Huner ne tenê qadeke ji bo nîşandana bedewî û afirîneriyê ye, di heman demê de amûrek girîng e ji bo vegotina serpêhatî, hestan û pirsgirêkên civakê ye. Bi riya muzîk, sînema û hunerên dîtbarî, hunermend dikarin dengê xwe bigihîjînin civakê û deriyên nû ji bo fikir û afirîneriyê vekin. Di vê çarçoveyê de, Mihrîcana “Melodiyên Payîzê” bi armanca pêşxistina çand, huner û berhevkirina hunermend û hezkiriyên hunerê, derfeteke nû ji bo danûstandina çandî û pêşkêşkirina jêhatîbûnan pêşkêş dike.
Têkildarî Mihrîcanê hunermend û dengbêja koma Yekpar Sîdar Îbrahîm, der barê armanca sereke ya lidarxistina Mihrîcana “Melodiyên Payîzê” ji ajansa me re axivî. Sîdar Îbrahîm, beşdariya Mihrîcana “Melodiyên Payîzê” de nirxand û wiha got: “Ev şeş sal in di Koma Yekpar de wekî hunermend û dengbêj dixebitim. Her wiha ev cara Pêncemîn e ku em Mihrîcana Melodiyên Payîzê li dar dixin û kêfxweş in ku dîsa di vê çalakiya hunerî de cih digrin.”
Pêşxistina folklora Kurdî
Sîdar Îbrahîm bal kişand ser armanca sereke ya lidarxistina vê mihrîcanê û wiha berdewam kir: “Armanca me ew e ku em folklora Kurdî ne tenê li Rojavayê Kurdistanê bi pêş bixin, li hemû cîhanê bidin nasandin. Wekî ku em dibînin, her sal eleqeya civakê bi folklorê re zêdetir dibe û ev yek me teşwîq dike ku em vê mîrateya çandî zindî bihêlin û bi pêş bixin.
Mihrîcan derfeteke girîng e
Sîdar Îbrahîm baş kişand ser girîngiya lidarxistina mihrîcanên hunerî di parastin û pêşxistina mîrata çandî de û wiha pê de çû: “Ev mihrîcan ji bo me gelekî girîng e, ji ber ku ji bo gelê me û nemaze li Rojavayê Kurdistanê, derfeteke girîng e. Çiqas hunermendên me di warê stran, govend, sînema û hemû qadên hunerî de kar û berhemên xwe pêşkêş bikin, ewqas em dikarin hunera xwe bi pêş bixin û çanda xwe zindî bihêlin.” NEXEM ÇAÇAN-JÎNHA/QAMIŞLO