Bi rêya dijîtalê zimanê xwe diparêzin

Nûçeyên Çand/Huner —

Sêşem 20 Cotmeh 2026 - 16:30

  • Di vê serdema ku xetereya asîmîlasyonê û windabûna zimanên hatine marjînalkirin zêde bûyede, lêkolîneke nû ya navneteweyî rol û bandora nifşê nû di parastina ziman de derxist holê. Rapor nîşan dide ku ciwan platformên dîjîtal bi kar tînin da ku zimanên xwe yên marjînalbûne li hember zextên globalîzasyonê biparêzin.

Ev rapora berfireh di çarçoveya projeya lêkolînê ya navneteweyî Fosterlangê de hat amadekirin. Rapor li ser cîhana dîjîtal a zimanên kêmar ên Ewrûpayê disekine. Lêkolîn balêdikişîne ser wê yekê ku berevajî nêzîkatiyên klasîk ên ku torên civakî wekî gefekê dibînin, jibo nifşê ciwan înternet bûye amûreke xurt a vejîn û berdewamîya zimanî.

Qada modernkirin û afirînerîyê

Li gorî encamên raporê, ciwanên ku bi zimanên kêmar diaxivin di platformên mîna TikTok, Instagram, YouTube û Xê de naverokên çandî, komedî, perwerdehî û muzîkê hildiberînin. Ev xebatên dîjîtal dihêlin ku ziman ji çarçoveya malbatan û gundan derkeve û di nav jiyana nûjena bajarî û qada giştî de bibe xwedî dengekî zindî.

Lêkolîner dîyar dikin ku bikaranîna ziman di qada dîjîtal de tenê ne çalakîyeke takekesîye lêbelê hesteke bihêz ê civakî û piştevanîyê di navbera ciwanên herêmên cuda de ava dike.

Astengiyên teknolojîk

Tevî vê potansîyela mezin a ciwanan, rapor bala xwe dide ser hinek kêmasiyên giran ênteknolojîk jî. Şirketên mezin ên teknolojiyê û algorîtmayên torên civakî hîn jî piştgiriyeke têrnadin zimanên kêmar:

– Amûrên rastnivîsînê û wergera otomatîk ji bo van zimanan gelekî kêm in.

– Algorîtmayên platforman piranî naverokên bi zimanên serdest û mezin derdixin pêş.

Lêkolîner bang li saziyên Yekîtiya Ewrûpayê dikin ku ji bo piştevanîya teknolojîk û piştgirîyaaborîyê ya nifşên nû gavên lezgîn bavêjin. NAVENDA NÛÇEYAN

***

FîlmAmed hate taloqkirin!

Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şaredariya Peyasê dê bi dirûşma “Em li vir in! Nobedarên dara gûzê ne” 10emîn Festîvala Belgefîlman a Amedê li dar bixista. KomîteyaAmadekar a belgefîlman li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand ku wan festîvalê taloqîsala 2027an kiriye.

Daxuyaniya komîteyê ya derbarê taloqkirinê de wiha ye: “Em wek Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê, bi salan e, sînemaya serbixwe, bîra gelan û vebêjiyên azad li hev dicivînin. Ji berkêmasiyên teknîkî û aborî yên ku di pêvajoya amadekariyê de em rûbirû man, me biryar da kuem Festîvala FîlmAmedê ya ku me dê îsal a 10emîn li dar bixista, taloqî sala 2027an bikin. Bihêviya ku em di sala 2027an de, di festîvala xwe de careke din bên gel hev, em malavahiyatevahiya sînemager, kedkarên sînemayê, sazî, dildar û temaşevanên ku heta îro bi keda xwe, bi fîlmên xwe, bi gotinên xwe û bi hevgirtinê FîlmAmed mezin kirine, dikin.” NAVENDA NÛÇEYAN

***

Berzo Mehmûd pirtûka xwe îmze kir

Pirtûkxaneya Şilêr û Zanîngeha Rojava, ji bo pirtûka lêkolînerê zimanê kurdî Dr. BerzoMehmûd a der barê rêzimana kurdî de li hola Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê, bi beşdariyahejmareke xwendekarên zanîngehê, rewşenbîr, nivîskar, zimanzanên Kurd û wêjevananmerasîma îmzekirinê li dar xist.

Ev pirtûk ji Weşanên Şilêr derketiye, di pirtûkê de diyardeya dîroka wêjeya zimanê kurdîhatiye lêkolînkirin.

Merasîma îmzekirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre nivîskar Berzo Mehmûd axivî û diyar kir ku ew lêkolîn bi zimanê erebî hatiye nivîsîn, beriya niha sala 2010`an li Şamê hatiyeçapkirin, derxistina bi zimanê erebî ji ber daxwaza zêde ya hevalên wî yên Ereb pêk hatiye.

Piştre Dr. Berzo Mehmûd pirtûka xwe îmze kir, pêşkêşî xwendekar, zimanzan û wêjevanênzimanê kurdî kir. Dr. Berzo Mehmûd lêkolîner, nivîskar û zimanzanekî Kurd e, pisporiyazanista zimanî û rêzimana zimanê kurdî dike, di vê der barê de hejmarek pirtûk derxistine. ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.