
- Xwendin her tim mirovan pêş dixe. Asoya mirovan berfireh dike û nêrîna mirovan a li jiyanê diguherîne. Kesên dixwînin hert çend gavan hîş li pêş in. Xwendin mejiyê mirovan pêş dixe û aramiyê di dilê mirovan de geş dike.
Lêkolînan nîşan daye ku kesên pirtûkan dixwînin, ji bo têgihîştina hest û baweriyên yên din şiyanek bilindtir pêş dixin. Lêkolîner vê şiyanê wekî "teoriya hiş" bi nav dikin. Lêkolîn nîşan didin kesên dixwînin di warê fikirandinê de pêş dikevin.
Xwendina pirtûkan derfeta werzîşa domdar a têgihiştinê dide kesan. Kesên bi rêkûpêk dixwînin ne tenê agahiyên ku bi dest dixin dixwînin, lê di heman demê de bi analîzkirin û pirsîna van agahiyan jêhatîyên ramana rexnegir jî pêş dixin.
Li gorî lêkolînan, xwendekarên ku ji temenê biçûk ve bi rêkûpêk pirtûkan dixwînin, hêdî hêdî ferhengek fireh pêş dixin û ferheng dikare bandorê li gelek warên jiyanê bike. Xwendina pirtûkan rêya herî baş e, ji bo zêdekirina têkiliya bi peyvên nû re.
Di nav feydeyên xwendinê de, baştirkirina jêhatîyên axaftina giştî û xurtkirina şiyanên ragihandina bi bandor cihekî girîng digire. Xwendin yek ji amûrên herî bihêz e ji bo pêşxistina jêhatîyên axaftina giştî û ragihandina bi bandor a kesekî. Divê em tiştên baş ên xwendinê tu carî ji bîr nekin. Pirtûk, bi ferhenga xwe ya dewlemend û teknîkên vegotinê yên cihêreng, hêza îfadeyî ya xwendevan zêde dikin. Ev jî dibe sedem mirov bi xwe bawer bin.
Di sala 2009'an de, komek lêkolîneran bandorên meditasyon, yoga û xwendinê li ser stresê ya xwendekaran pîvan. Lêkolînê eşkere kir ku 30 xulek xwendin tansiyona xwînê, rêjeya lêdana dil û hestên tengahiya psîkolojîk bi qasî yoga û meditasyonê kêm kiriye. Ev tespît bandorên mezin li jiyana mirovan dike.
Gelek tespîtên pêşketinê li ser xwendinê hatine kirin. Pêşniyar tê kirin ku xwendin wekî beşek ji rûtîna xewa birêkûpêk were hesibandin. Ji bo encamên çêtirîn, divê hûn li şûna xwendina ji ekranê pirtûkek çapkirî hilbijêrin, ji ber ku ronahiya ji hêla cîhaza we ve tê derxistin dikare we şiyar bihêle û bibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên nexwestî yên din. Lêkolînan bi berdewamî nîşan dane ku kesên pirtûkên çapkirî dixwînin di testên têgihîştinê de xalên bilindtir digirin û ji yên ku heman materyalê bi formata dîjîtal dixwînin bêtir ji tiştê ku dixwînin tînin bîra xwe. Ev ne bandor û pêşketinên ji rêzê ne.
Divê bi taybet malbat çanda xwendinê hînî zarokên xwe bikin. Ev ê bandoreke mezin li ser jiyana wan zarokana bikin. Yek ji feydeyên xwendina pirtûkan ew e ku ew jêhatîyên çareserkirina pirsgirêkan baştir dike. Kesên ku bi rêkûpêk dixwînin bi rastî jî bi karakter û vegotinên cuda perspektîfek berfireh bi dest dixin. Ev awantajeke pir baş e.
Xwendina pirtûkan dihêle hûn demkî ji cîhana xwe ya hundurîn birevin û xwe di nav ezmûnên xeyalî yên karakteran de binav bikin. Xwendin yek ji adetên herî bibandor e ji bo pêşxistina hiş û zêdekirina zanînê û feydeyên xwendinê bi giranî li ser pêşkeftina derûnî ne. Ji berfirehkirina ferhengê bigire heya xurtkirina jêhatîyên ramana analîtîk, gelek avantajan pêşkêş dike, piştgiriyê dide mezinbûna takekesî û serkeftinê, di jiyana akademîk û pîşeyî de hînkariyê hêsan dike.
Bi saya xwendinê guhertinên mezin di jiyana mirovan de çêdibin. Her wiha piraniya agahiyên ku di kar, perwerde û jiyana rojane de hewce ne, bêyî hewldanek zêde dikarin bi rêya pirtûkan werin bidestxistin. Kesên ku xwedî adetek xwendinê ne, li ser mijarên cûrbecûr zanînê bi dest dixin û dikarin tiştên ku di axaftinên rojane de fêr dibin parve bikin, bi vî rengî agahî bi kesên li dora xwe re diguherînin. Divê em di ferqiya vana de bin.
Pirtûk meraqa mirovan xurt dike û wan teşwîq dike ku li ser mijarên nû lêkolînên berfirehtir bikin. Ev lêkolîn mirovan pêş dixin. Bi vî rengî, bingeha zanîna wan bi berdewamî berfireh dibe, nirxê li jiyana wan a civakî û akademîk zêde dike.
Xwendin dibe sedem dema mirovan vala neçe. Xwendevan di nav pirtûkan de rastî karakterên ku jiyaneke cihêreng dijîn tên û derfeta ku raman, hest û ezmûnên xwe di hundirê xwe de bihewînin bi dest dixin. Ev pêvajo dihêle ku kes ne tenê ji perspektîfa xwe, lê di heman demê de ji perspektîfên cûda jî nêzîkî bûyeran bibin.
Gelek lêkolînan nîşan dane feydeyên xwendinê ji kêfê wêdetir ji bo destkeftiyên têkildarî xwendin û nivîsandinê baş in. Xwendin tevî jêhatiya ramanê dibe sedem mirov ezmûnên xwe yên xwendinê parve bikin.
Her pirtûkek tê xwendin alîkariya kesan dike da ku hest û jiyana yên din fam bikin, şiyana wan a hevxemiyê pêş bixin. Bi vî awayî, kesên ku çanda xwendinê çêdikin, nêzîkatiyek hestiyartir û têgihîştîtir li hember kesên li dora xwe nîşan didin.Pirtûk xeyalên mirovan pêş dixe. Di cîhanên cuda de afirîneriyê teşwîq dike.
Xwendina pirtûkan ji bo her temenî girîng e. Divê mezin jî pirtûkan bixwînin ji ber ku ew derfetek e ji bo fêrbûna domdar û mezinbûna kesane. Pirtûk dikarin bibin mîna hevalên jiyanê û deriyên ber bi cîhanên nû ve temsîl bikin.
Feydeyên xwendinê bêhejmar in, lê ew rastiyek e ku kesên dixwînin di her kiryara xwe de guhertinên berbiçav dibînin. Xwendin bandorê li gelek reftaran dike, di nav de axaftin, tevger, raman û nivîsandin, ji ber vê yekê îro têgihîştina van feydeyan bi taybetî girîng e. Her çend karanîna berfireh a înternetê dibe ku bibe sedema windakirina çanda xwendinê ya di nav zarok û ciwanan de, xwendin di her serdemê de pêdiviyeke girîng e.
Lêkolînek di kovara Neurology de ya li ser 294 kesên ku heta 89 saliya xwe jiyane hatiye kirin, nîşan da ku ew kesên bêtir dem ji bo çalakiyên teşwîqker ên derûnî yên wekî xwendinê veqetandine, ji bandorên neyînî yên pîrbûnê kêmtir bi bandor bûne. Windakirina bîranînê di kesên ku çanda xwendinê bi wan re hene de kêmtir bûye. Xwendin di heman demê de dibe ku mertalek li dijî Alzheimerê be; lêkolîna di "Proceedings of the National Academy of Sciences" de eşkere dike ku hobiyên mejî ji ya asayî bêtir teşwîq dikin, xetera pêşxistina Alzheimerê bi awayekî girîng kêm dikin.
Lêkolîna perspektîfên cuda yên li ser jiyanê rêya herî bibandor e, ji bo pêşxistina kesayetiya mirov. Xwendina pirtûkan ji bo bidestxistina baweriya bi xwe, pêşxistina jêhatîyên karsaziyê û derbaskirina şermê ya di ragihandinê de pir baş e. Wekî din, li gorî naveroka pirtûkên ku hatine xwendin, gengaz e ku meriv mezinbûnek kesane ya girîng bi dest bixe. Mînak, haydarbûna ji hûrguliyên we berê qet li ber çavan negirtine, pirskirina wan, fêrbûna tiştên nû û şiyana derbaskirina tirsa ji pirsgirêkan û dîtina çareseriyan hemî bi rêya xwendinê gengaz in.
Xwendina pirtûkan wekî yek ji rêbazên herî girîng a ji bo derbaskirina nezanînê û beşdarbûna di pêşveçûna civakê de tê hesibandin. Civakên ku xwedî asta bilind a çandê ne, dikarin zûtir pêş bikevin û ji bo nûjeniyê vekirîtir in. Lêbelê, civakên ku naxwînin, ji ber nezanînê difetisin û dimirin. Her wihaxwendin hêza balkişandinê zêde dike. Xwendina pirtûkan, bi taybetî wekî faktorek girîng di rêya serkeftinê de, sedema herî mezin a zêdekirina zanîna mirovan û jiholêrakirina nezanînê ye. Romanên sûc şiyana ramana analîtîk a xwendevan diceribînin û jêhatîyên wan ên çareserkirina pirsgirêkan baştir dikin. Cureyên otobiyografî û biyografiyê dikarin perspektîfên nû li ser jiyana wan pêşkêşî xwendevanan bikin û çîrokên îlhambexş peyda bikin.
Pirtûk tiştên ku em bi çavên xwe nikarin bibînin fêrî me dikin. Gelek faktor hene ku dikarin di jiyana me ya rojane de bala me bikişînin. Yek ji vana xwendina pirtûkan e. Pirtûk behreya konsantrasyonê jî pêş dixe. Her wiha mirov her ku zêde pirtûkan bixwînin ev dibe sedem hûn şêwazên nivîsandinê yên nivîskarên din bibînin û ferhenga xwe berfireh bikin, jêhatîyên we yên nivîsandinê dê bi awayekî erênî bi bandor bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN







