Sêwregê ‘Ewro tirkî yasax a’ hat nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner —

Yekşem 11 Cotmeh 2026 - 16:30

 

Li navçeya Sêwregê ya Rihayê, bi pêşengiya Komeleya Ziwan- Kurdî ya galaya belgesela Dimilî “Ewro tirkî yasax a” hat lidarxistin. Gelek kes beşdarî galaya ku li avahiya komeleyê hat lidarxistin bûn. Beriya nîşandana belgeselê li salonê pankartên “Ziwanê xo bimis û biwan! Ziwanê ma serbestîya ma ye” hatin daliqandin.

Di axaftinên vekirina galayê de hat destnîşankirin ku ji bo zindîhiştina Dimilî divê zêdetir xwedîderketin çêbibe. Heman demê de hat diyakirin ku Dimilî her ku diçe bi xetereya tunebûnê re rû bi rû dimîne û ji bo pêşîgirtina vê rewşê divê xebatên hînbûna ziman werin zêdekirin.

Piştî axaftinan nîşandana belgesela “Ewro tirkî yasax a” dest pê kir. Di belgeselê de bal kişandin ser xetereya li ser ziman û girîngiya parastina wî. Hat destnîşankirin ku divê Dimilî di hemû qadên jiyanê de zêdetir bê bikaranîn û ji bo veguhestina nifşên nû divê fêrî zarokan bê kirin.

Piştî nîşandana belgeselê, beşdaran ji bo parastin û pêşxistina ziman pêşniyarên xwe anîn ziman. Gala bi dirûşma “Dimilî ya ma yo/e” bi dawî bû. NAVENDA NÛÇEYAN

***

Li Çemçemal şahiya muzîkê

Li Salon Rewşenbîrî ya Çemçemalê bi amadebûna hejmareke baş a welatî û hunermendan konserteke stran û mûzîkê hate dayîn. Di konsertê de gelek berhemên hunerî hatin pêşkêşkirin.

Berî konsert destpê bike deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hate girtin û piştre Seroka Navenda Çanda û Hunera Çemçemalê Helwêst Nerîman axivî û got: “Îro salvegera damezrandina Navenda Çand û Hunerê ya Çemçemalê ye. 23 mûzîkjen li navenda me derketine û niha bûnete mûzîkjen û stranbêj. Navenda Çand û Hunera Çemçemalê soza karê baştir dide.”

Qeymeqamê Çemçemalê Aso Bekir jî axivî û pîrozbahî salvegera 3’emîn ya Navenda Çand û Hunera Çemçemalê da û got: “Navenda Çand û Hunera Çemçemalê ji bo me diyar dike ku her cihê karesatek lê derket, biçin li wir konsertek bidin. Berî niha salekê ev salon hemû mabû di nava çiravê de. Niha konsert têde tê dayîn. Em soza piştevaniyê didin.”

Piştre Navenda Çand û Hunera Çemçemalê xelata rêzgirtinê pêşkêşî çend kesayetan kir. Di dawiyê de mûzîkjen û hunermendên Navenda Çand û Hunera Çemçemalê derket ser dikê û çend parçe stran û mûzîk pêşkêş kir. ROJNEWS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.