
- Sînemaya Jinan a Rojava (Sîne Jin), xwe amade dike ku bi yekem berhema xwe ya sînamegeriyê beşdarî 6’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bibe.
Kurtefîlma bi navê “Nameya Dawî”, jiyana şervana YPJ’ê vedibêje. Ev berhem di çarçoveya piştgiriya kampanyaya ji bo YPJ’ê de tê çêkirin. Derhênera kurtefîlmê Sîlva El-Ehmed û lîstikvana sereke ya filmê Sêvda Hemo ya rola Nûjiyan dilîze, behsa fîlm kirin.
Derhênera kurtefîlmê Sîlva El-Ehmed, got ku ramana wê bû senaryo û veguherî berhemeke sînameyê ku bi kurtefîlmeke şêwe bibe û bi van gotinan behsa hûrguliyên yekem berhema xwe ya wekî Sîne Jin kir: “Her şervanek YPJ’ê xwedî zehmetiyek cûda ye, lê ji bo her yek ji wan bîranîn û nameyek heye ku wê bihêz dike. Ramana min ne şervanên ku şer dikin û piştre şehîd dikevin e, mijara vê carê cûda ye. Em li vir qala şervanekê dikin ku bi bîranînekê rêya xwe ya têkoşînê dewam dike.”
Sîlva El-Ehmed, diyar kir ku di senaryoya kurtefîlma hatiye amadekirin û kişandin de du çîrok û name hene û wiha qala wan kir: “Çîroka yekem domandina rê ye û çîroka duyem jî balê dikşîne ser çawaniya domandina jiyanê di nava cengan de.”
‘Sîne Jin wek şaneya mozên hêngiv dixebite’
Sîlva El-Ehmed, da zanîn ku kurtefîlm wekî spasî û diyariyek ji bo keda şervanên YPJ’ê û rola wan a bi salan di nav şer û cengan de ye û axaftina xwe wiha domand: “Zehmetiyên wê hebûn, lê xweşiya wê zêdetir e. Ji ber ku em wekî ekîba Sînemaya Jin yekem berhem e ku em bi hev re diafirînin. Hevparî û hevbeşiya xebatê di nav jinan de rihetiyek cûda di min de ava kir. Ji ber min dît hemû kes ji bo ev kurtefîlm bi awayekî herî xweş were amadekirin, wekî şaneya mozên hêngiv kar dike.”
Ew ê kurtefîlmê xwe bişînin festîvalê
Sîlva El-Ehmed, da xuyakirin ku amadekariyên kurtefîlmê ber bi dawiyê ve diçe û wiha pê de çû: “Kurtefîlma Nameyên Dawî ji 7 xulekan pêk tê niha di pêvajoya montaj û reng de ye, di demek nêz wê bi temamî ji bo pêşandanê amade be. Em hewl didin berî lidarxistina 6’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava berhema me amade be û beşdarî festîvalê bikin. Ji ber kurtefîlma me, wê yekem car li wir were pêşandan.”
Yekem tecrûbeya lîstikvaniyê
Sêvda Hemo ya yekem car di kurtefîlmekî de cih digre û roleke sereke dilîze wiha behsa derbasbûna cîhana lîstikvaniyê kir: “Min hêvî nedikir ku bikaribim rojekê lîstikvaniya behremeke sînemayî bikim. Piştî min bi salan li ser sehnê stranan got, ev yekem tecrûba min a lîstikvaniyê ye. Lê min biryar da ku divê ez li gorî rola ji bo min hatiye diyarkirin, baş bilîzim. Piştî lîstinê min ferq kir ku hûnereke min a veşartî heye ku ez nizanim.”
SORGUL ŞÊXO-JÎNHA/QAMIŞLO







