
- Ahmet Kaya ku jiyana xwe li sirgûnê domand, di 16’ê Mijdara 2000’an de li mala xwe ya li Parîsê di 43 saliya xwe de koça dawî kir. Hevalê wî yê hunermend Ferhat Tunç ku Ahmet Kaya bi bîr anî, got: "Dengê Ahmet hîn jî dijî. Stranên wî bandorê li milyonan mirovan dike."
Hunermendê nemir Ahmet Kaya, di 28’ê Cotmeha 1957’an de li Meletiyê ji dayik bû. Di 6 saliya xwe de bi tembûra ku bavê wî diyarî kiribû muzîk nas kir û di 9 saliya xwe de cara yekem derket ser dikê. Di 16 saliya xwe de ji ber sedemên siyasî hat girtin û li girtîgehê ma. Kaya di sala 1985’an de bi albûma xwe ya yekem "Ağlama Bebeğim" rûpeleke nû di jiyana xwe ya muzîkê de vekir, bi bestekirina helbestên helbestvanên wekî Attîla Îlhan, Ahmed Arîf, Can Yucel, Hasan Huseyin Korkmazgîl, Sabahattîn Alî û Yusuf Hayaloglu, di qada muzîka protest û resen de şêwaza xwe ava kir.
Yek ji qonaxên herî girîng ên jiyana Kaya di sala 1999’an de di merasîma xelatdayînê ya Komeleya Rojnamevanên Magazînê de qewimî. Di şeva ku xelata Hunermendê Herî Baş ê Salê wergirt de, ji ber gotina xwe ya "Ez straneke bi Kurdî çêdikim û klîbeke Kurdî dikişînim", rastî bertek û êrişên mêvanên li salonê hat. Piştî kampanyaya lîncê, betalkirina konseran û dozên ku li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) bi daxwaza 13,5 salan cezayê girtîgehê hatin vekirin, di 16’ê Hezîrana 1999’an de çû Fransayê. Kaya ku jiyana xwe li sirgûnê domand, di 16’ê Mijdara 2000’an de li mala xwe ya li Parîsê di 43 saliya xwe de koça dawî kir û li pey xwe 20 albûm û bi sedan stran hiştin.
Hevalê wî yê hunermend Ferhat Tunç bi boneya 26’emîn salvegera wefata Kaya axivî.
Mirovekî rast û dilsoz
Tunç diyar kir ku pênasekirina Kaya tenê bi sekna wî ya li ser dikê wê kêm bimîne û ev tişt got: “Ahmet Kaya mirovekî pir rast û dilsoz bû. Gelekî xwezayî, jidil û mirovhez bû. Ji bo wî tu girîngiya meqam û navdariyê tunebû. Kî dibe bila bibe, bi mirovan re ji dil peywendî çêdikir. Hêrsa xwe jî û xemgîniya xwe jî wekî xwe dijiya. Aliyekî wî yê zarokîn hebû, dikeniya, henek dikirin û carna bi tiştên pir biçûk kêfxweş dibû.”
Tunç destnîşan kir ku dema dihatin cem hev atmosferê siyasî yê serdemê dinirxandin û wiha pê de çû: “Dema ku ez û Ahmet navbera me baş bû, dawiya salên 1980’î bû. Rojên ku encamên giran ên darbeya 12’yê Îlonê hîn dijiyan. Her roj şer û xeberên mirinê hebûn. Di hemû sohbetan de mijar dihat ser pirsgirêka Kurd. Ew salên ku me dest bi lêpirsîna Kurdbûna xwe dikir û dipirsî ka Kurdbûn çawa ye.”
Şerma me hemûyan bû
Tunç diyar kir ku şeva lîncê ew ne li wir bû lê dema vegeriya Stenbolê xemgîniyeke mezin jiyaye û got: “Wê şevê careke din nîşan da ku hunermendek tenê ji ber raman û nasnameya xwe çawa dikare bibe hedef. Êrişa li salonê, dirûşmên hatin berzkirin û tiştên piştî wê qewimîn ji bo me hemûyan şerm bû. Ew êriş ne tenê li hemberî Ahmet bû, di rastiyê de êrişek li ser azadiya raman û derbirînê, îradeya jiyana bi hev re û nirxên me hemûyan ên demokratîk bû.”
Şiroveyek xweser û bi hêz
Tunç anî ziman ku muzîka Kaya li hemberî demê li ber xwe dide û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Taybetmendiya herî girîng a muzîka wî ew bû ku dikaribû hesteke pir şexsî veguherîne hesteke civakî. Di straneke evînê yan jî veqetînê de jî hemû qutbûnên gel dihatin hîskirin. Ahmet ne tenê gotin û awaz vediguhest, bi hemû hebûna xwe diket nav stranê. Îro guhdarîkirina nifşên ciwan li Ahmet Kaya pir girîng e, ji ber ku mijarên wekî aştî, edalet û têkoşîna ku wî di stranên xwe de vedigot, hîn jî di nav jiyana me de ne.”
Yarîyên Ahmet Kaya
Tunç bal kişand ser aliyê henekbaz ê Kaya û bîranîneke xwe parve kir: “Em li buroyeke li Cîhangîrê diciviyan. Rojekê ez ketim hundir û bêyî silav bidim kesî min hirmiyên li ser masê xwar. Bi gezkirinê re avêtina min bû yek, devê min şewitî. Dema min bi şaşwazî pirsî ev çi ye, Ahmet got ‘Wê çi be, hirmiya Rihayê ye’. Derket holê ku Ahmet hirmî hûr kirine û îsota tûj a di berîka xwe de lê daye. Di rojên me yên herî tarî de jî rêya kêfxweşkirina derdorê didît. Îro gava dostaniya me tê bîra min, ew ken tên bîra min.”
Dengê Ahmet her dijî
Tunç bal kişand ser zehmetiyên sirgûnê û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ev 10 sal in em di serdemeke pir xerab re derbas dibin. Mirov dema li sirgûnê dijî fêm dike; sirgûn qutbûna ji ziman, kolan, dost û hemû tiştên ku tu aîdî wan e. Di vê pêvajoya 8 salan a sirgûna xwe de min qet mirin li Ahmet neanî. Piştî Yilmaz Guney, xatirxwestina duyemîn a ku ez li Parîsê ewqas kûr hejandim Ahmet bû. Xwezî vî welatî ewqas dijminatî li hunermendên xwe nekira û Ahmet ji axa xwe nehata qutkirin. Îro em behsa pirsgirêka Kurd û çareseriyê dikin. Dengê Ahmet hîn jî dijî û stranên wî bandorê li milyonan mirov dike. Lê ji bo min tu stran cihê rûniştin û sohbetkirina bi wî re û parvekirina kenekî dostane nagire.”
HÊLÎN OK-MA/STENBOL











