
- Beriya niha min di nivîsekê de, di edebiyatê de pêdiviya deşîfrekirina takekes destnîşan kiribû. Wext hatiye em zimanê xwe jî deşîfre bikin; deşîfrasyona ji alî gramerê ve û analîzkirina wê bila bimîne bi aîdî zimanzanan.
Têkiliyên zimên ên bi zimanên din re, têkiliyên zimên ên bi berhemên devkî û nivîskî re, têkiliyên zimên ên navxweyî (devok û zarava), derfetên ziman, problemên ziman ên vegotinê, bergeha peyvan, bicihkirina têgehan, ji alî tehm û çêjê ve form û qalibên ziman… baş bête deşîfrekirin bawer im wê şibakeyên nû li me vebin.
Ger em vegotinê bifikirin û ji alî vegotinê ve xwe li zimên bigirin em ê bêhtir di vegotinê de bi xwe beled bin, xwe li texlîdê negirin. Biwêjek bû sedem ku ez nivîsê lê bikim, “Mîna zerika hêkê nazik e.”* Ger zimanekî ew qas bi bingeh û bi derfet be rojek zûtirîn gerek ji her hêlî ve were deşîfrekirin.
Ger em zimanê Kurdî bifikirin em ê bibînin ku ji alî awayê vegotinê ve heya hûn bêjin bi derfet e û sivik e. Ger em edebiyata Kurdî bifikirin “sivikahî” hê ji bo me nebûye egera sereke. Belê di gelek berheman de xwe dide der lê wekî taybetiyeke ziman ev nebûye hişmendî.
Bêhn, reng, deng… ev hêman giş bi sivikahiyê bi bandor dibin û ne guncav e ku hûn bi awayekî hişk an jî bêyî hest û bêyî derfetên ziman karibin vebêjin.
Li vir gerek em bêjin her çiqas têgehên safî-zelalî û sivikbûnê pev re hebin jî ne heman tişt in. Berhemeke pir safî û zelal dikare bi xwendevan xweş bê ger berhem di heman demê de “sivik” be wê karibe bibe şerbet û xwe berde rehên xwendevaniyê yên xwendevan. Sivikbûna em behs dikin di heman demê de şîrînahiyê jî bi bîr tîne. Ev rastiyek e hew. Gelek hêl hene ku piştî deşîfrekirinê dê xwe bidin der.
Bandor û derfetên zimanekî însan hew dikare di edebiyatê de hay jê çêbe. Deşîfrekirin jî dîsa bi edebiyatê gengaz e. Li vir em têkiliya kurdan û objeyan, têkiliya edebiyata kurd û objeyan bi bîr bînin bes e ku em gelek tiştan careke din bifikirin.
Ji ber mijûlbûna bi “êş”ê re û nebûna perwerdehiya bi Kurdî têkiliya kurdan û objeyan lawaz maye ji lawazbûnê madetir em dikarin bêjin tune ye. Hûn li jiyana kurdan binihêrin, hûn li sohbetên kurdan binihêrin, hûn li berhemên nivîskî binihêrin û heta berhemên serkeftî jî ji alî objeyan ve bê têkilî ne, “tişt tişt in, hew!”
Ez ê li vir pêkeniyekê bêjim: Carê du zilam dimeşin, bêyî sohbet bikin dimeşin. Yek ji zilaman ji bo pêşî li sohbetê veke dest bi axaftinê dike: “Hukmê îlahî, te dîtiye yek li Amerîkayê qise dike tu hema li vir wî dibihîzî.” dibêje û dimîne li benda hevalê xwe da ew jî dest bi axaftinê bike û şîroveyan bike. Hevalê wî wiha dibêje: “Qey gere wanî ba lewma wanî ye.”!
Em çiqas ziman deşîfre bikin em ê ew qas bibin xwedî derfetên vegotinê, em ê bêhtir karibin têkilî bi objeyan re li dar bixin. Di heman demê de em çi qas karibin têkilî bi objeyan re li dar bixin em ê karibin pêşî li derfetên vegotinê vekin.
Ger babet ev rastî bin bivê nevê edebiyata bi tevn û bi honak dê bi bîra însan were. Wekî mekan sikakekê bifikirin, objeyên di sikakê de bifikirin ku tu car bala kesî nekişandiye. Edebiyat bi hêza xeyalê û bi têkiliya bi objeyan re, bi halê xwe yê tevnî û honakî bi îmkanên estetîkê dikare sikakê bi halekî wisa di dil û serê xwendevan de bi cih bike da xwendevan her wext mereqa wê sikakê bike.
Xeml, îmaj, şûştin, xwenûkirin, hilberîn, zayîn û mirin rastiyên zimên in jî. Ziman jî karekterek e, karekterê civakekê, civakan, şaristaniyan dem û dewranan. Pêşdariziyên zimên jî hene. Helbet hûn nikarin bi darê zorê hukum lê bikin, hûn nikarin bi tenê bi şûştin û bi îmajê jî meseleyê hel bikin. Ziman rê dide edebiyatê da ew bête deşîfrekirin lewre ziman di heman demê de malzemeyê edebiyatê ye. Wextê têkiliyeke wisa hebe edebiyat li hemberî ziman bi berpirsiyarî tevdigere, gerek tevbigere.
*Biwêjeke din a wekî,”Mîna zerika hêkê” heye, ew biwêj ji bo şibandin û derblêdana rengê zer tê bikaranîn.
Nîşe: Ev nivîs ji pirtûka Cîhan Roj a bi navê EDEBÎYATA MODERN YA KURDÎ (çapa yekem) hatîye girtin.







