
- Eger rojekê roj hilneyê, hemû şêweyê jiyana me wê ser û bin bibe. An jî eger her rojekê di demjimêreke din de hil were, emê bi zehmetî jê têbigihîjin, an jî emê nikaribin vê rewşê bi matematîkê rave bikin. Tiştê ku şêweyekê dide jiyana me, tevgerîna rîtmîk a gerdûnê û hevgirtina wê ye.
DILO RAPERÎN*
Bi navberên bi pergal dûbarebûna lêdanên xûrt û yên qels. Çêbûna vê dûbarebûnê ya di qalibekê de.
Rîtm jibo we çiye û çi pênase dike?
Rîtm bingeha amûrên muzîkê yên jenî û perkusyonê ye. Dema ku mirov li hin amûrên muzîkê dixe, dengên bi pergal û herikbar derdikevin; ev deng rîtmê pêk tînin.
Di gerdûnêde her tişt di tevgerîneke bi pergal de ye. Ango tevgerîna gerdûnê rîtmîk e. Li cihê ku rîtm lê bisekine an jî xirab bibe, li wê derê jiyan jî radiweste. Rîtm bi zimanê latînî tê wateya “herikîn”ê. Bi rawestîna tevgerînê û qûtbûna herikînê rîtm jî radiweste.
Domdariya gerdûnê bi dûbarebûna rîtmîk ya tevgerînê pêkane. Rîtm, bi hejmaran vegotina tevgerînê ye. Bi gotineke din, pêkan e ku hemû tevgerên li gerdûnê bi hejmaran werin ravekirin. Tevgerîna rojê, tevgerîna gerdûnê, dûbarebûna demsalan û şev û rojan...
Em di nav gilokeke rîtman de dijîn
Tevgerîna daîreyî ya rojê rîtma bingehîne û em di nava gilokeke rîtman de dijîn ku ji wê rîtma bingehîn pêk hatiye. Em bi vê awayê ku em pêgirên vê giloka rîtmanin hatine dinyayê. Em berdewamiya vê rîtma gerdûnê di ceste û avaniya serwextbûna xwe de dibînin.
Hevgirtina tevgerîna li kaînatê dike ku mirov bi xwe bawer be. Wekî mînak; roj, 24 seetan carekî hiltê, bi hevgirî û biyardarî tevdigere. Em hizir nakin ku rojekê hilneyê, em pê bawer in. Em li ser dem û cihê ku roj her roj lê hiltê, bi alîkariya hejmaran planan datînin. Em plan, bi wê baweriya tevgerîna rîtmîk a rojê dikin.
Eger rojekê roj hilneyê, hemû şêweyê jiyana me wê ser û bin bibe. An jî eger her rojekê di demjimêreke din de hil were, emê bi zehmetî jê têbigihîjin, an jî emê nikaribin vê rewşê bi matematîkê rave bikin. Eger tevgerîn ne rîtmîk be, em nikarin derbarê wê de payinan bikin. Tiştê ku şêweyekê dide jiyana me, tevgerîna rîtmîk a gerdûnê û hevgirtina wê ye.
Em tiştên ne rîtmîk derbigeh (li dervehiştin, ji cî/şûn/gehê derkirin,) dikin, em tê de li hevgirtinê digerin. Her wekî ku mirovek li ser soz û qirara xwe be, hevalên yekî/ê jê têbigihîjin, yek bi plan be. Tiştê ku dike mirovek kesekî/e hevgirtî be ew e ku xwedî taybetmendiya xwe dûbareker be.
Bawerî; rêgeza dostanî û hevaltiyê
Bawerî bi mirovên hevgirtî (lixwekirî) tê. Tekane rêgeza dostanî û hevaltiyê ew e ku mirov pê bawer be. Ji ber ku mirov baweriya xwe bi tevgerîna rîtmîk a rojê tînin, bawer dikin ku dê her roj hil were. Baweriya ji hevalan jî têkildarî baweriya bo tevgeriyana rîtmîk a wan e. Her wekî mirov bawerî bi wan kesan tîne ku her roj di dema xwe de diçin ser karê xwe. Li gel ku di pirtûkan de nabêje ku kaînat di tevgeriyaneke rîtmîk de ye, em vê rastiyê ji jiyana xwe ya rojane têdigihîjin. Em li domdariya şev û rojê bifikirin; em şevê radizên û rojê karên xwe dikin. Biyorîtma me, yanî rîtma hundirîn a cesteyê me li gorî vê eyar bûye. Dema ku pergala me ya xwê xirab dibe, êdî rîtmên me yên din jî xirab dibin; gavên me bêpergal dibin, masûlkeyên me sist dibin, em nikarin xwe li ser piyan bigirin. Rawestiyana li ser du liingan dike ku mirov bi hevseng û bi xwe bawer be. Lewre di wê seknê de em dibînin ku ceste di pergala xwe ya rîtmîk de ye.
Dema ku rîtma lêdana dilê me xerab dibe…
Dema li deverekê dar û daristan hişk dibin, bobelata lehiyê rû dide. Ji ber ku me hevsenga xwezayê xirab kiriye, êşê bi me dide kişandin. Dema ku em ciyê çemekî biguherînin an jî wê ziwa bikin, jiyana li derdorê dikeve xetereyê. Lê eger ew çem bi awayekî bipergal biherike, mirov baweriyê pê tînin û li derdorê wê dijîn. Dema ku rîtma lêdana dilê me xirab dibe, em têdigihîjin ku tenduristiya me di xetereyê de ye. Hemû rîtmên jiyana me jî pê re xirab dibin. Ji bo serastkirina rîtma dilê xwe, em diçin nik doktoran. Doktor sedemên xirabûna rîtma dilî ji holê radikin, ji ber vê jî doktor baweriyê didin mirovan. Dema ku rîtmeke li xwezayê xirab dibe, pê re pê re rîtmên din jî xirab dibin. Sedem jî ev e ku hemû tiştên li xwezayê hev bandor dikin û têkildarî hev in. Li xwezayê azadiya bêsînor tune ye, her tişt têkildar û muhtacî hev e.
Xweza û peyama nepen
Hevsengiya rîtmên hev diafirînin an jî hev temam dikin aheng e, estetîk e. Dema ku em li nav xwezayê bi tenê dimînin, em ji ber wê hevgirtina rîtmîn aram dibin. Em dibêjin “çi xweş e”. Ev aheng, ev temamiya estetîk e xwe berdide nava me û dike ku em bi xwe bawer bin, vehesin û ev hêza jiyanê dide me. Dema ku em li xwezayê bi tenê ne, em peyama nepen “jiyan bi ahengeke bêqisûr berdewam e, lê binêre, wê dibînî, pê bawer be û vehese” werdigirin û ji ber vê jî em dilşa dibin.
Avaniya holîstîk a rîtmên li kaînatê di nav hev de ji hêla biyolojîk ve di cesteyê mirovî de xwe nîşan dide. Derbûna vê rîtmê jî bi dansê ye. Dans gelekî li cesteyê mirovan dike û rewşeke estetîk e. Dema ku dans bi muzîkekê be, bêqisûriyeke estetîkî ya ku rîtm û ceste digihîjin hev derdikeve holê.
Û ji bo rîtma muzîkê. Rîtm û newaya muzîkê, van hestên ku rasterast li xwezayê dikin, dide me; hevgirtin, hevseng, estetîk, lihevkirî. Ji ber vê ye ku dema ku mirov bi muzîkê mijûl dibe an jî lê guhdarî dike, vedihese.
Di bingeha hemû huneran de xweza heye
Çem rîtmîk diherikin, bi awayekî rîtmîk darên li dora xwe xwedî dikin, rêzbûna çiqil, belg û kulîlkên daran jî rîtmîk in. Rîtma çemî wan rîtmên din afirandiye. Eger çem ziwa bibe, ew rîtmên din jî dê tune bibin. Em çem û darê bi resimê vedibêjin û wê resimê bi dîwarê mala xwe ve dihilawîsin; em hevgirtina estetîkî ya li xwezayê dixin nava mala xwe. Ew hestên xweş ku dema em lê dinêrin hest dikin, ji ber hevgirtina wan rîtman ku di resimê de ne. Perwerdekarên hunerê dibêjin, “afirînerî bi hestkirina rîtma li xwezayê re dest pê dike”. Di bingeha hemû huneran de xweza heye. Eger em rîtma li xwezayê bi resimê vebêjin dibe hunera resimê, eger em bi muzîkê vebêjin dibe hunera muzîkê, eger em bi cesteyê xwe vebêjin dibe hunera dansê, eger em bi peyvan vebêjin dibe helbest. Eger em vê rîtmê bi reqeman vebêjin dibe matematîk. Dema ku zanistên fenî qala vedozînekê dikin, di rastiya xwe de qala tiştekî ku jixwe li xwezayê heye lê hê nû hatiye vedîtin dikin.
Rîtm, tenê mijara muzîkê nîn e
Bi perwerdekirinê xurtkirina hestên rîtmîk ên mirovekî/ê tê wê wateyê ku hevgirtina wî/ê ya bi xwezayê re tê xurtkirin. Ji ber hindê ye ku divê perwerdehiya rîtmê wekî pêwîstiyên bingehîn ên mirovan bê qebûlkirin. Perwerdehiya hunerê jî ew amûr e ku vê pêwîstiyê rasterast bi cî tîne. Ji ber hindê ye ku pêwîst e li saziyên perwerdehiyê yên giştî perwerdehiya rîtmê jî bê dayîn.
Li gel van jî, dersa ku rîtmê bi awayê herî fêmbar dide fêrkirin, dersa muzîkê ye. Lê gelo em di dersên muzîkê de, rîtmê wekî tekane rêgeza derbasdar a kaînata didin fêrkirin? Mixabin na.
Divê em zanibin ku rîtm ne tenê mijara muzîkê ye. An jî bi gotineke din, dersa muzîkê ne tenê ji bo xizmeta muzîkê ye lê ji bo xizmeta hemû qadên din e jî. Ji ber hindê jî divê dersa muzîkê ji pêşdibistanê dest pê bike û bibe derseke mecbûrî.
*Yek ji endamên koma Awazê Çiya.







