Şopa ku li ser dikê ma; Reqsa Saryayê

Nûçeyên Çand/Huner —

Yekşem 15 Mijdar 2026 - 16:30

 

Nursel Înce (Sarya) ya ku bi "reqsa azadiyê" ya ku bi fîstanên xwe yên kesk, sor û zer û spî di bîra gelê Kurd de ma bû, di 30'emîn salvegera wefata xwe de nehat jibîrkirin. Nursel Înce di 15’ê Sibata 1975’an de li gundê Carci yê navçeya Zarûşad a Qersê ji dayik bû, di sala 1978’an de bi tayînkirina bavê wê re pêşî koçî Burdurê û piştre jî di sala 1988’an de koçî Stenbolê kir. Nursel Înce ku dibistana seretayî û navîn li Burdûrê û lîse li Stenbolê xwend, di sala 1992’yan de Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) nas kir û tev li xebatan bû. Tev li beşa folklorê ya MKM’ê bû, Nursel Înce di heman salan de xebatên xwe yên rojnamevaniyê jî domand. Nursel Înce demekê di rûpela çand û hunerê ya rojnameya Ozgur Ulke ya ku di salên 1994-1995’an de hatibû bombekirin de xebitî.

Nasîna wê bi navê Saryayê ve dîsa di çarçoveya çalakiyên ku ji bo hunerê dikir ve pêk hat. Nursel Înce û hunermendên MKM'ê ku di wê demê de xebatên bi Kurdî dikirin, tevî derfetên dijwar gelek lîstik nîşan dan. Nursel Înce û hevalên wê ku di lîstikên xwe de hem koçberiyên bi zorê û hem jî nasnameya Kurd û jinê ya di bin sîstema mêtingeriyê de didan xuyakirin, di wê demê de lîstikên xwe ji malbatên Kurdistanî û ciwanên ku koçî wan bajaran bûne re pêşkêş dikirin. Yek ji van lîstikan jî "Govenda Hilo" bû ku di sala 1995’an de li Komeleya Alîkarî, Pêşvebirin û Çandê ya Navçeyên Kigî, Karakoçan, Adakli, Yayladere, Yedîsu (KAYYDER) hatibû lîstin. Nursel Înce ya ku di lîstikê de karaktera lal Sarya dilîst, danseke ku bi temayên azadî û serhildanê hatibû hûnandin pêşkêş dikir. Nursel Înce ya ku bi performansa xwe ya di lîstikê de bal kişand, lêgerîna azadiyê ya ku bi reqsa Saryayê digeriya bi lêgerîna xwe ya azadiyê re kir yek. Piştre Nursel Înce di sala 1995’an de tevli têkoşîna azadiyê ya Kurd bû û di 16’ê Mijdara 1997’an de jiyana xwe ji dest da.

Nursel Înce, bi helbest û dansa ku li pey xwe hişt re bû çavkaniya îlhamê ji bo nifşên piştî xwe. Koma Agirê Jîyan bi strana xwe ya bi navê "Sarya" ku ji bo Nursel Înce çêkiribû, lêgerîna wê ya azadiyê, girêdana wê ya bi axê re û hevaltiya wê vedigot. Şanoger Hasan Sucu yê ku bi salan bi wê re xebitîbû, qala Nursel Înceyê kir.

Bersiva herî baş; reng û awayê dansa nûjen

Hasan Sucu yê ku di nava salan de di gelek xebatan de cih girtibû, diyar kir ku piştî ku bi MKM û KAYYDER’ê re nas kir dest bi şanoya Kurdî kiriye. Sucu anî ziman ku di serpêhatiya şanoya Kurdî ya ku di salên 1990’î de dest pê kir de ew tevli gelek xebatan bûye û diyar kir ku di vê pêvajoyê de Nursel Înce nas kiriye û ev tişt got: “Min Nursel di Govenda Hilo de nas kir. Sala 1995’an bû. Nursel hem rojnamevan hem jî şanoger bû. Huseyîn Kaytan ew ji bo vê lîstikê vexwendibû. Me jî li KAYYDER’ê hev nas kir. Li ser şanoya Kurdî dixebitî. Carna me bi Nursel re dilîst. Nursel pir baş dans dikir. Wê demê perwerdehiya dansa nûjen jî digirt. Nêzîkî 5 mehan çûbû qursa dansê. Wê ev yek ji bo ku baştir bixebite û dans bike dikir. Xebata xwe bi qîmet didît. Ez her dem wê bi samîmiyet û rûkeniya wê tînim bîra xwe. Wê demê karaktera Saryayê gelek deng veda. Karakterê Saryayê peyva 'Ez nikarim biaxivim lê dansa min wê bibe bersiva tiştên ku ez jiyaye. Heta ez ê bersiva herî baş bi vî rengî bidim' vedihewand. Bi babetên 'Gihîştina çiyaya', 'Bûyîna çûkekî û firînê' dilîst. Jiyana wê bixwe jî wisa bû. Em dixwazin dansa wê bijî, mîna Sarya nemir be."

Dansa nûjen bi çanda Kurd re anî gel hev 

Sucu anî ziman ku wan Şanoya Bi Hev Re Reqs bi îlhama ku ji Nursel Înce girtine avakirine û diyar kir ku îro lîstikên ku ew ê di bîranîna wê de ji nû ve pêşkêş bikin hene û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "'Teyrênbaz' û 'Em sond dixwin' me bi van lîstikan armanc kir ku em berdewamiya tîp û karakterê ku Saryayê lîstiye, bikin. Niha bernameyek ku KAYYDER di 12’yê Kanûnê de li dar bixe heye. Em li wir ji bo nîşandana dansa Saryayê xebatên xwe didomînin. Saryayê di salên 1990’î de dansa nûjen bi çanda Kurd re anîbû cem hev."

CEYLAN ŞAHÎNLÎ-MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.