Kursa online a kurdî bi ser ket

Zimane Kurdî
Zimane Kurdî
  • Demsala yekem a kursa Kurdî ya serhêl (online), ku bi hevkariya MED-DER a navenda wê li Amedê ye û Enstîtuya Kurdî ya Almanyayê hatibû lidarxistin, bi dawî bû. Bi dehan kes ji bajarên Kurdistanê, wekî Riha û Amedê, her wiha ji bajarên cuda yên Almanyayê beşdarî van kursan bûn.

 

SAÎT OZTURK / HEILBRONN

Kursa Kurdî ya serhêl (online) a asta yekem, ku di 1ê Tebaxê de bi hevkariya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) a navenda wê li Amedê û Enstîtuya Kurdî ya Almanyayê dest pê kiribû, bi dawî bû. Perwerdeya 12 hefteyan di zaravayê Kurmancî de, di sê koman de hate dayîn û bi dehan kes beşdarî wê bûn.

Sertîfîkayên xwendekarên ku ji Almanyayê beşdarî kursê bûbûn, di çalakiya ku di 21ê Mijdarê de li Komeleya Mannheimê hat lidarxistin de hatin pêşkêşkirin. KON-MED jî piştgirî dabû vê kursê. Dema duyemîn a kursê jî hefteya borî dest pê kir.

Mamoste Rodî Zinar, ku li Amedê dijî û yek ji mamosteyên vê kursê ye, nêzî 20 sal in di atolyeyên ziman de mamostetiyê dike. Zinar hem di hawîrdorên rûbirû de û hem jî di platformên dîjîtal de dersan dide. Ew di warên rêziman, dîrokê, psîkolojiya perwerdeyê, pedagogiyê, fêrbûna afirîner û folklorê de jî dixebite. Zinar ku balê dikişîne ser rola perwerdeyê di parastin û pêşxistina Kurdî de, diyar kir ku hînkirina ziman tenê ji fêrkirina xwendin û nivîsandinê pêk nayê. Wî got: “Perwerdeya Kurdî rêya pêşxistina zimanê Kurdî, veguhastina wî ji nifşekê bo nifşê din, gihandina wî ji malbatê heta perwerdeya zanîngehê û pêşxistina çand û jiyana civakî ye.”

Zinar ku gelek pirtûkên wî yên di warê ziman de jî hene, diyar kir ku wekî xebatkarekî ziman ji bo pêşxistin û parastina Kurdî di nav pêvajoyeke lêkolîn û kedê de ye û got: “Ez ê xebatên xwe yên di vê qadê de bidomînim.”

Şert û merc ji Kurdî re ne hincet in

Selwî Yawûz Burtur, ku ji Hîlwanê beşdarî kursê bûye û di kargeheke tekstîlê de wekî karker dixebite, got ku tevî zehmetiyên jiyana xwe, ji bo pêşxistina Kurdîya xwe hewl dide. Burtur, ku dayika çar zarokan e, diyar kir ku tevî berpirsiyariyên malê û qelebalixiya karê xwe jî beşdarî kursê bûye. Wê wiha got: “Tevî berpirsiyariyên malê, çar zarokan û karê ku ji bo debara jiyana xwe dikin, ez beşdarî kursên Kurdî bûm. Hefteyê du şevan, bi pêşengiya mamosteyê xwe Rodî Zinar, bi komek ji hevalên xwe re me perwerde dît. Min ji aliyekî ve perwerdeya Kurdî digirt, ji aliyê din ve jî karên xwe yên dirûn û neqşê didomand. Roja din, tiştên ku di dersê de fêr dibûm, bi hevalên xwe yên ku bi hev re dixebitîn parve dikir.”

Bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin

Burtur balê bir ser berpirsiyariya dê û bavan di veguhastina Kurdî de di nav malbatê û ji bo nifşên nû de û taybetî bang li dê û bavên ciwan kir. Wê wiha got: “Li malên xwe bi zarokên xwe re bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Ji ber ku rola we û erkê we pir girîng e. Hûn pêşerojê ava dikin. Heke nifşên ku mezin dibin xwedî li zimanê xwe derkevin, ew ziman dê bijî. Bifikirin: Heke zarokên we Kurdî nizanibin, neviyên we dê çawa Kurdî hîn bibin? Li gorî min, ziman mezintirîn û pîroztirîn mîrate ye ku divê were parastin.”

Burtur got: “Zimanê me ku bi zor û zextê nikaribûn tunebikin, em bi destên xwe davêjin bin lingên xwe. Em wî davêjin aliyekî.” Wê her wiha bang li siyasetmedar û saziyên Kurdî kir û wiha got: “Pêşî bila Kurdî bikin zimanê saziyên xwe. Bila xebat û çalakiyên xwe bi Kurdî bimeşînin. Mafê me yê xwezayî yê ku ji dayikbûnê ve em xwediyê wî ne, ji destê me tê standin. Divê em li hember van polîtîkayên ku me ber bi tunebûnê ve dibin bisekinin.”

Dayikek Ereb fêrî Kurdî bû

Xezel, ku perwerdekar e û dayika du zarokan e, ji Amedê beşdarî kursê bû. Wê diyar kir ku di malbateke ku bi Erebî diaxivî de mezin bûye û mezinbûna wê di hawîrdoreke pirzimanî de eleqeya wê bi Kurdî re zêde kiriye. Xezel ku ji malbateke Ereb a Mêrdînê ye, wiha got: “Zimanê me yê dayikê di malê de Erebî bû. Lê mezinbûna li bajarê Mêrdînê, ku bajarekî pirzimanî û pir-olî ye, ji temenekî biçûk ve eleqeyeke mezin bi zimanên din ên derdora min, bi taybetî Kurdî re di min de çêkir. Ji ber ku hevjînê min Zaza ye, di malê de jixwe hawîrdoreke pirzimanî hebû. Ez bi Tirkî, mêrê min jî bi Zazakî diaxivî û me dixwest zarokên me di nav van zimanan de mezin bibin.”

Zarokên Kurd bi Kurdî nizanin

Xezel, ku di jiyana xwe ya mamostetiyê de balê dikişîne ser têkiliya xwendekaran bi zimanê xwe yê dayikê re, got: “Di jiyana min a mamostetiyê de tiştê ku herî zêde bala min kişand, ew bû ku tevî ku piraniya xwendekarên min Kurd bûn, lê hejmara zarokên ku Kurdî dizanibûn û bi wê diaxivîn, hema hema tune bû.” Wê diyar kir ku wekî perwerdekar armanca wê ya bingehîn parastina cihêrengiya zimanî û çandî ye û wiha got: “Wekî perwerdekar, armanca min a bingehîn guhdarîkirina dengên vê herêmê û bi rêya jiyanê nirxa her ziman û çandê hem ji zarokên xwe hem jî ji xwendekarên xwe re nîşandan e.”

‘Em westiyan lê xweş bû’

Xezel diyar kir ku piştî qelebalixiya rojê, beşdarbûna kursa Kurdî ya serhêl êvaran westandinekê ava dikir lê di heman demê de kêfxweşî û motîvasyoneke mezin jî dida wê. Wê got: “Ruhê dilxwaziyê yê di vê kursê de û derfeta gihandina ziman rasterast heta mala me, motîvasyoneke mezin da min. Di destpêkê de min zimanekî nizanibû, lê îro dikarim bixwînim, binivîsim û fam bikim. Ev hesteke gelek xweş e. Spasiya xwe ya bêdawî ji hemû kesên ku ev derfetê pêşkêş kirin û di vê rêyê de ked dan re dikim.”

Bi hev re beşdarî kursê bûn

Ersengul û Orhan, ku zimanê wan ê dayikê Kurdî ye, jî ji Almanyayê bi hev re beşdarî kursa serhêl bûn. Wan diyar kir ku armanca wan ji beşdarbûna kursê hînbûna baştir a Kurdî, pêşxistina wê û bikaranîna wê ya çêtir di jiyana rojane de ye. Her wiha bal kişandin ser girîngiya veguhastina zimanê dayikê di nav malbatê de û ji nifşên nû re. Her du kesan diyar kirin ku cudahiyên herêmî yên Kurdî carinan di danûstandina wan de astengiyan çêdikin û wiha gotin: “Di Kurdî de cudahiyên herêmî hene. Ev cudahî carinan di têkiliya me ya bi zarokên xwe re de dibe sedema pirsgirêkan. Ji bo ku em di malê de bi zimanekî hevpar biaxivin û bi zarokên xwe re têkiliyeke baş ava bikin, me hewce bi kursa zimanê Kurdî heye. Çil sal berê, belkî jî zêdetir, derfet û îmkanên me ji bo hînbûna Kurdî tune bûn. Lê îro saziyên me, çavkaniyên me, mamosteyên me û zimannasên me hene. Pirtûk, kovar, rojname û ferhengên me hene. Ji bilî kursên ku perwerdeya rûbirû didin, kursên serhêl jî hene. Her kesê ku dixwaze ziman hîn bibe, dikare ji van derfetan sûdê werbigire. Ji bo ku mirov bikaribe çand, kevneşopî û hebûna xwe bigihîne nifşên pêşerojê û wan mayînde bike, divê pêşî zimanê xwe yê dayikê bizane. Lê tenê zanîna ziman têrê nake, divê mirov di jiyana rojane de jî wî bikar bîne.”

***

Kurdî di zanist û teknolojiyê de

Mamoste Rodî Zinar diyar kir ku bikaranîna Kurdî tenê di nav malbatê û di axaftinên rojane de ji bo pêşxistina wî têrê nake. Wî got divê zarok bikaribin bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin, bifikirin û zanistê hîn bibin. Zinar wiha got: “Dema ku ziman tenê di nav malê de tê axaftin, dibe ku di hin qadên jiyanê de sînordar bimîne. Lê dema zarok bi zimanê xwe dixwînin, dinivîsin, difikirin, pirsan dipirsin û zanistê hîn dibin, ziman derfetên nû bi dest dixe û dikare di hemû qadên jiyanê de pêş bikeve.” Zinar bal kişand ser hewcedariya firehkirina peyvsaziya zanistî, amadekirina materyalên perwerdeyê, çêkirina ferhengên pisporiyê û zêdekirina çavkaniyên dîjîtal ji bo pêşxistina Kurdî. Wî diyar kir ku pirtûkên elektronîk, ferhengên dîjîtal, sepan û amûrên hişê çêkirî jî dikarin qadên bikaranîna Kurdî fireh bikin.

Ji perwerdeya pêşdibistanê heta zanîngehê

Zinar bal kişand ser cudahiya di navbera hînkirina Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî de û got ku ev her du qad hevûdu temam dikin. Wî wiha got: “Di hînkirina Kurdî de zarok alfabeyê, rêzimanê, peyvan, xwendin û nivîsandina Kurdî hîn dibin. Di perwerdeya bi zimanê Kurdî de jî wan matematîk, zanist, dîrok û qadên din ên zanînê bi Kurdî hîn dibin. Her du jî girîng in. Ya yekem bingeha ziman ava dike; ya duyem jî derfetê dide ziman ku bibe amûra hilberîna zanistî û ramana akademîk.”

Zinar diyar kir ku divê perwerdeya bi zimanê dayikê bi materyalên kalîte, mamosteyên perwerdekirî, ferhengên pêşketî û rêbazên guncaw ên hînkirinê were piştgirîkirin. Wî girîngiya bikaranîna Kurdî ji perwerdeya pêşdibistanê heta zanîngehê, ji lêkolînan heta medyayê û teknolojiyê, destnîşan kir.

Tenê axaftina bi Kurdî têrê nake

Zinar diyar kir ku ziman ji aliyê nasname, bîr û baweriya bi xwe ve jî girîng e. Wî got ku dema zarok dibînin zimanê wan di pirtûk, dibistan, zanîngeh û xebatên zanistî de cih digire, têkiliya wan a bi zimanê xwe re xurtir dibe. Zinar bal kişand ser hewcedariya zêdekirina pirtûkên zarokan û materyalên dersê bi Kurdî, perwerdekirina mamosteyên ku Kurdî dizanin û rêbazên nûjen ên perwerdeyê bi kar tînin, zêdekirina xebatên zanistî û parastina zaravayên cuda û devokên herêmî. Wî gotina xwe wiha bi dawî kir: “Ziman bi axaftinê dijî, bi perwerdeyê fireh dibe û bi hilberîna zanist, wêje û teknolojiyê hêza xwe nîşan dide. Heke em dixwazin Kurdî ji nifşên berê bigihînin nifşên pêşerojê, divê em zarokan tenê fêrî axaftina Kurdî nekin. Divê em derfetên Kurdî fikirînê, bi Kurdî hînbûnê û hilberîna zanînê bi Kurdî jî bidin wan. Wê demê Kurdî dê ne tenê bibe bîranîneke ji rabirdûyê mayî, lê dê wekî zimanê zindî yê îro û pêşerojê jî bimîne.”

Parve bike X Facebook LinkedIn WhatsApp