
- Rêveberên saziyên çand û hunerê derbarê mîhrîcanên Wezareta Çand û Turîzmê de diyar kirin ku ev bername li derveyî çanda gelê Kurd in û bernameyên bişaftina civakê ne.
Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê ji sala 2023yan heya niha li gelek bajarên Kurdistanê di bin navê, ‘Mîhrîcana Rêya Çandê’ de xebatên bişaftinê pêk tîne. Di van mîhrîcanan de bernameyên li ji çanda Kurdan dûr tên lidarxistin û tu eleqeya van bernameyan bi çanda bajêr ve tune ye. Li gorî parvekirinên Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê îsal bajarê Amedê jî para xwe ji van bernameyên bişaftinê digire. Mamoste û rêveberên saziyên çand û hunerê yên Amedê bertek nîşanî van bernameyan dan û gotin ku ev bername li derveyî çanda civakê ne.
Rêveberê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Rojhat Ozkan got ku desthilatdar ji bo ku gelekî tune bike destpêkê êrîşî çanda wan dike û wiha axivî: “Ji ber ku di dîrokê de kesên xwestine bişaftina civakê pêk bînin her tim destpêkê êrîş birine ser çanda wê civakê. Dewleta Tirk îro bi van mîhrîcanan dixwaze êrîşî civaka me bike û nakokiyan têxe nava ciwanên me. Bi van mîhrîcanan dixwazin êrîşî ziman û çanda me bikin. Ev yek bi xwe dagirkerî ye.”
‘Hewl didin civaka me asîmîle bikin’
Rojhat Ozkan diyar kir ku tu eleqeya van mîhrîcanan bi çandê re tune ye û axaftina xwe wiha domand: “Ev kesên ku îro dibêjin em bi van mîhrîcanan karê çandê dikin, tu eleqeya wan bi çandê tune ye. Her wiha kesên ku weke hunermend derdixin ser dikan jî, eleqeya wan bi hunermendiyê tune ye. Dema min li lîsteya kesên derkevin ser dikê nêrî, dît ku piraniya wan kesan ji gelên cuda ne û hatine pişaftin. Bi destê kesên hatine bişaftin îro dixwazin li herêma me mîhrîcanan li dar bixin û bişaftinê pêk bînin.”
Şêwazeke dagirkeriyê ye
Rojhat Ozkan bertek nîşanî van bernameyan de tunebûna çanda Kurdî da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li vir pirsek derdikeve holê. Çima kesek Kurd û stranek Kurdî di van mîhrîcanan de tune ye. Çima rengê jinên Kurd û her wiha rengê civaka Kurd di vir de tune ye. Mirov dikare van pirsan zêde bike. Di şerê 50 salên dawî de serneketin ji ber vê yekê dixwazin bi van xebatan civakê têk bibin. Dema îro qala aştiyê tê kirin divê li gor wê tevbigerin. Em ne weke festîval weke şêwazê dagirkeriyeke nû li vê festîvalê dinêrin.”
Rêya bişaftinê kirine ‘Rêya Çandê’!
Mamoste û Rêveberê Komeleya Çand û Hunerê ya Arjen a Bismilê Niştiman Balci jî got ku divê xebatên çandê li gor civakê bên meşadin û wiha axivî: “Em van mîhrîcanan ji bo civaka me tiştek erênî nabînin ji ber ku bi dehan sal in pergal hewl dide civaka me asîmîle bike. Di salên dawî de li bajarên Kurdan bi rêya çandê ku ev çand li derveyî çanda herêmê ne dixwazin rêbazek din a pişaftinê pêk bînin. Ji bo van mîhrîcanan navê, ‘Rêya çandê’ bikar tînin lê çand tenê ne çûna ser dikê û gotina stranan e. Divê çand li gor civakê be, dîrok, wêje, ziman û hunera gel esas bigire lê tişta ev dikin ne li gor civaka me ye. Ji vir jî em fêm dikin ku armanca wan pişaftina zarok û ciwanên me ye. Ji ber vê yekê divê em derbarê van pêkanînan de baldar bin. Encax bi baldariyeke li hember vê yekê em dikarin çand, huner û zimanê xwe biparêzin.” NEDÎM ORUÇ-AW/AMED







