
- Nivîskara îrlandi Sally Rooney piştgirî dabû "Palastine Action" a ku li Îngilistanê hatiye qedexekirin. Li ser vê firotina pirtûkên Sally li Brîtanyayê hatin rawestandin. 153 nivîskarên ku têde xelatgirên Nobel, Pulitzer û Booker jî hene daxuyanî belav kirin û gotin "Sally Rooney ne terorîst e."
Komek bi navê "Palestine Action" (Çalakî bo Filistînê) heye ku di sala 2020'î de li Îngilistanê hatiye avakirin û dijî Îsraîlê ye. Brîtanya ev koma "Palastine Action" wekî di tîrmeha 2025'an de di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de wekî "rêxistina terorîst" bi nav kiriye û qedexe kir.BBC ji du romanên Sally Rooney berhem çêkiribûn û weşandibûn.
Niviskar Sally Rooney di gelawêja 2025’an de di rojnameya The Irish Timesê de gotarek nivîsand û têde got ku dahatên mafên telîfê yên ji adaptasyonên du romanên xwe yên li BBC’yê wê ji bo Palestine Actionê bişîne.
'Bila WH Smith û BBC jî bên kontrolkirin’
Nivîskar li ser helwesta xwe ya siyasî jî gotibû: “Eger dewleta Brîtanyayê vê wekî terorîzmê dibîne, belkî divê saziyên wekî WH Smith û BBC’yê ku çalakiyên min fînanse dikin jî kontrol bike.” Ji ber qedexeya li ser vê rêxistinê, nivîskar Rooney ji tirsa girtinê, nekarî biçe Brîtanyayê da ku xelata xwe bistîne.
Ji nivîskaran nameyek ji bo hikûmetê
Li ser vê yekê 153 nivîskarên navdar nameyek ji bo hikumeta Brîtanyayê şandin û piştgirî dan Rooney. Di nav kesên ku name îmze kirine de xelatgirên Xelata Nobelê ya Wêjeyê John Maxwell Coetzee û Annie Ernaux, xelatgirên Xelata Booker Arundhati Roy û George Saunders jî hene. Li gel van navan, nivîskarên îngilîz ên wekî Zadie Smith, Bernardine Evaristo, Julian Barnes, Marian Keyes û Irvine Welsh; her wiha futbolîstê berê Gary Lineker, lîstikvanên xwediyê Oscarê Tilda Swinton, derhênerê xwediyê Oscarê Jonathan Glazer û fîlozof Slavoj Zizek jî hene ku name îmze kirine.Di nameyê de wisa hat gotin: “Sally Rooney nivîskarek e, ne terorîst e. Pirtûkên wê divê ji bo gel berdest bin. Rakirina wan ji firotinê bi hinceta qanûnên têkoşîna li dijî terorê yên ku li ser nirxandinên çewt û pir zalimane ne, heqaretek li ser prensîbên bingehîn ên azadiya ragihandinê ku li Brîtanyayê demeke dirêj bêyî pirsînê hatine pejirandin.”
Di nameyê de ew li dijî her cure sansûrê derketinê û gotine; “Em bang li hikumetê dikin ku qanûnên xwe biguherîne, helwesta xwe ji nû ve binirxîne.”
Sally Rooney kî ye?
Sally Rooney nivîskareke îrlandî ye ku di sala 1991’ê de li bajarê Castlebarê ya Îrlandayê hatiye dinê. Rooney bi romanên xwe yên nûjen û bi zimanê xwe yê sade û rasterast navdar e. Pirtûkên wê yên herî naskirî ev in:
- Conversations with Friends (2017)
- Normal People (2018)
- Beautiful World, Where Are You (2021)
- Intermezzo (2024)
Romana Normal People bi taybetî pir serketî bû û di sala 2020’an de ji aliyê BBC’yê ve wekî rêzefîlm hate çêkirin.
Ew bi temenê xwe yê ciwan bû yek ji nivîskarên herî naskirî ya li cîhanê.
NAVENDA NÛÇEYAN







