‘Derwêş û Edûlê’ li Kerkûkê derket ser dikê

Nûçeyên Çand/Huner —

Yekşem 15 Mijdar 2026 - 17:00

 

Di roja duyemîn ya çalakiyên 10’emîn Festîvala Şanoya Kolanan ya Navnetewî ya Kerkûkê de, Koma Şanoyê ya Edûlê bi şanoya binavê “Destana Derwêş û Edûlê” derket ser dikê. Endamên komê gotin; “Tiştê ku festîvalê xweşiktir dike bi ziman û çandên cuda beşdarbûna komên ji çar parçeyên Kurdistanê ye.”

Ji endamên komê, Esra Ekîncî hestên xwe li ser festîval, xelkê Kerkûkê û şanoya xwe wiha axivî; “Em ji Amedê hatine beşdarî vê festîvalê bûne. Em bi şanoya ‘Destana Derwêş û Edûlê’ beşdar bûn ku destaneke kevn a Kurdane û li ser Destana Derwîş û Ebdî hatiye çêkirin. Me karî beşek ji vê destana dîrokî nîşan bidin û bi çavên Edûlê vebêjin; Edûl kî bû û çawa bû. Ez hêvî dikim ku temaşevanan ji nîşandana leyistiya şanoya me keyf girtibin.” Esra Ekincî di dewamê de hestên xwe bi van gotinan anî ziman; “Ez keyfxweşim ku cara yekem beşdarî vê festîvalê dibim. Bi taybetî ji ber ku me Destana Edûlê anî Kerkûkê; Ji bo min keyfxweşiyeke mezine ku me li ser kleha dîrokî ya Kerkûkê şanoya xwe pêşkeş kir. Tiştê ku vê festîvalê xweşiktir dike beşdarbûna komên ji hemû beşên din ên Kurdistanê bi ziman û çandên xwe ye. Xelkê Kerkûkê hunerhezin û zû têkelî karên hunerî dibin. Xelkê Kerkûkê gelek alîkariya me kirin. Em spasiya wan dikin.”

 

Temaşevan bi lîstikê kêfxweş bûn

Her wisa endamê Koma Şanoyê ya Edûlê Kayhan Ûrmiyeyî ku di leyistika “Destana Derwêş û Edûlê” de rola Derwêş leyîst wiha axivî; “Min di şanoyê de rola Derwêş leyîst. Hilbijartina vê nîşandanê ji bo me gelek girîng bû. Me bi hevalên xwe re nêzîkî mehekê provayên vê şanoyê kir heta me karî bi awayek baş û watedar pêşkeşî temaşevanên hêja bikin. Temaşevan bi vê şanoya me gelek keyfxweş bûn. Ev karên ku Mamosta Receb li ser dixebite, hemû jî taybetin û hunereke cuda tê de derdikeve holê.”

Di dawiyê de Kayhan Ûrmiyeyî, bi dengê xwe beşek ji “Destana Derwêş û Edûlê” pêşkeş kir.

ROJNEWS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.