Stranên Botanê bi gotin û nota

Nûçeyên Çand/Huner —

Yekşem 8 Mijdar 2026 - 16:30

 

Mehmet Afşar ê ku di sala 1984an de li Cizîrê ji dayîk bûye, di sala 1998an de li Stenbolê dest bi kar û xebatên muzîkê kiriye. Perwerdeya xwe ya lîsansê bi muzîkolojiyê û ya mastirê jî bi muzîkê temam kiriye. Mehmet Afşar piraniya lêkolînên xwe li ser muzîka Kurdî, çanda muzîkê ya herêma Botanê û kevneşopiyên dengbêjiyê dike. Wî di sala 2012yan de albûma xwe ya bi navê Lîs weşand. Di sala 2014an de pirtûka helbestan a bi navê Ramûsanên Xesandî û di sala 2023yan de jî pirtûka bi navê ‘Stranên Kurda bi Gotin û Nota’ amade kir. Niha jî pirtûka wî ya bi navê ‘Stranên Botanê Bi Gotin û Nota’ derketiye. Mehmet Afşar ê bi salan e bi kar û xebatên muzîk, nivîskarî û lêkolînê re mijûl e derbarê xebatên xwe de ji ajansa me re axivî.

Dixwaze li hemû herêman bixebite

Mehmet Afşar anî ziman ku wî ji herêma Botanê dest bi lêkolînên xwe kiriye û da zanîn ku di pirtûka wî de 115 stran bi awayekî nota hatine nivîsandin û wiha axivî: “Gelek ji wan ên ku di nava civakê tên nasîn in û hin ji wan jî yek bi yek ez çûme min bi dengbêjan re hevpeyvîn kiriye. Ez dixwazin li hemû herêman bixebitim. Dema min mastir dikir min arşîvek berhev kir û ev ji bo destpêka min bû gavek. Ez ji Botanê me û ji devoka wir jî fêm dikim, ew ji bo min avantajek bû. Ji ber ku min stranbêj û dengbêjên wir nas dikir, min bi hêsanî xwe gihand wan. Ji ber vê yekê min hinek sûd ji wan girt. Stranên Kurdî rasterast sûda xwe ji serpêhatiyên ku di nava jiyanê de qewimîne digire. Gelek varyantên wê hene. Dema ku mirov stranek li navenda Şirnexê guhdar bike, heta gundekî deh kilometre dûr be, mirov di navbera wan varyantan de guhertinan dibîne. Heta di hinek cihan de mirov dikare bêje ku deng jî tê guhertin. Ew jî li gora qirika stranbêjî û dengbêjan, li xwezayê û li gora hestên wan guhertin çêdibin. Ji ber vê yekê herêma Botanê hinek li paş mabû, me xwest bi van xebatan hinek be jî derxin pêş.”

‘Stranbêjî û dengbêjî ji hev cuda ne’

Mehmet Afşar diyar kir ku wî di sala 1998an de dest bi karê muzîkê kiriye û bi bîr xist ku dema ku wan stranên Kurdî gotiye, ew bûye sedema girtina wan û wiha qal kir: “Îro derfetên me hene, em derfetên xwe bikar tînin û heta ji me bê em ê dîsa jî bikin. Hêvîdar im hunermendên me û hevalên me yên ku bi van xebatan re eleqedar dibin, di aliyê sosyolojî û muzîkolojiyê de jî li pirtûka me binêrin. Tiştên ku tên qeydkirin ne tenê hunermendan eleqedar dike, hemû civakê eleqedar dike. Dema ku min dest pê kir ev metnên heyî tune bûn, min gelek zehmetî kişand. Ji ber ku gelek stranên Kurdî notayên wan tunebûn. Ev jî kêmasiyeke mezin bû. Em hatine wê astê ku dinivîsin û em pê şanaz û bextewar in. Îro stranbêjî tiştek din e û dengbêjî jî tiştekî din e, divê mirov van herduyan ji hev bide qetandin.”

Mehmet Afşar di berdewamê de ev tişt gotin: “Cizîr di aliyê siyasî de li herêma Botanê weke paytext tê nasîn. Em dikarin bêjin ku heta dema Bedîrxan jî wisa bû û sînorên wê gelek fireh in. Lê min di xebata xwe de stranên herêma Behdînanê weke yên dinê lê zêde nekiriye. Min ji pira Cizîrê heta Xabûrê ji Roboskî heya Xabûra Duduyan û ji ava Botanê heta navenda Sêrtê girtiye dest. Di wir de min sînorên xwezayî yên avê esas girtine.”

Ji bo muzîka Kurdî dê bibe dane û çavkaniyek

Mehmet Afşar got ku kesên stran dibêjin, ew çand, huner, wêje, dîrok û serpêhatiyên wê civakê tînin ziman û wiha bi dawî kir: “Stranên Kurdî rastiya xwe ji bingeha civaka Kurdî digirin. Ji ber ku ev di aliyê nivîskî de kêm in, ev tên paşguhkirin. Em weke civaka Kurd ji aliyên pergalê ve dihatin redkirin. Lê îro em dikarin hin tiştan bikin û derfetên me hene. Teknolojî pêş ketiye. Stranên ku di salên 90î de dihatin gotin û yên îro tên gotin ne heman tişt in. Ji ber ku dem hatiye guhertin. Êdî dem bûye dema dîjîtalê. Her wiha min di vê pirtûkê de weke ‘Querkod’ li bin stranan daniye. Kesên wê pirtûkê bixwînin dikarin bi rêya telefonê bikeve û di wir de vebike û guhdar bike. Niha jî ez dixwazim li hemû herêmên Kurdistanê taybetmendiya stranên bi rîtîm ên folklorîk bi lîteratureke baş binivîsim. Armanca min ew e ku ev xebat ji bo pêşeroja muzîka Kurdî bibe daneyek û çavkaniyek. Êdî dema me ya dîjîtal e, divê em di aliyê zanyarî de Kurdî mezin bikin. Divê ev weke çavkaniyekê bibe amûrek da ku tezên Kurdî bên nivîsandin. Ez dixwazim xizmetê wisa bikim.” 

ABDULLAH ESEN- AW/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.