
- Di 1'ê çirîya paşîn a 1956'an de, li herêmên zimanê malayalam dihat axaftin Kerala hate avakirin. 70 sal piştî vê rojê, ev bûyer hîn jî mînaka herî zelal a federalîzma li ser bingeha ziman e.
Di 1'ê çirîya paşîn a 1956'an de, Hindistanê sînorên xwe yên navxweyî li ser bingeha ziman ji nû ve xêz kir. Di nav vê reorganizasyona mezin de, herêmên ku bi zimanê malayalam dipeyivîn – Travancore-Cochin, Malabar û Kasaragod – hatin yekkirin eyaleta Keralayê hate avakirin. Di salvegera 70'ê de, ev roj wekî derseke zindî ya federalîzmê ye ku nîşan dide çawa ziman dikare bibe bingeha avakirina otonomîyê .
Berî 1956'an, herêmên malayalamî diaxivîn di bin sê rêveberiyên cuda de bûn. Travancore û Cochin, du mîrektîyên berê, di 1949'an de yek bûn û Travancore-Cochin ava kirin. Malabar di bin rêveberiya Madrasê de bû û Kasaragod jî beşek ji Canaraya Başûr bû. Tevî ku ziman û çand hevpar bûn, sînorên îdarî û siyasî van herêman ji hev cuda dikirin. Tevgera “Aikya Kerala” (Keralaya Yekgirtî) ji salên 1920'î ve, bi taybetî piştî civîna Kongreyê ya Payyanurê, li ser bingeha ziman daxwaza yekkirina van herêman kir.
Qanûna reorganîzasyona eyaletan
Qanûna Reorganîzasyona Eyaletan (States Reorganisation Act) a 1956'an ku di 31'ê tebaxê de hate pejirandin û di 1'ê çirîya paşîn de kete meriyetê, ev daxwaz kir fermî. Li gorî beşa 5emîn a qanûnê, Kerala ji herêmên Travancore-Cochin, Malabar û Kasaragod pêk hat.
Kerala di destpêkê de bi pênc navçeyan dest bi rêwîtîya xwe ya otonomîyê kir û di salên bê de hejmara navçeyan bûn 14. Tecrûbeya Keralayê nîşan da ku naskirina nasnameya zimanî yekîtiya Hindistanê qels nake lê wê xurtir dike. Hin herêmên din ên Hindistanê jî di heman rojê de li ser bingeha ziman jinûve hatin avakirin û modela federalîzmê ya li ser ziman bû bingeha sîstema îro.
BERWAR NEWS







