
- Li bajarê Zûrihê yê Swîsreyê, Festîvala Fîlman a Kurdî ya yekemîn bi beşdariya gelek hunermend, derhêner û temaşevanan hate lidarxistin. Festîval di navbera 19 û 22ê Mijdarê de çar roj dom kir û gelek berhemên sînemaya Kurdî ji kategoriyên fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlman pêşkêşî temaşevanan kir.
Festîval ji aliyê Komeleya Festîvala Fîlman a Kurdî ya Zûrihê ve hate organîzekirin. Di vê çarçoveyê de, armanca sereke ya festîvalê pêşkêşkirina berhemên sînemagerên Kurd û naskirina çand, dîrok û serpêhatiyên civaka Kurdî bi riya sînemayê bû.
Di rojên festîvalê de gelek fîlmên ku mijarên wekî bîranîna dîrokî, nasnameya çandî, koçberî, jiyana civakî û têkoşîna gelê Kurd ji aliyên cuda ve vedikolîn hatin nîşandan. Di nav berhemên pêşkêşkirî de belgefîlma Kî me Ez? ya Esin Akgül, fîlma Nachbarn ya Mano Khalil, My Uncle Jens ya Brwa Vahabpour û Hemme’nin Öldüğü Günlerden Biri ya Murat Fıratoğlu cih girtin.
Herwiha di bernameya festîvalê de fîlmên ji Rojava heta Rojhilatê Kurdistanê hatin pêşkêşkirin. Belgefîlma All the Mountains Give ya Arash Rakhsha, When the Walnut Leaves Turn Yellow ya Mehmet Ali Konar û Rêya Penaber ya Rosida Koyuncu jî di nav bernameyê de cih girtin.
Di roja dawî ya festîvalê de jî belgefîlma The Traveling Cinema ya Zîlan Hemo, fîlma Berbû ya Sevînaz Evidkê, belgefîlma Kardeş Türküler ile 30 Yıl ya Çayan Demirel û Ayşe Çetinbaş, Paradies! Paradies! ya Kurdwin Ayub û The Last Word from Bavê Tayar ya Ghamkin Saleh hatin nîşandan.
Ji bilî nîşandana fîlman, di çarçoveya festîvalê de civînên bi derhêneran, gotûbêjên li ser Komuna Sînemaya Rojava, atolyeyên lîstikvaniya zarokan û çalakiyên çandî jî hatin lidarxistin.
Festîvala Fîlman a Kurdî ya Zûrihê bi çar rojên nîşandanên fîlman û çalakiyên çandî bi dawî bû. Festîval ji bo nîşandana rengînî û dewlemendiya sînemaya Kurdî û pêwendîdanîna sînemagerên Kurd bi temaşevanên navneteweyî re bû platformeke girîng.
NAVENDA NÛÇEYAN







