Di demeke ku huner û sînema weke bingeha parastina nasnameyê, dayîna peyaman û afirandina têgihîştina civakî roleke girîng dilîzin de, çalakiyên hunerî dibin dîmenên cihêreng ên afirînerî û vekirina derfetên nû ji bo hunermend û hezkiriyên hunerê. Mihrîcan, bi riya muzîk, sînema û pêşangehên hunerî, ne tenê derfetek e ji bo pêşkêşkirina berhemên hunerî, qadeke ku tê de fikir, hest û estetîka hunerê bi hev re dibin yek e.
Li Qamişloyê duh Mihrîcana “Melodiyên Payîzê” ku dê rojan berdewam bike, dest pê kir. Mihrîcan bi çalakî û pêşandanên cihêreng ên hunerî, çandî û sînemayî dê derfeteke xweş ji bo hevdîtin û kêfxweşiya hunerê pêşkêş bike.
Li ser navê Komeleya Yekpar Bijar Îso, bixêrhatina mêvan û beşdarên mihrîcanê kir û bal kişand ser girîngiya mihrîcanên hunerî û çandî. Bijar Îso destnîşan kir ku amadebûna mêvanan û alîgirên hunerê, zêdetir nirx û wate dide da zanîn ku “Melodiyên Payîzê” ne tenê derfetên pêşkêşkirina berhemên hunerî ye qadeke ku tê de huner, çand û têkiliya di navbera civakê û afirîneran de xurt dibin e.
Li ser navê DAB Ehemd Omer axivî û bal kişand ser cih û rola gelê Kurd a li herêmê û piştrast kir ku gelê Kurd beşeke resen û bingehîn a vê erdnîgariyê ye. Ehmed Omer destnîşan kir ku hebûn, dîrok û çanda gelê Kurd bi vê herêmê ve girêdayî ye û ev yek ji aliyê nasname û pêkhateya civakî ve xwedî wateyeke girîng e.
Piştre fîlmê bi navê ‘Mafek Biçûk’ hat pêşandan. Koma Yekpar derket ser dikê û pêşengeha hunerî hat pêşkêşkirin. JÎNHA
***
‘Xewna Şeveke Havînê’ li Stenbolê derdikeve ser dikê
Lîstika bi navê “Xewna Şeveke Havînê” ya Şanoya Bajar a Amedê dê li Stenbolê bê nîşandan.
Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, di çarçoveya Hevdîtinên Şanoyên Bajar de dê mazûvaniya lîstika Xewna Şeveke Havînê ya Şanoya Bajar a Amedê bike.
Lîstik, 26'ê Mijdarê saet di 20.00'an de li Navenda Çandê ya Hoca Ahmet Yesevî ya Sultangaziyê, 28'ê Mijdarê saet di 20.00'an de jî li Sehneya Prof. Dr. Sevda Şener a Mûzexaneya Gazhaneyê dê bê nîşandan. Di lîstika ku zimanê wê bi Kurdî ye dê jêrenivîsa Tirkî cih bigire.
Di lîstika ku ji aliyê William Shakespeare ve hatiye nivîsandin, ji aliyê Kawa Nemir ve hatiye wergerandin û derhêneriya wê Ferhad Feqî kirî, Berfîn Emektar, Halît Aslan, Hamdusena Ozbey, Mesut Erencî, Nurşen Adiguzel, Nazmî Karaman, Ozcan Ateş, Omer Akkan, Perînaz Delazy, Sakîna Jîr, Şahperî Alphan, Şahabettîn Dag, Yavuz Akkuzu, Zeycan Ateş jî dilîzin. STENBOL