
- Rêzefîlma bi navê “Pirsên Azad” ku derhêneriya wê Ceren Asik Demîr dike di 12ê Cotmehê de li ser ekranên Zarok TVyê dest bi weşanê kir. Dûblaja rêzefîlmê bi temamî Kurmancî ye û dîmenên wê bi alîkariya hişê çêkirî hatiye çêkirin.
Anîmasyon dê her hefteye bi beşeke nû derkeve pêşberî bîneran. Rêzefîlm ji bo zarokan hatiye amadekirin û lehengê bimeraq Azad, bi saya pirsên ku ji jiyana rojane, ji civaknasiyê heta stêrnasiyê, ji felsefeyê heta fîzîkê deriyên qad û zanistên cuda vedike. Rêzefîlm li şûna bersivên amade, temaşevanan vedixwîne ku ew bi xwe pirsan û lêkolînê bikin û li bersivên xwe bigerin.
Yek jî ji amadekarê rêzefîlmê û alîkarê derhênera rêzefîlmê Erdal Tîmur têkîldarî rêzefîlmê û xebatên xwe yên li ser hişê çêkirî, axivî
Erdal Tîmur da zanîn ku ew çend meh beriya niha dest bi van xebatan kirine û ev tişt gotin: “Dema mijara hişê çêkirî ket rojeva cîhanê, me jî biryarek girt, tîmek ava kir û dest bi xebatan kir. Em 2 heval li ser vê tîman sekinîn û me xebatên xwe didomînin. Beriya ku em dest bi xebatan bikin nêzî deh rojan me perwerdeya hişê çêkirî da destpêkirin û piştî perwerde xelas bû, me dest bi amadekariya qlîban kir. Piştî ku asta wan bilind bû, biryar hat dayîn ku rêzefilmek bê çêkirin. Di encamê de di nava 2 mehan de rêzefilma “Pirsên Azad” a ji 13 beşan pêk tê, hat çêkirin.”
Bi pirsan fêrî tiştan bibin
Di berdewama axaftina xwe de Erdal Tîmur têkildarî rêzefîlmê diyar kir ku her beşeke rêzefilmê ji 8 deqeyan pêk tê, mijar ser zanistê hatiye avakirin û wiha got: “Di rêzefîlma me de ji fîzîk, kîmya, biyolojî heya etnografî, ekolojî û antropolojiyê li ser mijarên cur bi cur hatiye sekinandin û Azad di her beşê de sê pirsan dike. Armanca projeyê ew e ku zarokên Kurdistanê bi rewan fêr nebin, bipirsin û bi pirsan fêrî tiştan bibin.”
Hişê çêkirî bi temamî entegreyî 2Dyê dikin
Erdal Tîmur derheqê hişê çêkirî de anî ziman ku wan berê bi teknîkên 2D û 3D rêzefîlmeke ji 8 deqeyan pêk tê 6 mehan diqedand, bi hişê çêkirî karê wan bêhtir hêsan bûye û ev tişt gotin: “Berê karê me bi mehan digirt. Niha bi hişê çêkirî heman kar di hefteyekê de tê çêkirin. Projeyek ku berê 2 sal didomiya, niha bi alîkariya hişê çêkirî êdî 2 mehan diqede. Ev yek hem di warê lezê de hem jî di warê naverokê de de ji bo me baştir e. Niha armanca me ew e ku, em hişê çêkirî bi temamî entegreyî Tudiyê xwe bikin. Hevalên me niha li ser vê dixebitin ku studyo, anîmasyon û dublaj bi her awayî bi hişê çêkirî bê amadekirin, ne tenê anîmasyon di warê amadekirina dîmenan de jî karê me bêtir hêsan dibe.” AW
***
Koma Barîn hêjayî Xelata Laurete hat dîtin
Koma Hunerî Barîn di festîvala navneteweyî ya li Novgorodê de hêjayî Xelata Lauretê ya navneteweyî hate dîtin.
Festîvala Çandên Neteweyî û Folklorê ya Navneteweyî ya li bajarê Novgorodê ya Rûsyayê îsal cara heftemîn bi dirûşma "Hemû gel tên cem hev" hate lidarxistin.
Ji bajarên cuda yên Rûsyayê û Komara Belarûsê 22 komên çand û hunerê beşdarî festîvalê bûn. Her komekê çand û kevneşopiyên xwe pêşkêş kir. Koma Barîn jî bi pêşkêşkirina govenda Kurdî, çanda gelê Kurd nîşan da.
Di salona konserê ya Fîlarmonîya Herêma Novgorodê ya bi navê A. S. Arenskî de, konsera dawî ya festîvalê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de, komên hunerî ên beşdar li ser dikê derketin û xelatên xwe wergirtin.
Koma Barîn a çand û hunera Kurd bi performansa xwe hêjayî xelata Lauretê hate dîtin. ANF














