Li Zanîngeha Îlamê ziman û wêjeya Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner —

Yekşem 18 Cotmeh 2026 - 16:00

  • Bi biryara Wezareta Zanist, Vekolan û Teknolojiyayê ya Îranê, îsal pişka Ziman û Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Îlamê tê vekirin û 25 xwendekar bo qonaxa bekaloryosê têne wergirtin.

 

Vekolerên zimanê Kurdî li Îlamê dibêjin ku ev pêngav dikare bibe derfetek bo zêdetir pêşveçûna zimanê Kurdî û bi taybetî diyalektên Kurdiya Xwarîn li başûrê Rojhilatê Kurdistanê.

Di du dehsalên borî de pêleke berfireh a nivîsîn û vekolana bi zimanê Kurdî di navbera nivîskarên vê parêzgehê de hatiye destpêkirin. Şair û nivîskarên Îlamê li wê bawerê ne ku vekirina pişka Ziman û Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Îlamê bersivek bûye bo wan çalakiyên çandî û edebî yên nivîskar û vekolerên wê parêzgehê.

Ew xwendekarên ku li pişka Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Îlamê têne wergirtin, piştî derçûna wan di îhtîmala derfeta xwandin û perwerdeya bi zimanê Kurdî de, dikarin wekî mamostayên zimanê Kurdî li dibistanan dest bi kar bikin, an jî bi berdewamkirina xwandinê li qonaxên master û doktorayê dikarin qadê bo vekirina pişka Zimanê Kurdî li zanîngehên din jî xweş bikin. Bi rengî jî vekirina pişka zimanê Kurdî li zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê dikare bibe berê bingehîn bo avêtina pêngavan ber bi perwerdeya bi zimanê dayikê ve li vê parçeya Kurdistanê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.