
- Her destan, efsane û çîrçîrok têne sêwirîn, çi ji aqlê şîrîg be çi jî ji pariya takekes û şexsan bin ew têne sêwirîn. Ji alî sêwirînê ve, destana Siyaben û Xecê destaneke balkêş e.
Siyaben bi pey felekê ketibû ku "şerê felekê" bike, ev ji alî her Kurdî ve tê fêhmkirin û sebeb diyar in, lê gelo çima Siyaben ji Silîva bi rê ketibû û heya Bedlîsê hatibû?
Ev ne tesadif e; ew awa sêwirîn dikare bibe bingeh ji bo gelek pirsan; mîsal meriv dikare li gorî aqlê xwe bêje ew ber bi rojhilat ve meşiya ye ku roj lê hil tê, belê, gelek fikrên din jî dikarin werin hişê merivan lê hevdîtina Siyaben û Qedêgêtran hemî texmînan didin hêlekê û me ber bi birîneke neteweyî ve dibin çimkî di destanê de Qedêgêtran "aqil" temsîl dike, Siyaben jî 'kesê çavên seriyan lê tarî, hestiyar û evîndar' temsîl dike...
Em bi bîr bînin ku Farqîn bi awayek dewletê û Merwaniyan bi bîra me tîne, Bedlîs jî Mîrekiyek xweş organîzekirî ya ji alî kulturî ve rengîn û kûr e; nivîsevanî, huner, ilim gelek li pêş bûne.
Qedêgêtran hukum û desthilatiya Siyabend qebûl dike, dibe birayê piçûk lê ji Siyabend hêviya wî ew e ku xwe li ya aqil bigire, ew pişt bidin hev da ku bi rihetî karibin şerê felekê bikin.
Siyabend û Xecê dibin evîndarê hev, Siyabend diçe Xelatê lê dexesî û şik dikeve dilê wî, ew bi Qedêgêtran bawer nabe, dibêje, lê ku ez ê biçim Xelatê û Qedêgêtran Xecê ji xwe re bibe, ew şik dil û aqil bi Siyabend re nahêle, radibe destê Qedêgêtran girê dide. Qedêgêtranê ku êdî dawiya xwe û Siyabend dibîne, bi neçarî li hemberî “felekê” dest datîne!
Siyabendê Silîvî û Qedêgêtranê Bedlîsê xwe li şerê felekê girtine lê “felek” eşqekê dertîne pêşiya Siyabendê hêtîm yê ku hezkirin nedîtiye, yê ku hînî hezkirinê nebûye, ji ber ku Siyabend li hemberî hezkirinê, eşqê têk diçe li hemberî felekê jî têk diçe! Destan me dibe ser wê fikrê ku yên nizanibin, yên nikaribin bi “aqilane” hez bikin ew ê li hemberî “felek”ê têk biçin!
Destan, bi awayek, bi bîra merivan dixe ku di hezkirinê de beledî şert e. Silîva û Bedlîs weke dewlet-mîrekî ne, yên hewl dane şerê felekê bikin jî Silîvî û Bedlîsî ne, lê Xecê? Belê malbavanê Xecê ne kesên mîrekiyan in, ew Koçer- eşîr in ku di destanê de ew tu hurmet li hezkirin û eşqê nagirin, hêriş dibin ser hezkirina Siyabend û Xecê.
Ev bi awayek me dibe dewra mîrekî û dewletan ku wî wextî pergala eşîrîyê arîşe bûye. Li hêlekê “felek”(qeder) tê rojevê li alî din jî eşîriya bi navê lêzimtiyê hewl dide dest deyne ser Xecê û tu hurmet li hezkirinê nayê girtin, yek ji sebebê têkçûyîna eşqê û şerê felekê jî nêzikahiyên eşîrî yên malbavanê Xecê ne. Qedêgêtranê çanda mîrekî bajariyê temsîl dike û Siyabendê hêtîm yê li ber destê ap û amojinê mezin bûye, bi pey dikeve qedera xwe biguhere ku ew “bêkes-bindestekî” Silîvî ye!
Ev destan xalîçeya pergalên rêveberiyê, kodên sebeban a jiyana Kurdan e. Destana eşq û trajediya yekitiya neteweyî ye ku bi van nîşeyan, bi hewla nivîsîna Mala Baz de min nîyet kir ku ew destana mihteşem bi hêlên xwe yên wisa muhîm were rojevê. Heya niha, ekserî, destan ji ber têkçûyîna eşqê hew weke “şîneke bo eşqê” hatiye rojevê.
Gelek bextewar û kêfxweş im ku min destanê, bi awayek, kir parçeyek sêwirîna romana Mala Baz, bi wî awayî, di şevên ker û lal de pirsên ku min ji destanê dikirin, pirsên ku min derheqê dîrokê de ji xewn û xeyalên xwe dikirin ew pirs bûn sebeb ku ez bi çavekî din, bi hişekî dîtir li destanê binihêrim. Çi kêfxweş im ku ew pirs bûn sebeb ew destan di dil û mejiyê min de ciyê xwe yê mihteşem bigire ku wê rojekê Kurd vê destanê di asta Memê Alan(Mem û Zîn) de bibînin ku her du destan ji gelek hêlan ve hêjayê berawirdkirinê ne.
Ji bo meriv bi hemd karibe xwe bigihîne edebîyata dunyayê û ji bo ku meriv karibe bi vî zimanî edebîyateke modern biafirîne, ew kod û xalîçeyên kulturî şert e ku yek bi yek were lêkolînkirin û were analîzkirin. Destanên Girekiyan bingeh in ji bo edebîyata modern ya Ewropayê, ma îcab dike ku meriv van rastiyan bi bîr bixe!
Ji alî nêzikahiyê ve ez haydarî xwe me û edebîyata dunyayê ji bo min armanc û rêya nêz û dûr e lê meseleya ziman, meseleya afirîneriya bi vî zimanî rastiyeke din e; ji bo ev ziman bi ruh û bi can be şert e ku were deşîfrekirin, şert e ku rehê wî yên di nav ber û berhemên mêj de werin dîtin, şert e ku ev ziman bi zimanên din re bikeve têkiliyê û bi wî awayî, hêlên xwe yên rizyayî biterikîne…
Folklornasî warekî gelekî muhîm e ku ew kar jî karekî profesyonelî ye, ya ku ez dikim şîrove, not û bertekiyên ji xwendinê ne ku ji hewla karê edebîyata sêwirînê têne pê, heger ev nîşe û nivîs ji bo folklornas û kesên bi dîroka edebîyatê re bibe melzeme.
Nîşe:Ev nivîs ji pirtûka Cîhan Roj a bi navê EDEBÎYATA MODERN A KURDÎ hatîye girtin.







