Çand û hafizeya civakî

Nûçeyên Çand/Huner —

În 23 Cotmeh 2026 - 15:00

  • Hinek nebatên li herêmên cuda yên Kurdistanê her tim xwediyê taybetmendiyê cuda ne. Wekî guldexîn, wekî hermel wekî pîvok û her wekî dinê. Ev nebat wate û taybetmendiyekê li herêmê bar bike. Soryaz jî yek ji nebatên ku bi taybetmendiyên xwe derdikeve pêş e. Soryaz her wiha çand û hafizayeke civakî ye.

Jixwe gelek nebat ji bo tendirustiyê û bi rengê xwe, bi bîra di nava civakê de derdikevin pêş. Hafizayeke civakî jî ava dikin. Xweşikî û bedewiya wê herêmê derdixe holê. Ev jî wateyekê li jiyanê zêde dike.

Di encama xebatên qadê yên Dr. Aryen Semsûrî de, hat zanîn Soryaz li Kurdistanê xwediyê girîngiyeke mezin a bazirganiyê ye û di navbera bîranîna Xarpêtê û zozanên Agiriyê de hem pireke çandî hem jî taybetmendiyeke berbiçav ava dike.

Li gorî lêkolînên lêkolîner Dr. Aryen Semsûrî, riweka Soryazê (Allium kharputense) ne tenê giyayekî xwarinê ye, di heman demê de nasnameya koka çiyayên Kurdistanê, nîşaneya dîrok, aborî û çanda herêmî ye.

Gelek nebatên wekî Soryazê ji xeynî xwarina wan bi derketina pêş a dîroka xwe jî girîng e. Ev dîrok ne dîrokeke ji rêzê ye. Ev dîroka nasname û hafizaya wê civakê ye. Hêza xwezaya wê civakê ye. Loma jî xwedîderketina li vê xwezayê divê jêneger be.

Hinek nebat hene bi bandora navê xwe yê xweşik jî dibe cihê şanaziyê. Loma navê Soryaz gelekî xweş e. Her wiha Soryaz ku di lîteratûra zanistî de wekî Allium kharputense tê naskirin, wekî endemîkekî xwerû yê axa Kurdistanê bi bihara re serê xwe ji bin berfê radike. Her çend di qada akademîk û fermî de navê “Harput Sogani” lê hatibe kirin jî, gelê herêmê bi sedsalan e vê riwekê bi navê wê yê resen, ango bi “Soryaz”ê nas dike. Ev navekî resen e. Navê wê yê latînî jî ji navê kevnar ê bajarê Xarpêtê (Kharput) tê ku di kurdî de tê wateya “Cihê Pûtan”. Nav hafiza ye.

Lêkolîna ku ji hêla Zanîngehên Ataturk, Dicle û Siirt ve hatî piştgirîkirin, eşkere kir Soryaz û Gûriz ji bo nexweşiya Alzheimer, glokom û şekir baş in. Soryaz li gelek deverên Kurdistanê şên dibe, lê daxwaza herî mezin ji bajarê Sêrtê û navçeyên wê tê. Li gorî agahiyên ji qadê hatine girtin, Sêrtiyan ji ber daxwaza zêde soryazên li herêma xwe berhev kirine û qedandine; lewma niha bazirganiya mezin ji herêma Agirî, navçeyên wekî Panos û Dûtaxê tê kirin. Hinek nebat hem ji tendirustiyê baş in hem jî heta li ser wan stran jî hatine gotin. Ew ji bo derbaskirina kevirên gurçikan dibe alîkar, pişikê paqij dike û laş paqij dike. Pêkhateya wê ya xwezayî wê pir taybet dike.

Wexta hinek nebat xwediyê taybetmendiyê bin tu bibêjî nebêjî eleqeya ji bo wan nebatana jî zêde ye. Her wiha gelek kes bi taybet ji bo wan nebatana bibînin jî hew didin. Wekî mînakek taybet em dikarin guldexînê jî bidin. Dîsa rojê bi dehan ton soryaz bi kamyonan ber bi başûrê welat ve tê şandin. Ev rewş destnîşan dike ku Soryaz ji bo gundiyan bûye çavkaniyekî girîng ê debarê. Gelek nebat ji ber ku ji bo tendirustiyê baş in dibin çavkaniya debarê jî.

Cureyek neasayî ya nebata soryazê jî heye. Bi gelemperî ji herêma Mûşê tê û tê çandin. Paşê soryaza bi tevahî xwezayî heye, ku ji hêla gundiyan ve li bilindahiyên çiyayan tê berhevkirin. Lêbelê, soryaza çandî ne bi qasî ya bi awayekî xwezayî xweş û bêhnxweş e. Koka cureya çandî spî ye, lê koka cureya bi awayekî xwezayî hatiye çandin sor e. Cureya çandî erzantir e; ya bi awayekî xwezayî hatiye çandin bihatir e.

Soryaz ji bo bijî li berxwe dide. Ango li dij şert û mercên zor ên hewayê jî hinek taybetmendiyên xwe diparêze. Her wiha her çend Soryaz wekî giyayekî kovî li çiyan şên bibe jî, li hin deran hewildanên çandiniya wê dest pê kirine. Li beldeya Bêdarê ya bi ser navçeya Xezxêrê ve, jinekê soryaz di baxçeyê xwe de çandiye û bi awayekî rojane wekî zebzeyekî malê hildiberîne. Ev yek destnîşan dike ku ev riwek dikare di paşerojê de bibe berhemeke çandiniyê ya nûjen. Dîsa di nava gel de jî gelek nebatan ji bo gelek nexweşiyan baş e. Gel bi xwe vê dizane. Wekî mînak tê gotin gûriz ji bîrovê re jî baş e.

Soryaz di çanda kurdan de xwediyê cihekî taybet û girîng e. Ev ne girîngiyeke ji rêzê ye. Soryaz di çanda Kurdî de xwedî cihekî sembolîk e. Bi taybetî li herêma Şirnexê, wekî navekî jinan tê bikaranîn. Kulîlkên soryazê yên spî û geş, bi “çîtika spî” ya jinên herêmê re tê wekhevkirin. Di nav cureyên sîr û pîvazên kovî de, Soryaz tekane riwek e ku navê xwe daye jinan. Sosin jî bi xwe kulîlk e lê ji ber pir xweşik e gelek kesan navên keçên xwe kirine Sosin. Yek ji yekî re dibêje tu wekî belezîzkê ye. Belezîzk jî nebatek e û ji ber taybetmendiya wê wiha tê gotin.

Hinek nebat dibin mijara stranan jî. Ev jî bi xwe re taybetmendiyekê tîne.  Hêza soryazê xwe gihandiye nav hunera gelêrî jî. Hinek şibandina mîna wêrdek û qazan jî heye. Ji ber ku wêrdek û qaz gelekî xweş in loma jî hinekan navê qazê jî li keçên xwe kirine. Di kilameke Şirnexê de ku koka wê gelêrî ye, navê Soryazê wekî cihê soz û peymana dildaran derbas dibe:

“Keçkê dînê tûlazê, meşiya te’b meşya qazê

Qewlê min û yara min, kelha hotê soryazê

Keçkê dînê tûlazê, meşiya te’b meşya qazê

Qewlê min û yara min, kelha hotê soryazê

Lawko wer mala me ye, delalo wer mala me ye

Me xweş titinek heye, tu bêxe’t qelûna xwe ye

Keçkê dînê tûlazê, meşiya te’b meşya qazê

Qewlê min û yara min, kelha hotê soryazê

Mal çûne’b deriyê qaçê, êl çûne’b deriyê qaçê

Bû teqreqa demancê, berda rayê qolincê

Keçkê dînê tûlazê, meşiya te’b meşya qazê

Qewlê min û yara min, kelha hotê soryazê”

Gotin û Muzîk: Gelêrî

Herêm: Şirnex

Soryaz ne tenê tam û lezetek e; ew remza biharê, hêviya dilan, bîranîna Xarpêtê û rîtma aboriya Agirî û Sêrtê ye. Ew remza xweşikbûneke sirûştî ye jî. Heta hêja hatiye dîtin da ku mirov navê wê li zarokên xwe bikin. Tevî ku navên cuda lê hatine kirin jî, li ser her kevirekî Kurdistanê ew bi navê xwe yê resen “Soryaz” şên dibe û wê her şên bibe. Ev şênbûna dilxweşiyê ye. Ev şênbûna şanaziyê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.