
- Zimannas Bahoz Baran got ku di warê jiyîna zimanê dayikê de berpirsiyarî hem dikeve ser milê dewletê û hem jî dikeve ser milê Kurdan û got: "Naskirin ne tenê gotina 'Ez Kurdan nas dikim' e. Tu yê di qanûnan de cih bidî mafên min. Divê tu ji bo zimanê min ê dayikê şert û mercên wekhev biafirînî."
Pêkanîna aştiyeke mayinde û domdar di çareseriya pirsgirêka Kurd de rasterast bi statuya qanûnî ya Kurdî ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên demokratîkbûnê yên ku divê bên avêtin, di serî de verastkirinên derbarê mafê ziman de tên.
Xala 42'yemîn a Destûra Bingehîn rê li ber xwendin û fêrkirina her zimanî ya li saziyên perwerde û fêrkirina ku ne Tirkî ye digire. Zimanên derveyî Tirkî tenê wekî dersên bijarte tên dayîn. Lêbelê ji ber binesaziya teknîkî û kotaya mamosteyan a kêm, li gelek dibistanan ev daxwaz jî bersivê nabîne.
Ji ber vê yekê berpirsiyariya pêşxistin, belavkirin û fêrkirina Kurdî bi piranî li ser milê komeleyên ziman û çandê ye ku di vî warî de xebatan dikin, dimîne.
Bahoz Baran ku bi salan e di nava saziyên Kurdî xebatan dike. Zimannas û nivîskar Baran bi taybetî bi xebatên xwe yên li ser zaraveya Kurmancî, rêziman, rastnivîs û folklorê tê naskirin. Herwiha, li Weşanxaneya Wardozê edîtoriyê dike û li Weqfa Mezopotamyayê xebatan dixebite.
Em bi Baran ê ku gelek pirtûkên wî li ser Kurdî hene re, li ser nîqaşên ku di çarçoveya pêvajoyê de hatine kirin axivîn.
Berpirsiyariya ku dikeve ser milê Kurdan çi ye?
Baran diyar kir ku asîmîlasyon tenê aliyekî wê tê bîra me lê asîmîlasyon bi rastî jî du alî ye û ev tişt got: "Aliyekî vê dewlet e, ango desthilatdar in, aliyê din jî ji Kurdan çavkaniyê digire. Divê mirov ji her du pencereyan ve jî lê binêre. Tiştên ku em bikin hene, tiştên ku dewlet bike jî hene. Tiştê ku dewlet bike ew e ku vî zimanî nas bike û bi fermî qebûl bike. Tenê ev jî bes nîne. Heke ez welatiyê te bim, çawa ku ji bo pêşveçûna zimanê xwe (Tirkî) saziyan vediî, divê tu ji bo zimanê min ê dayikê jî bikî.
Berpirsiyariya ku dikeve ser milê Kurdan çi ye? Li vir em behsa hişmendiyê dikin. Em dikarin bibêjin hişmendiya neteweyî jî. Ev tên avakirin. Lêbelê dema ku em behsa salên 1980'î an jî 1990'î dikin, hemû zarokên ku di wê demê de ji dayik bûne du zimanî bûn. Hem zimanê xwe yê dayikê hem jî Tirkî dizanibûn. Dema ku em li pêvajoya ku em îro hatine wê dinêrin, êdî zarokên ku ji dayik dibin bi yek zimanî mezin dibin. Pirsgirêka bingehîn li vir e. Mezinbûna mirov bi du zimanan tiştekî xweş e. Lêbelê êdî zarokên Kurdan bi yek zimanî mezin dibin. Dema ku tu tenê bi zimanê desthilatdaran mezin bibî, hest û ramanên te yên neteweyî jî ji holê radibin. Di pêşerojê de tu nikarî vê rewşê vegerînî jî. Dema ku mijar dibe zimanê dayikê, Kurd zêdetir li ser fêrkirina ziman û rêzimanê radiwestin. Ji van zêdetir divê di nava gel de zimanê dayikê û hişmendiya neteweyî bê avakirin. Ji bo hişmendiyê divê xebatek zêdetir bê kirin. Heke ev bê kirin, dikare pêşî li ber asîmîlasyonê bê girtin."
Îro rewşa Kirmançkî xerabtir e
Baran anî ziman ku zarok garantora ziman û pêşeroja ziman in û wiha pê de çû: "Rewşa zarokên îro çi be, sibê jî ew e. Heke wisa bidome, hejmara Kurdên ku bi Kurdî diaxivin dê hêdî hêdî kêm bibe. Îro rewşa Kirmançkî xerabtir e. Heke Kurd ne di ferqa vê yekê de bin û pêşî li ber negirin û dewlet jî berpirsiyariya xwe pêk neyîne, piştî 20-30 salan rewşa Kirmançkî ya îro di nava de çi be, Kurmancî jî dê bikeve heman rewşê. UNESCO dibêje ku Kirmançkî di nava zimanên ku di xetereya winabûnê de ne de ye. Dibe ku ji holê jî rabe. Heke pêşî li ber neyê girtin, Kurmancî jî dê heman rewşê bijije. Madem hûn hebûna Kurdan ku ew welatiyê wekhev in qebûl dikin, wê demê divê hûn Kurdan bi fermî nas bikin û qîmetê bidin wan. Dema ku tu qîmetê bidî, ew ê jî qîmetê bidin te. Ew ê jî bêtir bi te re aştiyê pêk bînin. Tiştê ku îro esas e, nivîskî ye. Ji ber vê yekê ev divê di qanûnên dewletê de nivîskî bin. Mafê zimanê dayikê yê Kurdan divê bi qanûnan bê naskirin. Tenê qebûlkirin têr nake. Kurd, piştî ku çekan ber bidin di destên wan de tenê zimanê wan ê dayikê, çand û hunera wan dimîne. Divê ew jî neteweya xwe bi rêya van her du argumanan bidin jiyîn."
‘Ziman nasname ye’ ne gotineke asayî ye
Baran rave kir ku gotina "ziman nasname ye" ne gotineke asayî ye û got ku heke tu îro Kurdî ji holê rabikî, tu hemû Kurdan ji holê radikî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hebûna te bi zimanê te ve girêdayî ye. Zimanê dayikê, hebûna te û nasnameya te ye. Kî dibe bila bibe, dewlet an yekî din. Piştî ku zimanê te yê dayikê nas kir, ew ê te nas bike. Heke zimanê te yê dayikê nas neke, ew te nas nake. Ji ber vê yekê naskirina min bi nasname û zimanê min ê dayijê ve girêdayî ye. Heke dewletek bixwaze min nas bike, divê di serî de zimanê min ê dayikê nas bike. Naskirin ne tenê bi gotina "Ez te nas dikim, tu Kurd î" ye. Heke ez Kurd im, tu min nas dikî, tu yê di qanûnan de cih bidî mafên min. Pêdiviyên min ên derbarê zimanê min ê dayikê de jî, çawa ku tu pêdiviyên zimanê xwe yê dayikê pêk tînî, bi heman rengî û di şert û mercên wekhev de biafirînî. Kurd li kîjan welatî bin bila bibin pirzimanî ne. Erebî, Farisî, Tirkî, Îngilîzî ferq nake, lê gelekî duzimanî ye. Mirovên vê demê jixwe divê pirzimanî bin. Pirzimanî tiştekî baş e. Em jî nabêjin ku divê Kurd tenê bi yek zimanî bin. Kurd jixwe divê pirzimanî bin. Ew ê zimanên cîranên xwe yên ku bi wan re dijîn jî fêr bibin. Erebî, Farisî, Tirkî jî dikarin fêr bibin lê divê di serî de zimanê xwe yê dayikê fêr bibin. Divê tu bi dayîna beriya her tiştî bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibînî. Di heman demê de tu dikarî zimanên din jî fêr bibî. Divê Kurdî di hemû xizmetên cemaweriyê de bê bikaranîn. Lê belê Kurd xeletiyeke wiha dikin. Mînak carinan ez dibînim; dibêjin "Ji ber ku dayika min Tirkî nizanibe ez dixwazim ku li balafirê jî bi Kurdî xizmet bê dayîn". Gelo ji ber ku dayika te nizanibe divê li balafirgehê bi Kurdî xizmet bê dayîn? Na, ez Kurd im. Ez Tirkî jî dizanim lê ez dixwazim bi zimanê xwe yê dayikê xizmetê bigirim."
‘Divê di dema aştiyê de şaşî dubare nebin’
Baran destnîşan kir ku mirov dema ku aştiyê pêk tîne divê vegere li xeletiyên ku kiriye jî binêre û got: "Heke tu bi kesekî re têkevî nava têkiliyekê an aştiyê pêk bînî, ev tê wateya wê ku tu dibêjî ‘Ez xeletiyên xwe yên berê dibînim, ez ê careke din van nekim’. 100 sal in bi rêbazên cuda zext li ser me hatiye kirin. Ne tenê guhertina navên gundan, gelek tişt hatine kirin. Heke tu aştiyê bikî, te navên gundan guhertibin, tu yê navên wan gund û bajaran jî bidî vegerandin. Tu yê arşîvên xwe vekî. ‘Xeletî û kêmasiyên min hene, ez ê li ser van bifikirim û aştiyê bikim.’ Heke tu di dema aştiyê de dîsa tiştên ku te di raboriyê de kiriye dubare bikî, heman polîtîkayan bidomînî, ez ê jî ji niyeta te biguman bibim. Wê demê ez ê bifikirim ku me aştiyeke nekiriye. Heke tu aştiyê pêk bînî ev tê wê wateyê ku êdî em hevûdu hemêz dikin. Tu vedigerî li paşerojê dinêrî. Tu nabêjî ‘Ev defter û rûpel girtî ye, rûpelekî nû hat vekirin". Te rûpelekî nû vekiribe jî divê tu vegerî li ya berê binêre. Li wir tiştên ku te kiriye tu vedigerî lê dinêrî. Tu hesab jî dide xwe. Heke te xeletiyek kiribe, tu yê bibêjî ‘Min xeletiyek kir’”.
‘Me ziman anî li ser rêzimanê teng kir’
Baran diyar kir ku xebatên di warên termînolojiya derûnasî, felsefeyê, bijîjkiyê, hiqûqê de saziyên ziman ên Kurdan bi hev re bixebitim û wiha axaftina xwe bi dawî kîr: "Terminolojiya Kurdî dê kî ji me re amade bike? Ma dewlet dê vê bike? Kurdî nebûye zimanekî standard, her kes li gorî xwe dinivîse. Standardîzasyona Kurdî dê çawa bê kirin? Em bi folklora xwe gelekî serbilind in lê folklora me ya heyî devkî ye. Ji zimanê dapîr û bapîrên me heta roja me hatiye veguhestin, divê bê qeydkirin. Heke tu bixwazî zimanekî ava bikî divê di serî de ferhenga wê ava bikî. Gelo ev gelekî zehmet e, na ne zehmet e. Divê gelek xebatan em bikin. Me ziman anî li ser rêzimanê teng kir. Ziman tenê ji rêzimanê pêk nayê. Gelek warên ku divê xebat li ser ziman bên kirin hene. Saziyên ziman ên Kurdan divê vê xebatê bi hev re bikin. Hemû xebatên ku min gotin dikarin bi awayekî kolektif bên pêkanîn. Divê ev bên kirin. Heke em dest bi van xebatan bikin dibe ku 30-40 salan em bixebitin. Ev xebatên ewqas giran û dem dixwazin in."
AZAD ALTAY-BÊRÎVAN ALTAN/MA/AMED















