Kulîlkek ji bo hemû aliyên welat

Nûçeyên Çand/Huner —

Duşem 12 Cotmeh 2026 - 15:15

 

Dema em temaşeyî dîrokê dikin em dibînin ku hunera destan a bi keda jînê teşe standiye, îro di destê sîstemê de bûye pêkhateyek a bazarê û ji bo zêde kirina sermayeya desthilatdaran tê karanîn. Teknîk û amûrên teknîkî yên tên bikaranîn bi hêzek mezintir hunerê texlît dikin û zêde dikin. Êdî ji hunerê zêdetir bûye amûrên bazarê. Ji bo wê jî êdî kes wek berê karê dest çênake û her diçe lewaztir dibe.

Em gelek kêm rastî wan kesan tên yên ku bi keda destên xwe û bi hûrgulî berhemên hunerî yên xweşik di afirînin. Jina ciwan Leyla Çelîk a ku niha li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jiyan dike, bi keda destê xwe hewl dide hunera bi destê jinê hatiye xuliqandin cardin zindî bike û mîrateyek biçûk ên hunerî li peye xwe bihêle. Leyla Çelîk têkildarî xebata xwe ya hunerî ji ajansa me re axivî.

‘Çêkirina kulîlkan ji min re balkêş hat’

Leyla Çelîk destpêka axatina xwe de destnîşan kir ku wê destpêkê tenê xwest demê xwe yê vale tijî bike û bi demê re ev huner wê ber bi xwe ve kişandiye û wiha got: “Ez mamosteya zanîngeha onlayn a wargehê me, li gel wê jî bi qasî du salane ez karê hunera dest dikim. Fêrbûna min ya karê hunerê bi rêya medya dijîtal çêbû. Beriya du salan hêdî hêdî min xwe fêr kir. Di encama vê fêrbûnê de min karî ez kûlîlkan pir xweşik derxînim holê. Ji ber herî zêde çêkirina kûlîlkan ji min re balkêş dihat, ez kulîlkan çêdikim. Herî zêde kulîlkên ku li herêma me şîn dibin bala min kişand û bi taybetî jî Şilêr. Ev kûlîlk ji bo me Kurdan wek sembolekê ye. Ji bo wê jî herî zêde niha daxwaza çêkirina şilêrê ji min tê kirin. Ev kar hem wext hem jî sebir dixwaze. Her çiqek û pelek bi hûrgulî û jimara tê çêkirin. Ger derfet hebe ez dikarim di sê rojan de kûlîlkekê xilas bikim lê dema derfet nebe di hefteyekê de ez xilas dikim. Min gelek hewl da ku ez komînek a jinên ciwan çêbikim. Ji ber ku ev kar sebir dixwaze her kes nikare xwe bide vî karî min nekarî wê komê ava bikim. Ji ber wê heta niha ez bi tenê kar dikim ev demeke ji ber hem karê mamosteyî hem karê malê zêde derfetê min çênabe çêbikim. Dema ez dimînim vale ez pêre mijûl dibim.”

‘Ez kulîlkên xwe ji bo hemû aliyê welat dişînim’

Leyla Çelîk di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir: “Ger bê xwestin ciwanên me dikarin medya dijîtal ji xwe re bikin rêya fêrbûnê ya herî baş. Ez bixwe jî li ser medya dijîtal fêrî vê hunerê bûm a girîng ewe ku mirov di jiyana rojane de çawa bikar tîne. Ev hunera ku min ji wir giritye min belavî hemû cihan kiriye û ji bo hemû aliyên welat ez dişînim. Jinên ciwan dikarin di vî alî de xwe pêş bêxin. Ji ber hem aliyê manewî hem jî aborî de ne karek xirabe. Dema ez vî karî dikim ez pir xwe aram hîs dikim, ji bo wê hemû jin dikarin xwe bi rêya hunerê pêş bêxin.” 

NAZDAR SÎDAR-ROJNEWS-MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.