Bi sînemayê dibin dengê civakê

Nûçeyên Çand/Huner —

Pêncşem 19 Mijdar 2026 - 16:30

 

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6`emîn ku ji hêla Komîna Fîlm a Rojava ve bi dirûşma “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” hatiye bi rêxistinkirin, bi nîşandana fîlman û lidarxistina panelan li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê didome.

Endamê Komîteya Amadekar a mîhrîcanê Mîrzan Bekir ji ajansa me re axivî û diyar kir ku di mîhrîcanê de 45 fîlm tên pêşandan û mêvanên ji Asya, Afrîka û Ewropayê beşdar in.

Bekir bal kişand ser navneteweyîbûna mîhrîcanê û gavên ku îsal li Rojava hatine avêtin û got: "Ev gav di sekna gel a kêleka hunermendan de bi taybetî piştî rûdanên dawîn ên li herêmê qewimînî û pêvajoya heyî ya entegrasyonê diyar dibin."

Tevlîbûneke navneteweyî, xwecihî û kurdewarî

Bekir diyar kir ku beşdarbûneke berbiçav a mêvanan ji sê parzemînan; Asya, Ewropa û Afrîka, ji gelek welatan wekî Portekîz, Spanya, Çîn û Hindistan, welatên Rojhilata Navîn  wek Misr, Iraq û Îran, û welatên din di mîhrîcanê de heye. Her wiha da zanîn ku ji aliyên din ên Kurdistanê tevlêbûn balkêş e û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Ev yek di pevguehrtina çandan û xurtkirina hevgirtina neteweyan de bû alîkar. Li kêleka vê jî bi rêya palan û atolyayan nîqaş li ser siberoja sînemayê bi giştî û ya kurdî bi taybet hatin vekirin. Li ser pirsa: Gelo li gel guhertinên hunerî û siyasî yên li herêmê sînemaya kurdî bi ku derê diçe? Nêrîn hatin parvekirin. Armanc ji van çalakiyan; pêşxistina rewşa sînemaya kurdî, avakirina têkiliyên xurt li ser asta navneteweyî, hilbijartina çîrokên ku dikarin bibin fîlmên nirxdar û hunerî ye."

Li ser xeta Guney û Dag dimeşin

Bekir destnîşan kir ku ew hewl didin bi rêya sînemayê rastiya gel îfade bikin û di vî warê de gavên mezin biavêjin û got: "Em hewl didin bi rêya lidarxistina civînan, panel, xebatên li ser avakirina holên sînemayê li herêmê gavên mezin biavêjin da ku sînema bibe beşek ji çanda gel û dengê civak û derhêneran, dengê gelê Rojava ragihînin cîhanê."

Bekir Mîrzan da zanîn ku mîhrîcana îsal li gorî navarokên fîlman ji yên salên berê cudaye. Li gorî Bekir, di mîhrîcana îsal de mijarên li ser jîngeh, zarok û tundiya li ser jinan hatin nirxandin.

Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî Mîrzan Bekir di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta Yilmaz Guney û Xelîl Dax da û anî ziman ku civak bi eleqeyek mezin mîhrîcanê dişopînê, bi hezkirin tev li hemû çalakiyên wê dibin, lew ra ji wan hatiye xwestin ku di vî warî de gavên mezin biavêjin. ANHA

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.