Dema ku agir tê ser sehneyê

Nûçeyên Çand/Huner —

Yekşem 25 Cotmeh 2026 - 16:00

  • Çîroka wekhevî û komunalê ya ku ji hêla mirovahiyê ve li dora agirê kampa yekem hate avakirin, bi şaristaniya çînî re ket bin kontrola perestgeh, qesr û dewletê. 

Dîroka şanoyê, ji zigguratên Babîlê bigire heta amfîteatrên Yewnana Kevn, ji salonên qesrê bigire heta qonaxên nûjen ên tarî; ew qada têkoşîna bênavber a desthilatdarî û lêgerîna mirovan a ji bo rizgariyê ye.

Babil û sehneya yekem

Mirovahî ne tenê ji bo xwegermkirinê li dora agirê kampa yekem kom bû; lê ji bo ku tevnek hevpar a hebûn û piştgiriyê biafirîne, kom bû. Di Çirûska Yekem de, me li ser hêza veguherîner a çîrokbêjiyê ya ku ji hêla vê xelekê ve hatîye çêkirin nîqaş kir; me soz da ku em ê pêşveçûna vegotinê ya ji hawîrdora wekhevîtîyê ya ji dora agir veqetiyayî û çawa ber bi dîmeneke hiyerarşîk çûye, bişopînin. Niha dema bicihanîna vê sozê ye. Ji ber ku gava çîrok dest bi ketina nav qeydên ax, perestgeh û dewletê bike, pirsa kî wê vedibêje bi rastiya, ji kê re îteat tê kirin re dibe yek.

Destpêka salên 1800”î ya BZ’ê li Babîlê... Di bin ewrên gemarî yên ku bi ser bajêr de girtîye, di bin kela kela germa tavê de, bi deh hezaran mirov li dora zigguratê mezin ê bajêr kom dibin. Gelê Babîlê sala nû, festîvala Akītu pîroz dikin. Di nav qelebalixîyê de, hunermendekî bi destên qusiyayî ku bi rojan peykerên ji dara sedirê çêdike, rawestiya ye. Rîtma enstrumanên ku muzîkjen lê dixin wîlewîla dengan dibire ; Enûma Eliş, destana afirandina Babîlê, dikemile.

Gava deriyên giran ên perestgehê vedibin, bajar dikeve nav bêdengiyeke kûr. Mîrê mîran derdikeve pêşberî serokkeşeyan. Serokkeşe; Taca mîr, gopal û hemû nîşanên serweriyê yek bi yek jê digire. Piştre, li ber çavên gel, sîleyek li rûyê mîr dide. Dengê sîleyê li hewşê olan dide, hêsir ji çavên mîr tên xwarê. Hunermend bêhneke rehet dide. Eger mîr bigirî, Xwedê Marduk bajêr saleke din jî diparêze û Babîlê ji kaosê rizgar dike.

Ev pêşangeh hê jî wekî şano nayê hesibandin; ew rîtueleke olî ya ku rasterast mayîna dewletê armanc dike, tê hesibandin. Lê belê, şikestina rastîn li vir dest pê dike: Çîroka ku bi hezaran sal berê li ber şikeftê bi piştgiriya wekhev a li hember xwezayê hate honandin, vediguhere mekanîzmaya razîbûnê ya vertical ku dewletê di nav dîwarên bajêr de bindest dike. Bi deh hezaran mirov li meydanê şahidiya peymana desthilatdariyê ya di navbera mêr û xwedê de dikin. Hewcedariya mirov a dîtinê berdewam dike; lê otorîteya ku ev pêwîstî xizmetê jê re dike bi awayekî radîkal diguhere.

Ji derveyî nêrîna dîroka navendî ya rojavayî

Dîroknivîsiya kevneşopî ya rojavayî, şanoyê wekî saziyek ku di sedsala 5’emîn a berî zayînê de di festîvalên Dionysos de li Atînayê ji nişka ve derketiye, pêşkêş dike. Ev nêzîkatî bi piranî xwe dispêre avakirina felsefî ya Hegel ku hunerên rojhilatî "bêşekil" û "derehişî" dihesibîne û tenê Yewnanistana kevnar wekî têkûz qebûl dike. Lêbbelê, rastiya dîrokî xeteke pir kûrtir û polîsentrik(pir navend) dişopîne.

Bi sedsalan berî Helbestên Arîstoteles, nivîsa Hindî Natya Shastra ku ji zana Bharata Muni re tê dayîn, hemû qaîdeyên hunera sehneyê ji mîmariyê bigire heta jest û muzîkê bi gihîştineke awarte kod kir. Wekî din, Natya Shastra estetîkek bi tevahî cûda ji prensîba katarsîsê ya rojavayî pêşniyaz kir ku armanc dike ku hestên xeternak di temaşevanan de li ser dikê derxe: Rasa, ango tamkirina cewherê ye. Dema ku şanoya rojavayî dixwest tirs û xemgîniyê bimezixîne, estetîka rojhilatî hevsengiya kozmîk a di navbera temaşevan û gerdûnê de dît; mîna girêdana organîk a ku deng di kevneşopiya Dengbêjiyê ya Mezopotamyayê de bi xwezayê re saz dike.

Derxistina jinê ya ji sehneyê

Ne tesaduf e ku ev çalakiya organîk veguherî bajar-dewleteke(polis) çînî. Şikestin; Bi çêbûna zêdebûna çandiniyê û milkiyeta taybet, bi têkçûna avaniya civakî ya wekhevî ya serdema Neolîtîkê ya hiyerarşiyê dest pê kir. Jina sereke ya ku li dora agirê pêşîn endamên qebîleyê derman kir, nexşeyên botanîk xêz kir û rîtuelan birêve bir, şaristaniya baviksalar a sazûmankirî gav bi gav qada giştî bi rê ve bir.

Dema ku bi deh hezaran mirov li amfîteatrên Yewnanistana kevnar kom bûn, qanûna Atînayê mafê performansê tenê da welatiyên mêr. Hişmendiya dewletê ya bi serdestiya mêran; bîra komunal a jinan, hêza şîfayê û sazkirina rîtuelên ji hêla aktorên mêr ve kir monopol. Dema ku laşê jinê ji agora û sehneyê hate derxistin, bîra wekhevîya çanda jinê ya sereke bû qurbanê pergala dewletê.

Nan, sîrk û xwîn

Her ku Împeratoriya Romayê bilind bû, şano kûrahiya xwe ya felsefî winda kir; ew veguherî amûreke pragmatîk ku bala girseyê dikêşe. Ramyarê Romayî Horatius armanca hunerê wekî "perwerdekirin û kêfxweşî"(utile et dulce) pênase kir. Komediyên Plautus û Terentius; bi xulamê xwe yê fêlbaz, leşkerê serbilind û kalê dima bingeha kevneşopiya Commedia dell'arte danî. Sehneyê pirsên hebûnê hişt û li ser qaîdeyên ku ji welatî re şîret dikir ku rêz li pergalê bigirin, xebitî.

Îcada berbiçav a Romayê arenaya ku şûna sehneyê girt bû: Şerên gladyatorî. Dema ku trajediya Yewnanîstanê êşa simulasyonê pêşkêşî temaşevanan kir, Roma rasterast xwîn û mirina rastîn li arenayê nîşan da. Dema ku komar hilweşiya û desthilatdarî di destê împaratorekî de bû, senatoyê siyaseta "nan û sîrk" (panem et circenses) pejirand. Vê formulê hilberîna Razîbûna Babîlê bi awayê herî hov dubare kir: Girseyan têr bikin, wan bi hovîtiyê şaş bikin; da ku ew li îradeya xwe ya sîyasî ya xespkirî negerin.

Dêra ku xumarê winda kir

Gava Roma hilweşiya û Ewropaya Navîn ket bin serweriya mutleq a Dêrê, wezîran li dijî şanoyê şer îlan kirin ji ber ku ew kêfa bedenî çêdike. Wan lîstik qedexe kirin û lîstikvan derxistin. Lê belê, wan nikarî xwesteka vegotina çîrokan biçewisînin. Keşîşên ku dixwestin çîrokên Încîlê û azweriya Îsa ji mirovên nexwende re ragihînin, di merasîmên Paskalyayê de dest bi vejandina metnên pîroz kirin.

Ev performansên lîturjîk, ku bi Latînî li ber mîhrabê çêbûn, di demeke kurt de ji dîwarên dêrê derbas bûn û derbasî qadên bajêr bûn. Henekên gelêrî, zimanên herêmî û pirsgirêkên rojane bi nivîsên pîroz ve tevlihev bûn. Dêrê vegotina ku dixwest kontrol bike winda kir; kolanê dîsa sehneyê girt.

Bîra nenivîsî ya kolanê

Dema ku şano derket meydanan, li Îtalyayê Commedia dell'arte şîn bû. Ev kevneşopiya improvizasyonê ku ne li ser teksteke nivîskî ye; Bi maskeyên Arlecchino, Pantalone û Il Dottore, êrîşî bazirganên çavbirçî, zanyarên sexte û desthilatdariya genî kir. Hêza rastîn a vê çalakiyê di nebûna nivîsê de bû: Di nebûna nivîseke nivîskî de, amûra sansurê ya serwer vala bû. Peyv ji yekdestiya karmendê qesrê derket û di wê kêliyê de di laşê lîstikvanê li kolanê de û di bêhna girseyê de zindî bû.

Di erdnîgariya Osmanî de jî heman rehên gelêrî diherikîn. Medda ku bi tena serê xwe di qehwexaneyan de çîrokan vedibêje, veguherî lîstikeke navîn a ku ji hêla mirovên li meydanê ve hatî dorpêçkirin. Pevçûnên Kavuklu û Pişekar û kevirkirina Karagoz û Hacivat li pişt perdeyê, ji qesrê heta kolanê tevahiya hiyerarşiyê hejand. Her du aliyên Deryaya Spî jî heman rastiyê fêm kirin: Dema ku hûn nivîsê jê bibin, qaîdeya sansurê bi dawî dibe.

Kêfxweşiya bêkontrol, monarşîyên mutleq ên sedsala 17'emîn tirsand. Li Fransayê, Qral Louis XIV dewlet kir navendî û şano li salonên qesrê girt û xist bin kordoneke hişk. Tevgera Klasîk ji hêla Académie Française ve hate sazkirin, ku ji hêla Kardînal Richelieu ve hate damezrandin. Teorîsyenan qaîdeya "Sê Yek" li ser dikê danîn: Lîstik dê di yek cih, di bîst û çar saetan de û li dora bûyerekê biherike.

Nefesa Rojhilat û peyva Rojava

Dema ku em şopên dîrokî yên şanoyê dişopînin, du rehên sereke ji hev cuda dibin: Dema ku Rojava li ser teksta rasyonel, diyalektîka devkî û krîzên navxweyî yên takekesî hûr dibe; Rojhilat li şûna peyvê li ser laş, nefes, aramî û bîra kolektîf disekine. Rojava krîzên takekesî çareser dike; Rojhilat hevsengiya kozmîk û birînên civakê tamîr dike. Ev kevneşopiya ku ji Natya Shastra bigire heta tevgerên destan ên kevnar (mudra) yên dansa Kathakali tê, ji hêla bîra botanîk û rîtma jinên hekîm yên pêşîn ên mirovahiyê ve tê xurtkirin. Laşê zindî arşîva ekolojîk a zindî ya xweza û bîra kolektîf hildigire.

PÛNG MEDÎA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.