
- Çîrok di cîhana zarokan xwediyê cihekî taybet e. Ji bo pêşxistina xeyalên zarokan, piştgiriya zekaya wan a hestyarî, ragihandina nirxên gerdûnî, parasina nirxên civakî û parastina mîrateya çandî, çîrok pir girîng e. Loma divê çîrok ji jiyana zarokan kêm nebin.
Hişê zarokekî wek tovekê ye. Çiqas çîrokên cihêreng ji wan bên xwendin, ewqas xeyalên wan xurttir dibin. Çîrok di hişê zarok de şikil digirin û wan dibin cîhanên bi tevahî nû. Çîrok ne tenê çîrokên kêfxweşiyê an serpêhatî ne. Ew di heman demê de yek ji rêbazên herî bibandor in ji bo fêrkirina nirx û dersên jiyanê yên ji bo zarokan. Wêrekî, durustî, edalet, dostî, alîkarî... Ev hemû têgeh bi rêya çîrokan ji zarokan re têne vegotin.
Pispor dibêjin ku pirtûk di pêşveçûna zarokan de roleke girîng dilîzin û girîngiya hilbijartina pirtûkên guncav a ji bo temenê zarok tekez dikin. Pispor her wiha destnîşan dikin ku çîrok mejiyê zarokan pêş dixe. Pirtûkek dikare guhertinên girîng di cîhana zarokekî de çêbike. Bi rêya çîrokan, zarok bi karakterên di rewşên cûda de hevxemiyê nîşan didin. Dîtina karakterekî ku ji rewşek dijwar derbas dibe, alîkariya zarokekî dike ku bi hestên wekhev re mijûl bibe. Mînak, dema ku karakterek di pirtûkekê de ji rewşek dijwar bi çareseriyek afirîner derdikeve, zarok fêm dike ku zehmetiyên wî/wê normal in. Ev yek hestên tenêtiyê sivik dike û baweriyê ava dike.
Zarok bi rêya çîrokan peyvên nû fêr dibin û jêhatîyên xwe yên zimanî bi lez pêş dixin. Şopandina destpêk, pêşketin û bidawîhatina bûyeran, aqilmendiya mentiqî û jêhatîbûna ramana rexneyî ya zarokan zêde dike. Bîranîna hûrgilî û karakterên çîrokeke ku hatiye bihîstin an xwendin, bîrê xurt dike. Dîtbarîkirina têgehên razber di hişê mirovan de afirîneriyê pêş dixe û alîkariya zarokan dike ku perspektîfên cuda bi dest bixin.
Zarok di çîrokan de rêyekê dibînin ku pirsgirêkên ew pê re rû bi rû dimînin û carinan di nav rojê de wan tepeser dikin bi nasîna karakterên çîrokan çareser bikin. Bi saya vê nasînê, zarok çavkaniyek ji bo çareserkirina hestên ku ew pê re rû bi rû dimînin dibîne. Dilşikestin, fikar, tirs, mirin û êş hin ji ezmûnên neyînî ne ku zarok pê re rû bi rû dimînin, her çend em nexwazin jî. Di heman demê de, çîrok derfetekê peyda dikin ku meriv li ser reqabeta xwişk û bira, reqabeta hevalan û pirsgirêkên xwebaweriyê derbas bibe. Carinan, çîrok rêya herî bibandor in ku meriv mijarên dijwar bi zarokan re nîqaş bike. Çîrok wekî pirekê tevdigere, dihêle ku em wan fam bikin, xwe li ser wan baş hîs bikin û rehetiyê bibînin.
Her wiha çîrok zarokan bi reng, xêz, tîp û peyvan didin nasîn. Ew dihêle ku zarok zimanê axaftinê fêr bibin. Ew pêdiviyên zarokan ji bo lîstin, kêf, dîtin, bihîstin û keşfê pêk tînin. Çîrok cîhanên zarokan ên hestyarî û rewşenbîrî xurt dikin. Çîrok ji bo zarokan bi awayekî ferdî dihêle ku ew di çîrokê de hestên jiyana rastîn biceribînin, karakteran bibînin, xwe bi wan re nas bikin û hestên xwe diyar bikin.
Xwendina çîrokên ji çandên cuda dê hişê zarokan ji bo cudahîyên li dora wan veke û bihêle ku ew mirovan kûrtir fam bikin. Bi rastî, bi salan, çîrokbêjî rêyek girîng bûye ji bo veguheztina kevneşopî û dîrokê ya ji nifşên pêşerojê re. Çîrokbêjiya baş di heman demê de rêyek bi rastî kêfxweş e ku hûn bi zarokên xwe re demek bi kalîte derbas bikin, girêdana di navbera we de xurt bikin. Xwendina çîrokan bi zarokan dide hîskirin ku malbata wan ji wan hez dike û eleqeyekê nîşanî wan didin.
Feydeyên pedagojîk ên xwendina çîrokan a ji bo zarokan aliyên girîng dihewîne. Zarokatî serdemek pêşkeftina girîng e ku tê de kes dest bi têgihîştina cîhanê dikin, ziman fêr dibin, hestên xwe vedikolin û bingehên çawaniya têkiliya wan bi hawîrdora xwe re datînin. Çîrok di cîhana zarokan xwediyê cihekî taybet e. Ji bo pêşxistina xeyalên zarokan, piştgiriya zekaya wan a hestyarî, ragihandina nirxên gerdûnî, parasina nirxên civakî û parastina mîrateya çandî, çîrok pir girîng e. Loma divê çîrok ji jiyana zarokan kêm nebin.
NAVENDA NÛÇEYAN







