
Nivîskar û helbestvan Îlhan Samî Çomak yê ku bi pirtûkên xwe yên helbestan ên ku di dema girtîbûnê de nivîsandine tê naskirin û piştî 30 salên girtîgehê di sala 2024'an de hat berdan, di nav îmzekerên kampanyaya “1001 Îmze ji bo Komareke Demokratîk û Aşitiyê” de ye ku di 12'ê Îlonê de ji raya giştî re hat ragihandin. Çomak, bi bal kişandina ser êrişên li dijî zimanê Kurdî, diyar kir ku naskirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji aliyê dewletê ve, di serkeftina civakeke demokratîk û pêvajoya aşitiyê de roleke girîng dilîze.
Çomak bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî û naskirina fermî ya ziman ji bo pêşveçûna zimanê Kurdî û got: “Zimanê Kurdî niha ne azad e. Nebûna statuya fermî ji bo Kurdî û bikarneanîna wî wekî zimanê perwerdehiyê, di nav wan astengiyan de ne ku rê li ber pêşveçûna wî digirin. Heke Kurd karibin bi awayekî azad bijîn û zimanê xwe pêş bixin, wê demê wê wêjeya wan jî geş bibe. Heta ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî, ji pola yekem heta zanîngehê neyê dabînkirin, wêje û ziman nikarin pêş bikevin. Her çend pirtûk û medyaya Kurdî hebin jî, xwedî xwendevanên sînorkirî ne. Pêşveçûna wêjeyê bi hebûna bazarê ve girêdayî ye; bêyî bazarê, xwendevan jî çênabin. Ji pola yekem heta qedandina zanîngehê, zimanê Tirkî li ser Kurdan zextê dike; encama vê yekê jî ew e ku piraniya Kurdan bi Tirkî diaxivin û dixwînin. Heke perwerdehiya bi zimanê zikmakî bihata dayîn û statuyeke fermî ji ziman re bihata naskirin, wê demê ev pirsgirêk hemû ji holê radibûn.”
Asîmîlasyon
Çomak diyar kir ku zimanê Kurdî, bi hemû zaravayên xwe ve, di nava zimanên dewlemend ên cîhanê de cih digire û got: “Ev ziman bi saya zaravayên xwe dewlemend e. Lê belê, ev dewlemendî bi tenê têrê nake. Ya girîng ew e ku ev potansiyel bê derxistin. Niha Kurd ne bi zimanê xwe diaxivin û ne jî wêjeya wî dixwînin. Ji bilî beşeke biçûk a civakê ku bi wêjeyê re mijûl dibe, eleqeyeke kêm ji bo zimanê Kurdî heye. Dûrketina ji zimanê Kurdî, asîmîlasyonê jî bi xwe re tîne. Zarokên Kurd êdî wekî berê bi Kurdî naaxivin. Xweasîmîlekirin bi lez belav dibe. Ji bo pêşîlêgirtina vê yekê, divê di hemû qadên jiyanê de bi Kurdî were axaftin û ziman were pêşxistin.”
Aştî û ziman
Çomak bi bal kişandina ser girîngiya gavên ku divê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de der barê zimanê Kurdî de bên avêtin, wiha got: “Wêje û aştî di nav pêdiviyên bingehîn ên Kurdan de ne. Aştî, di zimanê zikmakî de kok girtiye. Divê dewlet bi zimanê zikmakî yê vî gelî re aştiyê çêbike. Bêyî perwerdehiya bi zimanê zikmakî, ne aştî pêk tê û ne jî wêje dikare geş bibe. Divê dewlet der barê perwerdehiya bi zimanê zikmakî û dayîna statuya fermî de gavên lezgîn bavêje. Gelê Kurd jî, divê vê mijarê bi awayekî berdewam di rojevê de bihêle. Ez 30 salan di girtîgehê de mam. Hevalên me hene ku ji vê demê dirêjtir, zêdetirî 30 salan e, di girtîgehê de ne û berdana wan tim tê paşxistin. Di nav wan de nivîskar û girtiyên nexweş jî hene. Di vî warî de jî divê gavên lezgîn bên avêtin.”
Mafê perwerdehiyê
Çomak ku bertek nîşanî helwestên înkarker û nijadperest ên li dijî zimanê Kurdî da, wiha berdewam kir: “Çi eleqeya wan bi pêşveçûn an avaniya zimanê Kurdî ve heye? Mafê wan tune ye ku der barê zimanê Kurdî de biryarê bidin. Kurd daxwaza perwerdehiya bi zimanê xwe yê zikmakî dikin. Hinek îdia dikin ku mijarên wekî matematîk, felsefe, biyolojî û fizîkê bi Kurdî nayên fêrkirin. Heke mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî û statuyeke fermî ji bo ziman bê dayîn, Kurd dikarin van mijaran di nav xwe de nîqaş bikin û pirsgirêkên heyî dê bên çareserkirin. Kesên ku bi salan e êrîşî zimanê me dikin, mafê wan tune ye ku di vî warî de şîroveyekê bikin.”
FETHÎ BALAMAN- MA/AMED







