçeyên Çand/Huner —

Duşem 23 Mijdar 2026 - 17:30

 

Ji bo nîşandana pirsgirêkên civakî û gihandina peyama perwerdê, Çaremîn Festîvala Şanoya Goran ji bo xwendekarên Helebceyê hat pêşkêşirin. Rêvebirê Perwerdeya Helebceyê jî got: “Şano zimanê herî zindî yê gihandina peyamên nava civakê ye, em dixwazin xwendekar peyamê bigihînin.”

Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Helebce bi hemahengiya Rêveberiya Ciwanan a bajêr, bi wesîleya 157’emîn salvegera bajar bûyîna Helebceyê, Çaremîn Festîvala Şanoya Goran ji bo xwendekarên bajêr da destpêkirin. Wê festîval du rojan dewam bike.

Rêvebirê Beşa Çalakiyan a Perwerdeya Giştî ya Helebceyê Emced Cemal li ser mijarê got: “Wê îsal 20 şano bên pêşkêşkirin. Îsal ji salên din cûdatir wê şanoyên li ser esasê perwerdekirinê bin.  Wê şanoyek bi zaravayê Hewramî jî bê pêşkêşkirin. Wê ev dewre du rojan berdewam bike.”

Emced Cemal got: “Şano zimanê herî zindî yê gihandina peyamên di nav civakê de û diyarkirina diyardeyên kirêt û neşirîn. Ew tiştê şano dikare bike ti aliyek din yê hunerî nikare bike.” ROJNEWS

***

‘Nîkoyê Şilbik’ derket ser dikê

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, promiyera lîstika bi navê “Serpêhatiya Nîkoyê Şilbik” li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê li dar xist. Lîstika ku derhêneriya wê Elvan Koçer dike û Mehmet Veysî Yoldaş nivîsandiye û dilîze, bi îluzyon û nîşandanên peqpeqokên rengîn hat pêşandan.

Di lîstikê de çîroka îluzyonîst Nîko ku ji bo bigihêje sîrka mezin a li Welatê Keskesorê tê îstasyona trênê, lê ji ber xemsariya xwe ji trênê dimîne, tê vegotin. Nîko bi piştgiriya zarok û temaşevanan dest bi nîşandana xwe dike û xwe li Welatê Peqpeqokan ê fantastîk dibîne.

Di lîstikê de bi rêya îluzyon û peqpeqokên rengîn, bal dikişîne ser girîngiya hevaltî û parvekirinê. AMED

***

Li Stenbolê şeva dengbêjan

Daîreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) li Şanoya Muammer Karacayê bernameya Şeva Dengbêjan li dar xist. Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar, endamên koma DEM Partiyê ya Meclîsa ÎBB û gelek welatî tev li bernamayê bûn.

Bername bi nîşandana belgesela “Dengbêjên me” ku derhênera wê Alî Bagdûye dest pê kir. Piştî belgeselê dengbêj Mihemedê Beyro, Sebrî Agirî, Mihemedê Serhedî, Evîn Sindî û Neslîhan Edîş derketin pêşberî temaşevanan û kilam û stranan gotin. STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.